Li Sûdanê şerê navxweyî ku Nîsana 2023’an destpê kir, bû sedem ku yek ji çar parên nifûsa welêt koç bike.
Nêzî 14 milyon mirovî malên xwe terikandin û zêdeyî 30 milyon mirov jî pêwîstiya xwe bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye.
Beşeke girîng a mirovên ji neçarî koçber bûn xwe li Misir, Etiyopya, Lîbya, Komara Efrîka ya Navîn, Sûdan a Başûr û Çadê girtin.
Nêzî 1,3 milyon mirovî berê xwe dan Sûdan a Başûr, zêdeyî milyonek mirov jî li Çadê bi cih bûn.
Ji ber kêmasiya xizmetên tenduristiyê û xwarinê, gelek koçberan jiyana xwe ji dest dan.
Kêmkirina budçeya Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariya mirovî krîz hîn girantir kiriye.
Midûrê Efrîkayê yê Oxfamê Fati N’Zi-Hassane rewşa heyî weke “neserketineke mezin a siyasî” pênase kir û diyar kir ku bi milyonan mirov neçarî alîkariyê hatin hiştin.
Tê payin ku ji bo çareseriya krîzê li Berlînê konferanseke navneteweyî bê lidarxistin.
Li Sûdanê şer di navbera artêşê û hêza paramîlîter Hêza Piştevaniya Lezgîn diqewime.
Ji ber vî şerî bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî nêzî 14 hezar Sûdaniyan xwe li Ewropayê girtin.

