În, 25 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silopiya û Qilebanê ji bo şehîdan bernameyên bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya Gimgimê di budçeya tevlîkar de li cîhanê bû duyemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riha bi 5.8 pileyî hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CDK-F: Ji bo xwedîderketina li mîrateya Riza Altûn û hemû şehîdan em li hev dicivin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ew meşiya, piştî wî jî gelek meşiya
Rojane

Ew meşiya, piştî wî jî gelek meşiya

Hevalê Riza, piştre malbata wî, dûre Tûzlûçayir, niha jî gelek ber bi azadiyê ve dimeşe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Her tiştî li taxa Tûzlûçayirê ya Enqereyê destpê kir. Tax navenda rêxistinên çep bû. Polîs wê demê nikarîbû bikevin nava taxê. Ji ber wê jî jê re “Moskow a Biçûk” dihate gotin.

Piştî ku hevalê Riza Kemal Pîr nas kir, Apoyî jî dest bi hatin û çûnê kirin. Mala Altûnan têra mêvanan nedikir. Apoyilyan bi destê xwe mal xera kirin û li ser qadeke hîn fireh malek ava kirin. Ev meh piştî demekê bûu biryargeha Apoyiyan a li Enqereyê. Ma kî nehat vê malê? Ji Rêber Apo heta bi Kemal Pîr, ji Sakîne Cansiz heta bi Alî Haydar Kaytan cihê hemû kadroyên destpêkê bû. Navenda perwerde û stargehê bû.

Piştî ku Tûzlûçayir bû biryargeha Apoyiyan ciwanên wê jî piştî hevalê Riza û koma destpêkê beşdarî nava refên Apoyiyan bûn. Bi tevlîbûna ciwanên Tûzlûçayirê re, piştre bi piştgiriya malbatan koma Apoyiyî gelekî mezin bû. Hevalê Riza bi henekan bi vî rengî qala wê demê dikir:

“Em tevlî Apoyiyan nebûn, Apoyî tevlî me bûn. Koma me ji ya wan gelekî mezintir bû.”

Bi rastî jî li Enqereyê di salên 1970’î de meşek hatibû lidarxistin. Apoyî yekemcar bi pankarta xwe tevlî bûbûn. Hevalê Riza extiyar, ciwan, jin, zarok kî li taxê hebû hemû kom kiribû û biribû meşê. Tevlîbûna herî mezin a li wê meşê ji aliyê Apoyiyan ve hatibû kirin.

Hevalê Riza pêşengê koma ji ciwanên Tûzlûçayirê bû, lîderê wan bû. Bi taybetmendiyên xwe yên rêxistinî, jêhatîbûna xwe ya pratîkî û komkirina ciwanan a li dora xwe jê re digotin ‘Şîrket’. Wê demê li Tûzlûçayirê ji çepgiran heta bi rastgiran her kesî hevalê Riza bi navê ‘Şîrket’ nas dikir.

Apoyiyan bi rêxistinbûnê re li hemberî polîs û rastgiran dest bi têkoşînê kirin, meş û çalakiyên cihêreng lidar xistin. Ev yek jî bûbû sedem ku li Enqereyê bal biçe ser Apoyiyan.

DAYIKA HATÎCE ÇEKA DESTPÊKÊ PEYDA KIRIBÛ

Ji ber ku wê demê hevalê Riza û hevalên wî gelekî baş tax nas dikir, polîsan dabûn pey wan, li nava kolanan li wan digeriyan.

Ji ber ku mala Şîrketê navenda Apoyiyan bû, veguherîbû hedefa dewleta Tirk. Serdegirtina malan, binçavkirin, girtin û êşkenceya li Altûnan êdî rûtîn bûbû.

Bi malbatê re êdî hişmendî û têgihiştina dijmin ava bûbû. Kesên ku dihatin malê û diçûn li navê wan dihate pirsîn, tiştên li malê dihate axaftin û kesên dihatin û diçûn li taxê û dibistanê ji kesî re nedihat gotin. Di serdegirtina polîsan de ji bo pirs ji zarokan re neyê kirin, zarokan welê nîşan didan ku razayî ne. Eger li malê pirtûk an jî belgeyeke rêxistinî hatibe veşartin, ji bo polîs fêhm neke li cihekî din dihate nihêrîn.

Ji xwe çeka destpêkê jî Dayika Hatîce jê re peyda kiribû.

Tevgera Apoyî piştî ku gihîşt asteke rêxistinî, berê xwe da Kurdistanê. Hevalê Riza jî dawiya sala 1976’an çû Kurdistanê. Li Riha û Dîlokê demeke dirêj kar kir.

Xeta Sêwereg-Hîlwanê ji bo Apoyiyan bûbû nuqteya esasî ya têkoşîna li Kurdistanê ya li dijî noker, xiyanetkar û paşverûtiyê. Hevalê Riza jî heta ku bê girtin li wir mabû, têkoşîn meşandibû. Ji aliyekî ve gel bi rêxistin dikir, li aliyê din jî bi têkoşîna li hemberî nokeran tevlî şerekî mezin ê li dijî dewleta Tirk bûbû.

DÎROKEK HATIBÛ NIVÎSANDIN

Li xeta Sêwereg û Hîlwanê êdî hevalê Riza ji aliyêa dost, dijmin ve dihate naskirin, yekî naskirî bû. Li Sêwereg û Hîlwanê kesî hevalê Riza bi navê wî nas nedikir. Kesî ne bi navê Riza ne jî bi navê Şîrket ew nas dikir. Bûbû Kivircik Alî yê Sêwereg û Hîlwanê. Ji kê bihata pirsîn wê bigota ‘Kivircik Alî’.

Di sala 1982’an em çûbûn Sêweregê. Mal bi mal, kolan bi kolan em gerandibûn. Li her malê, li ber her qehwexaneyê ji me re qala berxwedana Kivircik Alî û hevalên wî dihate kirin. Li wê derê dîrokek hatibû nivîsandin.

Rojek piştî 12’ê Îlonê hevalê Riza hate binçavkirin. Di serî de Riha, Amed û Dîlokê li gelek bajaran kete ber lêpirsînê, bi her cûreyî êşkence lê hate kirin. Zêdeyî salekê di êşkenceyê de ma. Eger wê demê Dayika Hatîce (Altûn) neketibûya pey kurê xwe, wê di êşkenceyê de ew bikuştana.

Piştre hevalê Riza hate girtin û ew xistin Zindana Amedê ku bi êşkence û hovîtiya xwe li cîhanê deng vedabû. Bi her cûre êşkence li wan hatibû kirin, lê teslîm nebû bûn. Bi rojiya mirinê, greva birçîbûnê û îradeyeke ku mirovan matmayî dihêle bersiv dabûn.

‘EGER PÊWÎST BIKE EZ Ê ZAROKAN JINÛVE BÎNIM DINYAYÊ Û WÊ TÊKOŞÎNA RIZA DEWAM BIKIN’

Rojekê Dayika Hatîce dema ku çû Amedê ji bo hevdîtinê, serdar Esat Oktay Yildiran li ber sekinî û got, “Tu çima hat, me Riza kuşt.” Dayika Hatîce jî jê re got, “Eger Riza miribe 6 zarokên min hene ku bikevin şûna wî, neviyên min hene. Ew jî bimirin, eger pêwîst bike ez ê careke din zarokan bînim dinyayê. Ew ê têkoşîna Riza dewam bikin.” Esat Oktay li pêşberî van gotinan matmayî ma.

Dema ku hevalê Riza li zindanê bû birayê wî Haydar Altûn (Kara Omer) li Heftanînê di operasyonekê de bi birîndarî hate girtin. Riza dema ku ev yek bihîst got, “Hêvîdar im wê gotineke bi tenê nebêje, wê nebe îtirafkar.” Bi rastî jî Haydar gotinek bi tenê jî negotibû, li ser vê yekê bi êşkenceyê hatibû qetilkirin.

Ji xwe têkiliya wî ya bi malbata wî re jî cuda bû. Her tim ber bi têkoşînê ve dibir. Dixwest birayên wî û biraziyên wî tevlî têkoşînê bibin. Dema ku biraziyên wî diçûn dibistanê ji wan re digot, “Li dibistanên sîstemê hûn ê bi xwendinê çi bikin? Werin, dibistanên me hene, her tiştî hîn dikin” û banga ji bo çiyê dikir. Salîh Dogan (Cûmaalî) û Sînan (Dogan) guh dan vê banga xalê xwe û berê xwe dan çiyê. Herdu jî tevlî nava karwanê şehîdan bûn. Ne tenê ew, gelek ciwanên ji Tûzlûçayirê tevlî nava têkoşînê bûn, şehîd bûn. Zarokên li nava malbatê jî ji zarokatiyê ve hînî şoreşgeriyê dikir.

Piştî ku ji girtîgehê derket, xwe amade dikir ku biçe Qada Rêbertî. Di rojên dawî yên li Enqereyê de ez bi wan re bûm. Kelecan di asta herî bilind de bû. Ji bo ji şopandina polîsan rizgar bibe cihek li Enqereyê nema bû ku em negeriyan. Ji bo vê em ketibûn sînemayekê jî. Wê demê fîlmê “Dibe ku Xweda dîn bû be” nû ketibû vîzyonê. Di nîvê wî fîlmî de li gel hevalê Mûstafa Karasû bi bêdengî çûn.

Ew roj hêjayî dîtibû bûn. Weke ciwanên ku nû biryara tevlîbûna li nava refên gerîla dabûn bi kelecan bûn. Ji aliyekî ve ew tevlîkarên nû bûn. Dema ku ew ketin girtîgehê Apoyî komeke biçûk bû. Piştî ku derketin veguheriya bû tevgereke girseyî, veguherîbû artêşeke mezin a gerîla.

Hevalê Riza piştî ku demekê li gel Rêber Apo ma berê xwe da çiyayên azad.

Hevalê Riza bi vî rengî qala çiyê dikir: “Mirov di nava civakê de dikare şoreşgeriyê bike, lê belê nikare gelekî azad bibe. Çiya şensekî welê dide mirovan. Qadeke gelekî azad e. Wekî din qada jiyanî ya herî bingehîn e ku têkoşîna me lê bê meşandin û serxistin.”

Hevalê Riza ji Zapê heta bi Zagrosan li gelek qadan kar kir. Bi sedan gerîla perwerde kir.

Ji Tûzlûçayirê gelek kes tevlî nava Tevgera Apoyî bû, berdêlên gelekî giran hate dayin. Di nava kesên ji Tûzlûçayirê beşdarÎ nava têkoşînê bûn û şehîd bûn Doğan Kılıçkaya, Ali Doğan Yıldırım, Haydar Altun, İbrahim Bilgin, Asker Demir, Gürcan Özkan, Filiz Yerlikaya (Gulan), Şahin Kılavuz, Zeynep Erdem (Jiyan), Salih Doğan Yıldırım (Cumaali) û Sinan Altun (Doğan) jî hebûn. Tûzlûçayirê li gel vê yekê gelek şehîd da.

Ev tevgera ku îro ji aliyê bi milyonan mirovî ve tê meşandin ji aliyê têkoşîna şehîdan ve hate afirandin.

Hevalê Riza, piştre malbata wî, dûre Tûzlûçayir, niha jî gelek ber bi azadiyê ve dimeşe.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

Dadgeha rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê û du sal jî qedexeya derketina…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Babê dewleta Tirk hate protestokirin

Li herêma Cebel Eqîl a bajarê Babê yê bakurê Helebê, bi daxwaza vegerandina mafên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Santrala ceryanê ya Til Temirê hat bombebarankirin

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê de stasyona ceyranê ya bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?