Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Fermandarê çiyayên Botanê: Adil Bilikî
Kurdistan

Fermandarê çiyayên Botanê: Adil Bilikî

Dilsozî, biryardarî û taybetmendiyên wî ji aliyê Rêbertî ve bi vî rengî hatibû pênasekirin: Şeklê wî Adil e lê di cewherê xwe de yê ku dimeşe Rêbertî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Taktîkên êrîşê û parastinê yên ku Adil Bilikî li dijî dijmin afirand, li nava her kesî bû cihê hurmetê. Dijmin li çiyê lê digeriya, bi helîkopter, balafir û tankan amadekariya operasyonê dikir, lê Adil Bilikî di kêliya ku ne li bendê bû li deştê li yekîneyên dijmin dixist.

Salên 1990’î weke demeke welê derbasî nava dîrokê bû ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li Kurdistanê bi xurtî bilind bû, têkoşîna azadiyê ya gel û berxwedana gerîla hevdu temam kirin. Bi taybetî herêma Botanê ji aliyê civakî û berxwedana gerîla ve di nava tevgera azadiyê de bû qada yekbûnê. Li hemberû polîtîkaya bênasnamehiştin û zextê ya dijmin, gel xwedî li nasname û azadiya xwe derket, têkoşîna xwe ya ji bo maf mezin kir. Di vê demê de Botan ne bi çalakiyên gerîla yên li qada bejahiyê, lê bi serhildanên xwe yên girseyî yên li navendên bajaran bû pêşengê berxwedanê. Ev serhildan di demeke kurt de li Kurdistanê belav bû û kir ku ji her beşa civakê bi xurtî tevlî bibe. Berxwedana gel ji aliyekî ve veguherî rêxistiniya siyasî, li aliyê din jî bû nîşaneya şênber a wê yekê ku xwedîderketina li nasnameya Kurd û bilindkirina hişmendiya welatparêziyê xurt bibe. Di van salan de Botan hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê stratejîk ve weke herêmeke girîng derkete pêş. Gerîlayan hem serweriya xwe ya cografîk hem jî bi têkiliya xurt a bi gel re demeke nû didan destpêkirin. Di vê demê de li çiyayên Botanê Adil Bilikî bû yek ji navên sembol ên berxwedanê. Hevrêya wî Rahîme Gabar qala fermandarê gerîla Adil Bilikî kir ku sala 2006’an li Gabarê şehîd bû.

JI ZAROKATIYÊ VE XWEDÎ RUHÊ WELATPARÊZIYÊ BÛ

Rahîme Gabar ku li çiyayê Bizinan Adil Bilikî nas kir û di bin fermandariya wî de pratîka xwe ya destpêkê ya gerîla kir, bi bîr xist ku Adil Bilikî yê ku sala 1972’an li gundê Bilikî yê Silopiyayê ji dayik bû, di 15 saliya xwe de tevlî nava refên gerîla bû û got, “Gelê Botanê bi sempatiya xwe ya ji bo tevgerên Kurd û hişmendiya xwe ya welatparêziyê tê naskirin. Piştî salên 1970’î li gundê Bilikî piştgirî da tevgerên siyasî yên Kurd, bû gundekî welê ku xwedî hişmendiya neteweyî û welatparêziyê bû. Malbata hevalê Adil jî ev nirx pejirand û malbateke welê ye ku bi xurtî xwedî li nirxên neteweyî welatparêziyê derdikeve Hevalê Adil li nava derdoreke bi vî rengî mezin bû û hîn di zarokatiyê de bû xwedî ruhê welatparêziyê.

LI ÇIYAYÊN CÛDÎ DEST BI GERÎLATIYÊ KIR

Hevalê Adil di temenekî ciwan de tevlî nava refên gerîla bû û li çiyayên Cûdî dest bi gerîlatiyê kir. Di wî temenê xwe de bi biryardarî û dilxwaziya bi têkoşînê re zû hînî taybetmendiya xweser a qadê bû. Pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li cografya zehmet a Cûdî pêk anî û guherîninên mezin afirand. Bala wî ya li ser stratejiya şer û pratîka wî bala rêveberiya qadê kişand. Rêveberiya qadê ji ber vê huner û bala hevalê Adil, ji bo perwerdeyê ew şand qada Rêbertî. Li qada Rêbertî hem ji aliyê îdeolojîk ve hem jî ji aliyê şerê gerîla ve tevlî pêvajoyên perwerdeya bingehîn bû. Di pêvajoya perwerdeyê de ku salekê dewam kir, hevalê Adil ne tenê ji aliyê şervaniya pratîkî ve bi pêş ve bir, di heman demê de hêmanên bingehîn ên ji bo fermandariya gerîla jî ji bo wî danî. Ber bi fermandariyê ve gaveke girîng avêt.

DILSOZÎ, BIRYARDARÎ Û PRATÎKA XURT

Piştî ku pêvajoya perwerdeyê qedand, hevalê Adil li qadê berpirsyariyên cidî wergirt û di demeke kurt de bû yek ji fermandarên herî girîng ên demê. Dilsoziya wî, biryardariya wî û taybetmendiya wî ya pratîkî ya gerîla ji aliyê Rêbertî ve bi vî rengî hatibû pênasekirin: ‘Bi şeklê xwe Adil e, lê ji aliyê cewherî ve yê ku dimeşe Rêberek e’.

Hevalê Adil yekî zeyîf, bejnkurt û rû li ken bû. Fermandarek bû ku bawerî dida derdora xwe. Bi rûkeniya xwe dibû cihê baweriyê. li dijî dijmin jî fermandarekî hişk û stratejîk bû ku tawîz nedida. Timî taktîkên şer dihilberand, ne tenê bi têkoşîna xwe her wiha bi mejiyê xwe yê stratejîk jî dihate naskirin.

Hevalê Adil piştî ku ji qada Rêbertî vegeriya, di asta berpirsyariyê de tevlî pratîka şer bû. Bi taybetî bi taktîkên xwe yên parastin û êrîşê yên li dijî dijmin, li nava her kesî bû cihê hurmetê. Dijmin li çiyê lê digeriya, bi helîkopter, balafir û tankan amadekariya şer dikir, lê belê di kêliyeke dijmin ne li bendê bû li deştê li yekîneyên dijmin dixist. Pratîka wî ya şer a hilberîner dibû sedem ku ne tenê di nava hevalên xwe de, her wiha li ber çavên dijmin jî bibe fermandarekî cihê hurmetê. Beriya dest bi êrîşê bike têkildarî hedefa xwe her cûre agahî kom dikir, bi rojan ev agahî dinirxand, li ser vê jî taktîk diafirand. Li her gundî ji aliyê gel ve bi hezkirin dihate pêşwazîkirin û dibû cihê hurmetê. Li gundên ku em bi hev re diçûn wan deveran ji bo parastina gundiyan gelekî bi aqilane û dîsîplîn komên gerîla bi cih dikir. Ji ber vê nêzîkatiya xwe jî li nava gundiyan gelekî dihate hezkirin.

GUH DIDA REXNE Û GAZINÊN GUNDIYAN

Hevalê Adil çavdêriyên xwe yên li qadê bi rojan bi hevalên xwe re nîqaş dikir ku biryaran werbigire û taktîkên herî bi bandor hildiberand. Her tim guh dida rexne û gazinên gel, li gorî vê yekê jî stratejî diafirand. Bi empatiya xwe ya ji şervanên xwe re, bi tevlîkirina wan a li her biryarê re ew dikir fermandarekî cuda. Ji ber ku bawerî dida wan û ew motîve dikir, hevalê Adil li nava gerîla dibû cihê hurmetê.

HESASIYETA MEZIN A JI BO BERPIRSYARIYÊ

Carekê ji bo serdegirtina li Çiyayê Bizina bi berpirsyarê herêma Dêr’ê hevalê Fazil Botan re li hev civiya. Du fermandarên efsanewî yê dîroka PKK’ê plana vê çalakiya krîtîk bi hev re kirin. Herdu fermandar beriya çalakiya li ser qereqolê, bi yekîneyên xwe re nîqaşeke berfireh a detayên çalakiyê kirin. Ji bo serdegirtinê bi hemû detayên xwe plan bikin, bi keviran qereqoleke mînak ava kirin û taktîkên şer ji aliyê pratîkî ve bi gerîla dan kirin. Piştî amadekariyên bi rojan li gel çalakiya serketî her wiha dixwestin gerîla bi rengekî ewle çalakiyê pêk bînin. Ji bo gerîlayên di bin fermandariya herdu fermandaran de derbê nexwin, ziyanê nedin û bi vî rengî wezîfeya xw etemam bikin, bi şev û roj li ser taktîka gerîla xebitîn. Hevalên Adil û Fazil Botan bi vê plansaziya bi hesasiyet, di feraseta fermandariyê de nîşan dan ku ew bi berpirsyariyeke mezin nêzî gerîlayan dibin.

PIŞTGIRIYA JI BO GERÎLAYÊN JIN

Ez weke jinekê, bi fermandariya hevalê Adil min dest bi pratîka destpêkê ya gerîla kir. Ew dem ji bo gerîlayên jin demeke zehmet bû. Li gelek qadan pirsgirêk hebûn. Hevalê Adil wê demê jî yek ji wan fermandaran bû ku zanîbû divê jin parçeyek ji têkoşînê bin û bi girîngiya hebûna gerîlayên jin zanî bû. Ji bo min hem nirxekî mezin e, hem jî tecrûbeyeke welê ye ku nayê jibîrkirin ku bi fermandariya wî min dest bi têkoşînê kir. Hevalê Adil hem di perwerdeyê de hem jî di pratîka şer de girîngiyeke mezin dida hebûna gerîlayên jin. Yek ji fermandarên destpêkê bû ku fêhm kir, gerîlayên jin ji bo xurtkirina tevgerê hêzeke bingehîn e. Di wê baweriyê de bû ku jin ne tenê di şer de her wiha di her pêvajoya biryardanê de divê hebin. Li fikrê wan guhdarî dikir, girîng didît û hewl dida bi vê yekê re serketina gerîla pêk bîne.

FERMANDAREK BÛ KU NAYÊ JIBÎRKIRIN

Hevalê Adil di pratîka şer de bi taktîkên xwe yên nû û stratejiyên xwe yên xweser ên kontrolkirina qadê di dîroka PKK’ê de bû yek ji fermandarên efsanewî. Ne tenê bi wêrekiya xwe ya li hemberî dijmin, her wiha bi sekna xwe ya berxwedêr a li hemberî zehmetiyên navxweyî fermandarekî welê bû ku nayê jibîrkirin. Bi taybetî di pêvajoya tasfiyeyê de ji bo parastina yekîtiyê û pêşîgirtina li parçebûnê, li hemberî tevlîheviya navxweyî sekneke bi biryar nîşan da.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cemîl Bayik: Divê em pêngava azadiyê bi ser bixînin
Nûçeya Pişt re Fatûreya budçeya şer li gel tê birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Trump alîgirê danûstandinên yekser ên bi Îranê re ye!

Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku ew dixwaze ji bo peymaneke nû ya nukleerê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanan li Colemêrgê dest bi berxwedanê kirin

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ciwanan dest bi berxwedanê kirin. Ciwanên ku li gelek nuqteyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên windayan ji bo Gundem, Tarim û Akin hatin ba hev

Di çalakiyên ku ji aliyê xizmên windayan û ÎHD'ê ve li Amed, Êlih û Colemêrgê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?