Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gelê Qamişloyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan e
Rojava

Gelê Qamişloyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan e

Li bajarê Qamişlo û Kobanê bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan û gotin: “Em bêyî Rêbertî çareseriyê qebûl nakin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Pariya Yekitiya Demokrat (PYD) li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li Qamişloyê meşeke girseyî lidar xist.

 

Tevî endam û rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, kesayetên navdar û bi sedan şêniyên Qamişloyê tevlî meşê bûn.

Meşê ji Çerxerêya Sonî ya bajêr dest pê kir û wêneyên zarokên di êrîşan de şehîd û birîndar bûne, wêneyên Rêber Apo û yên şehîdên şoreşê hatin hildan û pankartên “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin” hatin vekirin. Gelek caran jî dirûşmên “Na ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker re”, “Kujer Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî Serok Apo”, û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Girseya meşê li Çerxerêya Sebeh Behrat sekinî. Li wir piştî rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hikmet Hebîb axivî.

Hikmet Hebîb bal kişand ser têkoşîn û berxwedana şehîdan û diyar kir ku bi saya berxwedana wan gihîştine ber deriyê azadiyê.

Hikmet Hebîb diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî û destnîşan kir ku ji roja ewil ya  avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk heya roja îro êrîşên xwe didomîne û got: “Ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê û Rojavayê Kurdistanê modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi ser nekeve, dewleta Tirk a dagirker hemû çeteyên terorî di nava xwe de hewand û bi destê wan bi her awayî êrîş dibe ser giştî herêmê.”

Hikmet Hebîb di dewama axaftina xwe de da zanîn dewleta Tirk bi taybetî şoreşgerên ku di têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de rol leyîstine dike armanc, dîsa êrîşî binesaziya herêmê dike û jin, zarok û mirovên sivîl qetil dike.

Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê gelê herêmê li hember êrîşan heya dawî li ber xwe bide û desnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker çiqasî bi êrîşan bajarê wan xirab bike jî, ew ê dîsa ava bikin.

Hevseroka TEV-DEMˈê Remziye Mihemed jî û di destpêka axaftina xwe berxwedana gelê ku li ber xwe dide, silav ji Rêber Apo re şand.

Remziye Mihemed şehîdên şoreşê bi bîr anîn û  got: “Di şexsê şehîdên Siwêdîkê de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û em bejna xwe li hember wan di tewînin. Xeta şehîdan xeta azadî û serkeftinê ye.”

Remziye Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de behsa durûtiya siyaset û polîtîkayên dewleta Tirk kir û diyar kir ku ji aliyekî ve hevdîtinê dixin rojevê, ji aliyekî din ve êrîşên xwe bi dijwarî didomînin.

Remziye Mihemed bal kişand ser êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û da zanîn ku hemû jiyan û binesaziya herêmê wêran kiriye.

Hevseroka TEV-DEMˈê Remziye Mihemed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sîstema êşkence û qirkirinê ya girava Îmraliyê û diyar kir ku çawa berxwedana gel hişt ku ji Îmraliyê silavên Rêber Apo ji gel re werin, wê ji îro şûn de jî bi mezinkirina berxwedana gel, bi temamî deriyê Îmraliyê bê şikenandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Semsûrê cendirmeyan bi ser mala rojnamevanan de girt
Nûçeya Pişt re Serokwezîrê Iraqê li Stenbolê bi Erdogan re hevdîtin kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 815’an de ye

Xelkê Mexmûrê di roja 815’emîn a çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo de…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên DEM Partiyê êrişa Îsraîlê ya li Beyrûdê şermezar kirin

Hevserokên DEM Partiyê êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li başûrê Beyrûdê şermezar kirin û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Civîna komîsyonê wê di 19 û 20’ê Tebaxê de bên lidarxistin

Civîna komîsyona ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin bi dawî bû. Civîn wê hefteya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?