Girtiyê 30 salan Kenan Altûn ji Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa L a Hejmar 1 tehliye bû.
Altûn ê ku li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin, wiha got: “Piştî 30 salan em derketin, lê Rêber Apo hê jî di hundir de ye. Heke em 24 saetên xwe ji bo azadiya Rêber Apo nedin, em nikarin encamekê bistînin.”
Altûn di daxuyaniya xwe de ev peyam jî dan: “Ez gelek xemgîn im, ji ber ku hê jî bi hezaran hevalên me girtî ne. Hevalekî me 84 salî hê girtî ye. Silavên hevalên me ji her kesî re hebûn. Morala hevalan baş e.
Divê em 24 saetan ji bo azadiya Rêber Apo tevbigerin û bixebitin. Divê em ji bo siberojek azad li cihê xwe rûnenên û ji bo serkeftinê û rojên pîroz bixebitin. Çi ji destê me werê em ê bikin, ji ber ku em dizanin barê me giran e. Em di qonaxeke girîng de derbas dibin, ev qonax nayê wateya ku em li cihê bisekinin.”

