Gerîlayên YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kirin û anîn ziman ku sedsala dawî ya bi şer û kaosê derbas bû bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re ya ku Rêber Apo da destpêkirin wê veguhere sedsaleke aştiyane û demokratîk.
Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Dîcle diyar kir ku hêzên hegemon gelan li hemberî hev sor dikin, Rojhilata Navîn salên dawî bi şer re rû bi rû hate hiştin û got, “Weke ku tê zanîn li seranserê Rojhilata Navîn sedsala dawî şer dewam kir. Gelên li herêmê li gel van şeran zirarên mezin dîtin. Bêguman koçberkirina bi darê zorê; bajarên ku hatin tunekirin û însanên hatin qetilkirin ev hemû ji gelên Rojhilata Navîn re rewa hatin dîtin. Dema ku em li encamê dinêrin jî şerekî ku destkeftî û encamên wê tune ne, derdikeve pêşiya me. Bi taybetî jî tê dîtin ku yek ji gelên ku gelekî ji vî şerî bandor bûye, gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ye ku gelê Kurd herî zêde bi komkujiyan re rû bi rû maye, zirarên şerî dizane û şer û aşitiyê ji hev cuda dikin. Girêdayî vê yekê jî gelê ku herî zêde hesreta aşitiyê dike, gelê Kurd e.’’
Avaşîn Dîcle di dewama axaftina xwe de bal kişand ser sabotekirina pêngavên Rêber Apo yên têkildarî aşitiyê yên beriya niha û got: ‘’Baweriya me heye, ger divê pirsgirêkek were çareserkirin divê dualî be. Ev yek herî zêde dikare ji aliyê kesên ku li dijî hev şer dikin ve were fêmkirin. Rastiyek e ku ji aliyê aliyan ve tê zanîn. Ketina dewrê ya aliyên sêyemîn tê wê wateyê ku wê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Bi taybetî aliyên sêyemîn wê şerî kûrtir bikin. Ji ber ku Rêber Apo ev yek dît banga çareserî û diyalogê li civakên demokratîk û gelên li herêmê kir. Ev bang, banga rêya çareseriyê ye û hemû civakan eleqedar dike. Di rastiyê de hemû gelên ku dixeazin li Rojhilata Navîn tiştekî bikin, eleqedar dike. Helber ji bo bersivdayîna banga heyî divê ew were fêmkirin û lê xwedî derkevin. Helbet weke gerîlayên girêdayî Rêbertî dema ku însan difikire, pêvajoyeke diyalogê ya li gel dewleta Tirk hatiye destpêkirin heye lê belê hê negihîştiye encamekê. Cara ewil nîne ku Rêbertî têkildarî aşitiyê pêngavan diavêje. Beriya niha hem agirbest îlan kir hem jî deriyên aşitiyê vekirin. Lê belê ev hewlên Rêbertî ji aliyê dijmin ve hatin sûîstîmalkirin, bi awayekî cuda hatin bikaranîn. Li berjewendiyên xwe nêrî û bi armanca çewisandin û tunekiriena hêzên gerîlayan bi kar anî. Ji ber vê yekê nabe ku em bibêjin gelekî bi durîstî nêzîk bû. Ji ber vê yekê çawa ku negihîşt encamekê şerî jî berdewam kir. Gelek birînên me yên li hemberî dewletê hê jî nû sax nebûne. Gundên ku hatine şewitandin û însanên me yên ku hatine qetilkirin, hene. Gelek koçberkirinên bi darê zorê û komkujî hene. Her wiha pêvajoyeke aşitiyê ya ji aliyê Rêbertî ve hatibû destpêkirin, hebû û di wê demê de li ser Rojava êrîş û komkujî pêk hatin. Ji ber vê yekê têkildarî dewletê gumanên me hene. Lê belê Rêbertî pêvajoyek da destpêkirin û em dixwazin xwedî lê derkevin. Baweriya me heye, ger divê pirsgirêkek were çareserkirin divê dualî be. Ev yek herî zêde dikare ji aliyê kesên ku li dijî hev şer dikin ve were fêmkirin. Rastiyek e ku ji aliyê aliyan ve tê zanîn. Ketina dewrê ya aliyên sêyemîn tê wê wateyê ku wê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Di vê çarçoveyê de em dizanin ku hestên netewperestiyên yên gelê Tirk û hêzên desthilatdariyê beralî kirin. Nêzîkî sed salan e ji gelê Kurd re gotin ‘terorîst’ û di bin hinceta ku em bi wan re şer dikin, gel bi birçîbûnê re rû bi rû hiştin û bê îrade kirin. Di rastiyê de ji me zêdetir hewcehiya gelê Tirk bi aşitiyê heye. Girêdayî vê yekê jî ger gelê Tirk xwedî li vê pêvajoyê derkeve wê pêvajo jî baş pêş bikeve.
‘HEWCEHIYA GELAN BI AŞTIYÊ HEYE’
Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Dîcle di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hemû gel daxwaza aşitiyê dikin, divê banga Rêber Apo neyê sûîstîmal kirin, wê tu kes nikaribe îradeya wan teslîm bigire û ev yek anîn ziman: ‘’Mijareke din jî ew e ku weke gelê Kurd hêza me û îradeyame di gelek mijaran de hatiye îspatkirin. Divê ji dewletê bendewariyên me nebin, gel dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe. Bi saya hişendiya ku ji Rêbertî standin, dikarin li gel pergalên xwe jiyanên xwe bidomînin. Dikare bes bi vî rengî be. Weke gerîlayên jin em ji Rêbertiya xwe bawer dikin û xwedî li bangê derdikevin. Lê belê ger dewlet dîsa bixwaze bêrûmetiyê li me ferz bike, bixwaze bi vê rêbazê çareseriyê sûîstîmal bike, helbet em dizanin ku şer ne tiştekî baş e lê belê em êrîşên li ser îrade û çanda xwe bê bersiv nahêlin. Em ê teslîmiyetê qebûl nekin û bi awayekî bihêztir û hişmendîtir bersivê bidin. Herî dawiyê jî em li bendê ne ku hemû kes bi awayekî erênî bersivê bide banga Rêbertî û hêvî dikin ku 1’ê Îlonê bibe wesîleya aşitiya di navbera hemû gelan de bi taybetî jî bibe wesîleya xwişk-biratiya gelên Kurd-Tirk.’’
‘YÊN ŞER KIRINE DIKARIN AŞTIYÊ PÊK BÎNIN’
Gerîlaya YJA Starê Nûjiyan Pelîn jî bal kişand ser nirxandinên Rêber Apo û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke milîtanên Rêber Apo 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî bes bi rojekê re sînordar nakin, ji bo bidawîbûna êşên hemû dayîkan armanc dikin ku hemû roj bibin rojên aşitiyê. Ji bo ku gelên di şeran de hebûnên wan bi tunebûnê re rû bi rû mane watedar bibin, aşitî bivênevê ye. Rêbertî jî ji destpêka pêvajoyê û pê ve di Manîfestoya Aşitîû Civaka Demokratîk de dibêje ku ‘yên şer kirine dikarin aşitiyê pêk bînin.’ Ev têgeh, mifteya pêvajoyê vedike. Ger bi vî rengî be wê teqez ser bikeve. Ji ber vê yekê jî em nabêjin ku em bes bikin rojev yan jî naxwazin li gel têgehan sînordar bikin. Dema ku însan li gerdûnê dinêre û li însanên ku weke gerdûneke biçûk in dinêre weke diyalektîka demê hebûnên xwe bi awayekî erênî û neyînî didomînin. Şer û aşitî jî weke du cêwîkan in ku ji hev venaqetin. Ev yek li gel însanan weke civakî û siyasî bi rêya taybetmendiyên cuda xwe nîşan dide. Ji ber vê yekê jî hewla sereke ya Rêbertî jî ew bû ku aşitiyê bîne û ji bo kê ev yek pêk were her tişt dan ber çavan.’’
Gerîla Nûjiyan Pelîn piştre daxwaz kir ku li gel pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin sala 2026’an ji hemû gelên cîhanê re aşitiyê bîne û ev yek anî ziman: ‘’Di rastiyê de aşitî amade ye. Hebûneke aşitiyê heye. Bes divê di kêliyê de were watedarkirin. Ji dema ku Rêbertî Tevger avakir û heya niha xwedî nêrîneke aşitiyane bû û gelek caran hewlên vê yekê nîşan dan. Di salên 1993-95-98 û herî dawiyê jî di sala 2025’an de pêvajoyên aşitiyê dan destpêkirin. Ger aşitî pêk were divê tu alî yan jî civak bê parastin nemînin. Ev yek tê wateya hebûna di navbera aliyan de. Ji ber vê yekê ye ku Rêbertî tu caran nexwestiye ji tu aliyan xwîn birije. Bi salan ji bo hawara dayîkan bûye aşitî. Rêbertî bûye dengê qîrîna van dayîkan û parastina aşitiyê dike. Bi vê bawerî û hêviyê em daxwazdikin ku 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî bes ne rojekê her roj ji bo dayîkan û gelên li ber xwe didin bibe diyarî. Wê teqez li gel pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve tê birêvebirin çanda aşitiyê li Rojhilata Navîn ji nû ve zindî bibe ku yek ji taybetmendiya wê ye.’’

