Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gabar: Pêngava 1’ê Hezîranê destwerdana xeta Apoyî ya li dijî tasfiyekeran e
Kurdistan

Gabar: Pêngava 1’ê Hezîranê destwerdana xeta Apoyî ya li dijî tasfiyekeran e

Ji fermandarên YJA Starê Şerda Mezlûm Gabar, diyar kir ku Pêngava 1'ê Hezîranê destwerdana xeta Apoyî ya li dijî hêzên komploger û tasfiyekeran e û got, "Xwestin tevgerê ji xeta serketin û serfiraziyê dûr bixin û baweriya tevgerê bişkînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Ji fermandarên YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar li ser Pêngava 1’ê Hezîranê nirxandinên xwe ji ANF’ê re kir. Gabar, anî ziman ku bi Pêvajoya 1’ê Hezîranê re bersiva pêwîst ji bo hêzên êşkencekar û komploker re hatiye dayîn û bi bîr xist ku di wê demê de dihat xwestin Tevgera Azadiyê bi temamî were tasfiyekirin. Gabar, destnîşan kir ku armanca êrîşa herî zêde xeta jiyana azad bû û anî ziman ku heman rêbaz li ser xeta şer û berxwedanê hatiye pêk anîn û got ku armanc ew bû ku milîtanên PKK’ê ji xeta şer û berxwedanê dûr bixin.

Nirxandinên yek ji fermandarên YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar li ser pêngava 1’ê Hezîranê wiha ye:

Pêvajoya 1’ê Hezîranê çawa destpê kir, beriya pêngavê rewşeke çawan dihat jiyîn?

Ez di serî de şehîdên Pêngava 1’ê Hezîranê bi rêzdarî bi bîr tînim. Di vê pêngava ku 1’ê Hezîrana 2004’an dest pê kir de, hevrê Kendal Baz, Silav, Seyîd Riza, Viyan, Têkoşîn, Erdal (Engîn Sincer) û Reşîd  cih girtin. Hevrê Reşîd di heman demê de fermandarê şerê gel ê şoreşgerî bû. Hevrê Çîçek Botan jî yek ji wan hevrêyan bû ku bi ruhê 1’ê Hezîranê tevlî vî şerî bû. Di şexsê van û hevrêyên ku li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê şehîd bûne de, ez hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînim û li pêşberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.

Biryara Pêngava 1’ê Hezîranê ewqas hêsan nehat girtin. Sedema yekemîn a vê biryarê jî komploya li dijî Rêbertî bû. Piştî komploya di 15’ê Sibata 1999’an de hêzên komploger xwestin weke dewama vê komployê Tevgera Azadiyê tasfiye bikin. Di vir de armanca hêzên komploger ew bû ku di nava Tevgera Azadiyê de xeteke lîberal pêş bixin. Her wiha xwestin tevgerê ji xeta serketinê dûr bixin, baweriya bi tevgerê bişikînin û di heman demê de bi psîkolojiya “piştî komployê qediyane” dawî li her tiştî bînin.

Êrîş herî mezin li dijî xeta jiyana azad hat meşandin. Li dijî xeta şer û berxwedanê jî heman rêbaz hate sepandin. Mînak bi hişmendiya “dema şerê gerîla bi dawî bûye” xwestin bi xeta şer bilîzin. Armanc dikirin ku milîtanên PKK’ê îqna bikin ku çareserî tenê bi rêbazên siyasî pêkan e û wan ji xeta şer û berxwedanê dûr bixin. Bi kurtasî ji vê xetê re xeta tasfiyekar dihat gotin û ev ferzkirin bi pêşengiya tasfiyekaran bi pêş ket. Ji ber vê tasfiyekar di wê pêvajoyê de xwe dan der. Tasfiyekaran rêbazên pir zirav bi kar anîn. Hêzên tasfiyekar dixwestin navaroka jiyana Rêbertî vala derxînin. Rêbertî ev rewş hîs kir û got, ‘Jinên ji min hez dikin divê berê xwe bidin Botanê’. Ji ber vê jî hêzên komploger nehiştin ku Rêbertî agahî derbarê rêxistinê de bistîne. Ji ber ku armanca wan ew bû ku Tevgera Azadiyê marjînal bikin.

Pêngava 1’ê Hezîranê tevî ewqas aloziyan, çawa bi pêş ket?

Di wê pêvajoyê de parastina Rêbertî ya ‘Parastina Gelekî’ gelek tişt zelal kir û nakokiyên hebûn ji holê rakir. Di vê parastinê de rewşa Rojhilata Navîn ya li Kurdistanê û rewşa rêxistinî tê nirxandin. Êdî ti gumana me ya ji xeta azadiyê nemabû. Ev parastin ji bo gerîla ronîbûneke mezin çêkir. Her gerîlayekê ev parastin weke êmanet vedişart. Ya girîng ew bû ku gerîla peyama hewce girt. Li kijan qadî dibe bila bibe, di qada gerîla de, di qada leşkerî ya PKK’ê de ti caran wê nakokî çênabin. Ev xet wê her tim zelal be û di asta pêwîst de bibe sedema parastina nirxê gel û civakê. Xeta fedaî ya Rêber Apo wê di vê qadê de bê pêkanîn.

Gerîla çima erkek wiha girt ser milên xwe?

Ji ber ku gerîla garantiya jiyana azad e. Gerîla temînata jiyana Rêbertî û gelê Kurd e. Eger gerîla li ser piyan bimîne, eger li dijî xeta tesfiyekar xwe biparêze, wê pêşî li parçebûn, xerabî û hilweşînê bigire. Ji ber vê yekê parastina “Parastina Gelekî” gelek bi wateye û ji bo jiyana azad manîfesto ye. Di wê demê de gerîla ev parastin xwend, bi awayekî berfireh nîqaş kir û gihîşt encamên pêwîst. Divê îro û her tim ev parastinên Rêbertî werin xwendin û nîqaşkirin. Ji ber ku ev parastin nexşeya jiyana azad nîşanî me dide. Mîna ku tê zanîn dîroka PKK’ê xwedî cewhereke, koka wê kûr e û hin rastî û pîvanên PKK’ê ti carî, di nava her şert û mercî de neguherin. Di cewhera PKK’ê de israra di mirovahiyê de heye. PKK tevgereke sosyalîst e û di vê de israr dike, ji ber vê jî dibe ku di rêbaza şer de guhertin çêbibe, lê belê di şêwaza jiyanê ya PKK’ê de ti guhertin çênabe.

Şêwaza jiyana PKK’ê li ser bingeha têkiliyên hevrêtiyê pêşketiye û ji ber vê ne pêkane ku ew bi rengekî din bi pêş bikeve. Taybetmendiya herî girîng a ku PKK’ê ji tevgerên din cudatir dike, şêweyê wê yê jiyanê ye. Rêberetî di vê mijarê de mînakek wiha dide û dibêje, “Di koma yekemîn de ya ku bandor li gel kir, şêweyê wan ê jiyanê bû.” Yanî di PKK’ê de tişta sereke jiyana rast e. PKK tevgereke jiyanê ye. Ji ber vê komploya navneteweyî ji bo êrîşî vê jiyanê bike, bi pêş ketiye. Hêzên komploger piştî ku dîtin bi ti awayî nikarin Rêbertî bikişînin nava jiyana sîstemê, êrîşî Rêber Apo kirin.

Ev êrîş îro jî dewam dikin. Îro jî nahêlin yek gotina Rêber Apo derkeve jiderve. Mîna ku min destpêkê jî gotî, Pêngava 1’ê Hezîranê li dijî hêzên tasfiyeger hate avêtin. Armancên vê tasfiyegeran, bi vê pêngavê re hate pûçkirin. Weke gaveke leşkerî tê zanîn. Yanî wisa dixuyê, lê di bingehê xwe de mudaxeleya îdeolojîk a xeta Apoyî ya li dijî xeta lîberalîzmê bû. Dîsa li çiyayên Kurdistanê Pêngava 1’ê Hezîranê asta gerîlayên Tevgera Azadiyê derxist holê, xeta Apoyî li her derê kir serwer û bi rengekî bi bandor derxist pêş. Lewma Pêngava 1’ê Hezîranê pir girîng e.

Encamên Pêngava 1’ê Hezîranê çi bûn?

Hevrê Erdal yek ji pêşengên mezin ê vê tevgerê bû. Hevrê Têkoşîn û Seyîd Riza car din çûn qada Dersimê. Di vê pêngavê de wan jî wezîfe û mîsyoneke girîng bi cih anîn. Hevrê Silav Koçer li Sêrtê çalakî kir; mîna Bêrîtanê ji bo ku nekeve destê dagirkeran xwe şehîd kir. Hevrê Baz li Eruhê, li Gabarê çalakiyeke mezin pêk anî. Em vî hevrêyê xwe dubare dubare bi bîr tînin. Destkeftiyên Pêngava 1’ê Hezîranê ayîdê vî hevrêyê me ne. Niha gelek hevalên me yên ku me behsa navê wan nekirî, di vê pêvajoyê de pêşengî kirin. Di vê demê de dest bi nûkirina projeyên xwe kirin û di qada leşkerî de nûbûnên girîng hatin kirin. Tarzê tîm û tevgerê di encama vê pêngavê de pêş ket.

 Ev rastî derket holê. Çi dibe bila bibe PKK wê ji cewhera xwe dûr nekeve û ti hêz wê nikaribe PKK’ê ji cewhera wê dûr bixîne. Her wiha wê gerîla her tim ji bo parastina xeta Rêbertî bi israr be û hêza xwe ya meşandina şer û çalakiyê ti carî winda neke. Dîsa weke encameke girîng vegera li qadên Bakurê Kurdistanê çêbû. Di sala 1999’an de di dema vekişînê de hin qad hatibûn valakirin. Di wê demê de ew valahî cardin hate tejîkirin. Lê belê encama herî girîng a vê pêvajoyê şerê gel ê şoreşgerî bû. Hevrê Reşîd û Çîçek Botan di sala 2010’an de bûn pêşengên şerê gel ê şoreşgerî. Ev qonaxeke nû ya şerê me bû. Li Xakurkê, Şemzînan, xeta Zagrosê, Rindîkê, Şitaza, Oremarê çalakiyên mezin hatin pêk anîn. Li Botanê pêngava Beytûşebapê pêk hat. Bi giştî şer û têkoşîn li tevahiya Kurdistanê belav bû. Ev pêngav bû sedem ku dijminê dagirker hejandineke cidî bijî, gelek herêm ketin bin kontrola gerîlayan.

Weke ku we jî anî ziman, rewşên herî zehmet bi şer û têkoşîna şoreşgerî ya gerîla hatine derbaskirin. Îro jî ev şer û têkoşîn dewam dike. Hûn li ser şerê ku didome û têkoşîna gerîla dikarin çi bibêjin?

Em tenê li dijî dewleta Tirk a dagirker şer nakin, di heman demê de li dijî hêzên hegemonîk ên cîhanê jî têdikoşin. Artêşa NATO’yê bi hemû derfet û hêza xwe êrîşî me dike. Lê êdî niha hemû cîhan vê rastiyê dibîne. Şer di esasê de li Îmraliyê tê meşandin. Îro navenda şer Îmralî ye. Li Îmraliyê têkoşîneke pir dijwar û êrîşeke pir mezin heye. Di heman demê de pêşî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Kurdistanê li dijî Tevger, gel û Rêbertiya me konsepta şer û tasfiyeyeke topyekûn tê meşandin. Divê ev pêvajo ji rêzê neyê dîtin. Em çiqasî di şer û têkoşîna xwe de bi israr bin, hêzên komploger jî ji bo planên tasfiyê pêk bînin ewqas bi israr in. Ev ne xetereyeke ji rêzê ye. Ji bo vê jî berxwedana ku tê kirin ne berxwedaneke ji rêzê ye.

Ev 4 sal in gerîla li dijî teknîka NATO’yê, leşkerên pispor, çekên nukleerî û kîmyewî li tunelên şer ên li Kurdistanê şerekî bêhempa dimeşînin. Divê em ji xwe bipirsin bê çima êrîşên li hemberî gerîla ewçend mezin in. Îro gerîla temînata jiyana azad a herêmê û azadiya gelê Kurd e. Eger êrîşek li dijî gel û Rêbertiya me hebe, gerîla amade ye pêşî li vê bigire û tolê hilîne. Ev êrîş bi armanca şikandina îradeya gelê me pêk tên, lê belê hevrêyên me Rojhat, Erdal, Andok, Serxwebûn, Ekîn, Rûken, Sara, Serhed Giravî, Botan, Zinarîn û Şoreş Karer ev êrîş vala derxistin.

Ev 3 sal in dijmin li herêma Zap, Amediyê û qadên Şehîd Delîl a Zagrosê xitimiye û derbên pir giran xwariye û hê jî  dixwe. Ev xeta fedaî ya Rêber Apo ye. Heta niha gerîla li ser bingeha vê xetê şer kir û wê li ser vê xetê serketin bê qezençkirin. Heta ku ev istikrar û berxwedan hebe, ti hêz nikare PKK’ê û îrada gelê Kurd tasfiye bike. Ji ber vê yekê PKK bi tecrûbe, berxwedan, ked û xwîna şehîdan heta roja îro hatiye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê Bîlançoya meha Gulanê eşkere kir: 43 dagirker hatin cezakirin, SÎHA’yek hate xistin
Nûçeya Pişt re Serdegirtina şaredariya Colemêrgê tê şermezarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şehbayê êşkence li ciwanekî hate kirin û hate revandin

Çeteyên dewleta Tirk li Şehbayê êşkence li ciwanekî ku xwest aqûbeta bavê xwe û mamê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Kantona Firatê li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan

Bi sedan gelê Kantona Firatê li dijî dagirkirina Efrînê ku li pey xwe 6 sal…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Tiştên ku li girtîgehan diqewimin pêvajoyê nîşan didin’

Hevseroka MATUHAY-DER’ê Nûrten Karagoz bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?