Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
Rojane

Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin

Li Agiriyê bi çalakiyekê girtina Komeleya Ziman û Çandê ya Avesta, hate protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komeleya Ziman û Çandê ya Kurdî Zana Ararat, têkildarî girtina Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê ya Îzmîrê daxuyanî da. Daxuyanî, li ser Cadeya Cumhuriyetê ya li navendê hate dayin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdeya bi Kurdî” û dovîzên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî zimanê Kurdî” hatin hilgirtin.

Hevserokê Komeleyê Serhat Yilmaz di daxuyaniyê de anî ziman ku zimanê gelê Kurd mafê gelê Kurd ê kolektîf û nasnameyî ye û têkildarî hebûna gelê Kurd e. Yilmaz, wiha domand: “Di encama polîtîkayên bişaftin û înkarê yên sed salî de ev mafê jiyanî yê gelê Kurd heta niha tune hatiye hesibandin, gelê Kurd ji perwerdeya bi Kurdî bêpar hatiye hiştin û zimanê Kurdî her tim bi awayên cuda rastî astengkirin û qedexeyan hatiye. Îro jî tevî hewldanên ji bo aştî û pêkanîna demokrasî û edaletê di nava civakê de, roj bi roj bi rengên cuda cuda êrişên nû bi ser Kurdî û Kurdan de tên. Weke parçeyeke van êrişan, 31’ê Tîrmehê de bi fermana Walîtiya Îzmîrê bi hinceteke ji rêzê polîsan bi ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê de girt û di 1’ê Tebaxê de jî deriyê Komeleyê hat mohrkirin. Ev êriş nîşan dide ku helwesta li hemberî ziman û çanda Kurdî mixabin hê jî neguheriye û her li ser heman xeta astengkirin, sînorkirin û qedexekirinê ye.”

Di berdewama axaftina xwe de Yilmaz destnîşan kir ku weke saziyên zimanê Kurdî, ew vê êrişa li dijî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoya hestiyar de ku ji bo pêkanîna maf û daxwazên gelê Kurd û çareseriyê ked tê dayîn, lazim bû ku rê li ber êrişeke wiha venebûya û rayedaran li gelê Kurd, sazî û dezgehên gelê Kurd rêz bigirtina. Lê mixabin berovajî vê yekê, komeleyeke ku bi rêya kargehên zimên û çalakiyên çandî ji sala 2018’an ve li metropoleke wekî Îzmîrê xwedî li çand û zimanê Kurdî derdikeve, em dibînin ku rayedar bi neheqî û bi nêteke nebaş xebatên vê Komeleyê û xebatên zimanê Kurdî asteng dikin.”

Yilmaz, bi domdarî daxuyand ku ew dubare bi bîra rayedaran dixin ku ne maf û hedê tu kesî ye ku êrişên bi vî rengî li nasname, hebûn û zimanê Kurdan bike û wiha pê de çû: “Ji lew re ziman rasterast nasname û hebûna gelê Kurd e. Êrişên bi vî rengî bêtehemûliyeke kûr nîşan didin li dijî gelê Kurd, nirxên gelê Kurd û nasnameya gelê Kurd. Em vê êrişa li ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê weke êrişeke li ser zimanê Kurdî û nasname û hebûna Kurdan dizanin. Ji ber vê yekê, divê ev êriş demildest were rawestandin. Miameleyên ku serê pêşîn bi destê Walîtiya Îzmîrê û paşê jî bi destê zabiteyên Şaredariya Îzmîrê pêk hatine, divê paşve werin kişandin.”

Yilmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Weke gotina dawîn, gelê Kurd ev ji sed salî zêdetir e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe têdikoşe û heta ku mafê xwe yê perwerdeya bi Kurdî û azadiya xwe bi dest nexe ew ê bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernede. Weke saziyên zimanê Kurdî, em careke din piştgiriya xwe ji bo Komeleya Avestayê derdibirin û didin zanîn ku êrişa li ser Komeleya Avestayê êrişeke li ser zimanê Kurdî û gelê Kurd e. Ji ber vê çendê, em vê kiriyara walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin û bi vê minasebetê, bangê li raya demokratîk û rayedaran dikin; êdî wext e ku mafê perwerdeya bi Kurdî û statuya Kurdî were cîbicîkirin û hiqûqa gelê Kurd û gelan were naskirin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî zimanê Kurdî”, “Bijî têkoşîna zimanê Kurdî”  û “Perwerdeya bi Kurdî, Statuya Kurdî” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AGIRÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyên şervanên QSD’ê li Şedadê hatin veşartin
Nûçeya Pişt re Komkujiya Şengalê li Moskowayê hat bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Agirbesta Îsraîl û Hamasê destpê kir

Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de, piştî derengmayîneke kurt ket meriyetê.

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên hikumeta demkî bombeyan li derdora Bendava Tişrînê dibarînin

Bombardûmana komên ser bi hikumeta demkî ya Şamê ya li ser Bendava Tişrînê dewam dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Piştî 30 salan hat berdan, ji hêla gel ve hat pêşwazîkirin

Mehmet Kanit ê ku piştî 30 salan hat berdan, li Silopiyayê bi meşaleyan hat pêşwazîkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?