Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gavên li gorî peymana 30’ê Çileyê hatine avêtin
Rojava

Gavên li gorî peymana 30’ê Çileyê hatine avêtin

Di çarçoveya xebatên bicihanîna peymana navbera QSD û Hikumeta Demkî ya Şamê de, hêzên ewlekariyê li nuqteyên hatine diyarkirin bi cih bûn, Waliyê Hesekê dest bi wezîfeyê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê di 29’ê Çileya 2026’an de lihevkirinek pêk anî. Li gorî lihevkirinê ku 30’ê Çileyê hat ragihandin, wê agirbest pêk were, hêzên leşkerî ji xalên pêşîn vekişin, hêzên ewlehiyê têkevin navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê, entegrasyona hêzên ewlehiyê li herêmê werek destpêkirin. Dîsa 3 tugyên leşkerî yên QSD`ê werin avakirin, entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de were pêkanîn, karmendên sivîl werin tayînkirin, mafên sivîl û perwerdehiyê yên gelê Kurd werîn pêkanîn, vegera koçberan bo deverên wan were mîsogerkirin.

Armanca peymanê yekkirina axa Sûriyeyê, pêkanîna entegrasyonê li herêmê, xurtkirina hevkariya di navbera aliyên peywendîdar de û yekkirina hewildanên ji bo ji nû ve avakirina welat e.

Li gorî nûçeya ANHA’yê pêkanîna peymanê 2’yê Sibatê destpê kir. Lê keriya 1’Sibatê şandeyên hikûmeta demkî derbasî Hesekê û Kobanê bûn, civîn hatin çêkirin. 2’yê Sibatê li Hesekê bi amadebûna fermandarê Hêzên Asayîşê Mihemed Xelîl Elî (Siyamend Efrîn), fermandarê hêzên ewlekariyê yên bajarê Hesekê Merewan El Elî yê ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye tayînkirin û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn civîn hat çêkirin. Di hevdîtinên ku ji ragihandinê re girtî hatin lidarxistin de, gavên pêşîn ên pêkanîna lihevkirinê hatin nîqaşkirin.

2’yê Sibatê şandeya hêzên hikûmeta Şamê derbasî sînorên gundewarên bajarê Kobanê bûn û li xalên ku bi hemahengiya Hêzên Asayîşê re hatibûn diyarkirin, belav bûn.

3’yê Sibatê jî şandeya hikumeta demkî, bi tevkariya Asayîşê derbasî bajarê Qamişloyê bûn û li ser pêkanîna peymanê danustendin kirin.

Di aliyê îdarî de jî, parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed ê ji aliyê QSD’ê ve hatibû destnîşankirin, 5’ê Sibatê hat Hesekê û bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Di heman rojê de şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Kobanê ji hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser Ferhan Hec Îsa, hejmarek nûnerên rêxistinên û rêveberên bajarê Kobanê û rûspiyên pêk dihat çû Helebê. Şande li avahiya parêzgeriya Helebê bi fermandarê giştî yê hêzên ewlekariyê yê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û cîgirê wî Elî Henûra û hejmarek berpirsên din ên hêzên ewlekariyê yên hikumeta demekî re civiya. Di civînê de pirsgirêkên herêmê û mekanîzmeya kar li gorî bendên lihevkirinê nîqaş kirin.

6’ê Sibatê endamê fermandarên komên hikumeta demkî bi serokatiya Hemze El Himêdî li Hesekê bi endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê Çiya Kobanê û hejmarek din ên fermandarên QSD’ê re civiyan. Di civînê de qonaxên entegrasyona leşkerî û rêbazên pêkanîna wê hatin nîqaşkirin. Li gorî çavkaniyan, cihên ku dê wekî bargehên 3 tugeyên leşkerî yên QSD’ê werin tesbîtkirin, hatine gotubêjkirin.

7’ê Sibatê Fermandarê hêzên ewlekariyê yê Hesekê yê ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye tayînkirin Merwan El Elî, serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed kir.

Çavdêr dibêjin ku ev gavên tên avêtin, nîşan didin ku xwestek heye da ku ev lihevhatin li ser erdê were çesipandin.  Ev pêngav dê bibin amadekarî bû gevên berferhtir li ser dosyayên entegrasyonê û rêvebirina saziyan.

Li aliyê din dorpêça li ser Kobanê û dagirkeriya Tirk a li herêmên Kurdan ku li pêşiya vegera koçberan dibin asteng didiome. Li ser van mijaran jî gotubêj didomin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ragihandina hesabên medyayê, ji bo têketina bê vîze ya DYE’ê mecbûrî bû
Nûçeya Pişt re Dorpêça li ser Kobanê 20 roj in dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferansa Yekrêziya Kurdî ji çapemeniyê re girtî dewam dike

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji çapemeniyê re girtî dewam dike. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Uysal: Silav ji Abdullah Ocalan ê ku ruh da Newrozê re!

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal di pîrozbahiya Newrozê ya li quntara Çiravê pêk hat de…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir ku di dema berxwedana li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?