Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duşunmez: ‘Qanûna Çarçoveyî’ hiqûqa yekem a çareseriya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat Ata: Divê em ji wêrekiya Rêbertiyê re bibin bersiv

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê kes netirse û dest bide aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê serdana Demîrtaş û Mizrakli kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê bang kir ku her kes bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî têkoşîna jiyana azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komûna Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re Jînda Şerker bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê 15’ê Tebaxê bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Seîd Çomlek bi merasîmekî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayên HPG û YJA Starê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo soza me
Kurdistan

Gerîlayên HPG û YJA Starê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo soza me

Gerîlayên HPG û YJA Starê der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û gotin: “Bi raman û felsefeya Rêber Apo komplo vala hat derxistin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo soza me.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku starta wê di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate dayîn û di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam kir, kete sala 26’an. Komplogeran di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwestin Tevgera Azadiyê tune bikin. Lê belê ji ber ku Tevgera Azadiyê li ser bingeha fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye avakirin heta niha xwe li ser piya girtiye û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin. 

Gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de axivîn û nirxandinên girîng kirin.

‘RAMANÊN RÊBER APO TEVAHIYA NETEWEYAN VEDIHEWÎNE’

Gerîlayê HPG’ê Yilmaz Xerzan anî ziman ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojek bi êş û roj e û wiha got: “15’ê Sibatê ji bo dîroka Kurdan rojeke bi êşe, ji ber di vê rojê de li ser Rêber Apo Komployeke Navneteweyî pêkhat. Di dîrokê de Rêberekî weke Rêber Apo derneketiye, Rêber Apo hem şerê fikrî, zihnî û birdozî dike. Di cîhanê de ev cara yekem e ku fikreke wiha derdikeve holê, ew jî bi saya Rêber Apo ye. Komploya ku îro li ser Rêber Apo çêbûye, bi plana dewletan bû, ji ber ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsiyan. Ji ber ku ramanên Rêber Apo azadiya hemû netewan digirt nava xwe. Plana destpêkê ya li ser Rêber Apo komplo bû, îro jî dewama wê dikin hîn ev komplo bi dawî nebûye. Ev jî bi rêya tecrîda giran û cezayên disiplînê dewam dikin.”

‘BI RAMANÊN RÊBER APO EM LI HEMBERÎ DAGIRKERAN ŞER DIKIN’

Gerîla HPG’ê Serdem Amanos jî da zanîn ku bi komployê di şexsê Rêber Apo de xwestin Kurdan tune bikin û got: “Ji ber ku ramanên Rêber Apo dawiyê li desthilatdariya wan tîne û civakê azad dike. Di roja îro de li hember pergala dewleta Tirk, tevahî cîhan ji bo Rêber Apo li ser piyan e. Ew dixwazin carek din gelê Kurd di qirkirinê re derbaskin, lê belê em weke gerîla li ser bingeha ramanên Rêber Apo li hember dagirkeriyê şer dikin ji bo azadiya gelan têdikoşin û em tu carî gav paş de navêjin. Hewildanên me jî ev e ku em bikaribin hîn zêdetir di nav vê şoreşê de cihê xwe bigrin, ji bo em tekoşîneke xurtir bidin meşandin. Eger îro di çeperên şer de gerîla li ber xwe dide, şer dikin û dibin fedaî xwe feda dikin ev bi saya ramanên Rêber Apo ye. Em ê vê berxwedanê bidomînin û teqez serkeftinê bi dest bixin, Rêber APO fîzîkî rizgar bikin civaka xwe azad bikn. 

Soza me jî ev e, em ê tola her hevalekî xwe yê şehîd rakin û em ê heta dawiyê li hember dagirkeriyê şer bikin. Û em soza serketinê didin.’’

‘RAMANÊN RÊBER APO KOMPLO PÛÇ KIR’

Gerîlaya YJA Starê Ronahî Arjîn jî axivî û komplo û komlogeran nalet kir û ev tişt got: “Hêrs û kîna me mezine li hember vê komployê. Dijmin tecrîdeke giran li ser Rêber Apo ferzkiriye. Di vê salê de ji bo azadiya Rêber Apo em ê tekoşîn û şerekî bê hempa bikin. Tiştê ku Rêber Apo ji me dixwaze jî ew e ku em şerekî xurt bidin meşandin û azadiyê bi dest bixin. Azadî jî di şexsê Rêber Apo de gengaz e. Ev jî dihêle ku tekoşîna ku em di vê pêvajoyê de didin meşandin wê bibe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tevahî gelan. Em weke gerîlayên Kurdistanê bi Rêbertiya xwe ve girêdayî ne. Dijmin her di şexsê jinê de civak û welatê me kolekir, em ê jî di şexsê jinê de azadiya fîzîkî yê Rêber Apo mîsoger bikin. Her roj hêrs û kîna me mezin dibe, bi vê re jî em têkoşînê jî xurtir dikin.”

‘WÊ KOPLOGER TU CARÊ NEGIHIN ARMANCA XWE’

Gerîlayê HPG’ê Orhan Hesret jî wiha got: “Heta komplo bi dawî nebe em ê her dem tekoşîna xwe dewamkin. Destpêkê em vê komployê şermezar dikin û vê yekê tu carî qebûl nakin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ve azad e. Ji ber ku îro cîhan bi fikir û felsefeya Rêber Apo nîqaş dike. Koplogeran encam negirtiye û dixwazin bi tecrîd û êrîşa li ser gelê me encamê bigrin. Lê wê tu carê negihin armanca xwe. Ji ber ku em gerîla şopdarê fikir û felsefeya Rêber Apo ne.’’

‘RÊBER APO JI BO GELAN LI BER XWE DIDE’

Gerîlayê HPG’ê Orhan Hesret ê Ereb jî wiha got: “Ez weke ciwanekî Ereb ji bo azadiya Rêber Apo tevlî nava refên gerîla bûm. Ji ber ku fikir û ramanên Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e. Ji bo gelê Ereb û tevahiya gelên azadîxwaz in. Niha Rêber Apo ji bo azadiya tevahî gelan li Îmraliyê li ber xwe dide. Hêza ku niha gerîla pê şer dike, hêz û baweriya Rêber Apo ye.’’

Di dawiya axaftina xwe de gerîla Orhan Hesret, got: “Li ku derê gerîla bixwaze dikare çalakiyên serkeftî bike. Ev hêz û baweriya ku gerîla ji Rêber Apo girtiye bûye bingeha şerkerî û pêşve çûyina gerîla. Dewleta Tirk ya dagirker di fikirî ku gerîla nikarin çalakiyan bikin, bila bînin li bîra xwe ku çawa Şehîd Ruken û Şehîd Zelal li nava Mêrsînê çalakiya fedaî kirin. Ev tê wê wateyê ku gerîla kengî li ku derê bixwaze dikare çalakiyên serkeftî bikin. Ev şer û berxwedaniya ku niha tê meşandin berdewamiya berxwedana Rêber Apo ye. Ne tenê li çiya li tevahî Kurdistanê em ê serketinê misoger bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parlamenter Sheppard ji David Cameron re nameya ‘Ji Ocalan re azadî’ şand
Nûçeya Pişt re Dayikên Şemiyê ji bo Cemal Akar ê di bin çavan de hat qetilkirin daxwaza edaletê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Pêwîstî bi sîstemeke perwerdeyê ya nû û bi zimanê dayikê heye’

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş destnîşan kir ku ev sîstema dibe sedem travmayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Asayîbûna Îsraîl-Siûdî ‘ji her demê bêhtir’ nêzîk e!

Sefîrê Bilind ê Îsraîlê yê li DYE'yê ragihand ku asayîbûna Îsraîl û Erebistana Siûdî 'ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Namzetên DEM Partiyê hatin pêşwazîkirin: Em ê bajarên xwe rizgar bikin

Namzetên Qersê yên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de hate gotin, "Em…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê bang kir ku her kes bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî têkoşîna jiyana azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve: Vejîna gelekî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?