În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Fedaiyê şerê Cîloya Biçûk: Zagros Avaşîn
Kurdistan

Fedaiyê şerê Cîloya Biçûk: Zagros Avaşîn

Zagros Avaşînê ku ji Metîna heta Şengalê, ji Şengalê heta Zapê di gelek qadan de berxwedaneke mezin raber kir, derbên giran li dagirkerên ku xwestin têkevin tunelên şer xist û rê neda dijmin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di meha Gulanê de li hember dagirkeriyê berxwedana Cîloya Biçûk hîn mezintir dibe. Gerîla li hember leşkerên Tirk ên dagirker gelek çalakiyên bi bandor pêk anîn. Gerîlayên ku di tunelên şêr ên Cîloya Biçûk de bûn, bi kelecaneke mezin amadekariyên çalakiyên nû dikirin. Di 28’ê Gulana 2021’an de piştî ku dijmin xwest bi çekên kîmyewî êrîşî gerîlayan bike, gerîlayan li dijî leşkerên Tirk çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Yek ji wan gerîlayên ku di çalakiyê de cih girt û li dijî dagirkeran bi ruhê fedaî şer kir gerîla Zagros Avaşîn (Ferdî Mergel) bû.

Li Kurdistanê welatparêzî pêşî ji malbatê destpê dike. Têkiliyên dê, bav, ax, cîran, eşîr, hevaltî, gund û hemwelatiyan di bin heman sîwanê de cih digirin. Gelê Kurd hevalhez û wêrek e. Ji bo vê jî malbatên Kurd zarokên xwe hînî edalet, pakî, wefadarî û wêrekiyê dikin.

Zagros Avaşîn di sala 1996’an de li gundê Vartinîsê yê Mûşê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Zagros Avaşîn ku bi dilsoziya bi nirxên Kurdewarî re mezin bû, di temenê xwe yê biçûk de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir. Zagros ku zilm û zordariya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd qebûl nekir, gelek caran hate binçavkirin, êşkencekirin û girtin. Zagros Avaşîn li hemberî dijmin bi hêrs dibe. Zagros Avaşîn ku gelek di bin bandora şehadeta du pismamên xwe yên gerîla de mabû, biryar da ku xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk bîne û li ser vê bingehê di sala 2015’an de ji eyaleta Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû. Mîna ku siberoja xwe dîtibe, ji rêxistinê navê Zagros Avaşîn girt.

Piştî serpêhatiyeke kurt diçe qadên Parastinê yên Medyayê. Piştî ku li vir perwerdeya xwe ya bingehîn dibîne, bi komek gerîla re ber bi Şengalê ve diçe. Zagros Avaşîn ku li dijî êrîşên qirker ên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê Şengalê bi biryardarî li ber xwe da û di gelek çalakiyên bi bandor ên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cih girt. Gerîla Zagros ku bi hevrêyên xwe re çeteyên DAÎŞ’ê ji axa pîroz derxistin, 2 salan ji aliyê gelê Êzidî ve hate hezkirin. Piştî ku erkên xwe yên şoreşgerî bi rêk û pêk bi cih anî, careke din bi yekîneya xwe ya gerîla re berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û diçe herêma Zapê.

HETA GULEYA DAWÎ LI BER XWE DA

Gerîla Zagros ku di şerê li Zapê û bi taybet li herêma Çiyayê Reş de roleke girîng lîst. Ji bo ku dijminê dagirker derbas nebe, bi ruhê fedaî bi ser dijmin de çû. Gerîla Zagros ku li Zapê berxwedaneke mezin nîşan da û derbên herî giran li dijmin xist, piştre berê xwe da tunelên şer ên li herêma Cîloya Biçûk. Zagros Avaşîn ku di demeke kin de beşdarî çalakiyên li tunelên şer bû, li dijî artêşa Tirk tecrûbeyeke mezin a berxwedanê bi dest xist.

ŞEHÎD ZAGROS Û RONAHÎ LI TUNELAN BÛN MERTAL

Dema ku artêşa Tirk di 28’ê Gulana 2021’an de li Cîloya Biçûk kete tunelên şer û xwest çekên kîmyewî bi kar bîne, gerîla Zagros Avaşîn bi hevrêya xwe Ronahî Xelîl re çalakî pêk anî, derbên giran li dijmin xistin. Gerîla Zagros Avaşîn heta guleya dawî li dijî dewleta Tirk a dagirker şer kir, tevî hevrêya xwe Ronahî Xelîl tevlî karwanê şehîdan bûn. Şehîd Zagros û Ronahî ji bo ku dijmin nekeve tunelên şer bûn mertalên zindî. Îro bi hezaran hevrêyên wan ji bo bibin layiqî van şehîdên leheng li her qadê li dijî dijminê dagirker berxwedaneke mezin nîşan didin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re ‘Rêber Apo rêberekî gerdûnî ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ceylan Akça Copula: Divê Birêz Ocalan azad be

Parlamentera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça Copula diyar kir ku desthilatdarî divê ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên Medya Egîd ên HBDH’ê agir berdan febrîqeyekê

Milîsên Medya Egîd ên HBDH'ê li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê agir berdan febrîqeyekê.

Ji aliyê Stêrk TV

SOHR: Di Nîsanê de 4 gorên komî li Sûriyeyê hatin dîtin

Li Sûriyeyê ji destpêka Nîsanê ve 4 gorên komî ku hestiyê 14 kesan tê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?