CNN a girêdayî DYE’yê roja duşemê nûçeyek weşand. Li gorî nûçeyê, Tehranê li dijî DYE’yê dest bi amadekariya plana êrîşekê kiriye.
Ji 7 çavkaniyan, 2 kes ji CNN’ê re axivîn. Çavkaniyan diyar kir ku di agahiyên îstixbarata DYE’yê bi dest xistî de, têkildarî hedefên êrîşê hûrgûlî hene.
ÎDÎAYA ‘BOMBEYA QIRÊJ’
Rayedarên ji rêveberiya DYE’yê ji bo parastinê hişyarî dan. Li gorî rayedaran, dibe “bombeya qirêj” a ku madeyên radyoaktîf belavî derdor dike, were bikaranîn. Lewma Îran ji bo pêkanîna êrîşê, tenê kesekî jî li DYE’yê wezîfedar bike têrê dike.
Her wiha tê diyarkirin ku muzakereyên navbera Tehran û Washingtonê xitimî ne.

