În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: Dayê bêhna sêvê tê
Kurdistan

Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: Dayê bêhna sêvê tê

Di dema êrîşê de bêhneke giran a sêvan li herêmê belav bû. Zarok ber bi wê bêhnê ve bazdan û peyva wan a dawî pir caran ev bû: "Dayê, bêhna sêvê tê min."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Adar 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Di hiş û bîra gelê Kurd de jî erîşa çekên kîmyayî ya ku bi navê “Bêhna Sêvê” tê zanîn – komkujiya Helebçeyê – tu carî nayê ji bîrkirin. 

Di dîrokê de heta roja îro jî siyaseta tune kirin, qirkirin û îmha kirin li ser gelê Kurd tê meşandin; siyaseta ku dixwaze wan bê nasname, bê çand û bê hafiza bihêle. 

KOMARA IRAQ Û SEDDAM HUSEYÎN 

Komkujiya Helebceyê qonaxa 8’emîn û ya dawî ya Operasyona Enfalê ye. Ev operasyon di bin serdestiya Seddam Huseyîn de hate meşandin. 

Enfal yek ji projeyên siyasî yên tune kirin û imha kirina gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bû, ku di nav sînorên Iraqê de ye. Iraq dewleteke federal a li Rojhilata Navîn e û Herêma Kurdistanê jî di nav sînorên wê de cih digire. Beriya ku Iraq serxwebûna xwe îlan bike, welat di bin Mandatiya Brîtanyayê de dihat rêvebirin. Iraq di sala 1923’yan de serxwebûna xwe bi dest xist û di dîroka nêzîk de nêzî 40 sal di bin serdestiya Partiya Baas de ma. Komara Iraqê di 14’ê Tîrmeh 1958’an de piştî rûxandina Keyaniya Iraqê hate avakirin. 

Serokê yekem ê Komara Iraqê Muhammed Necib er-Rubai bû. Seddam Huseyîn jî serokê pêncemîn a komarê bû. Seddam Huseyîn di 28’ê Nîsan 1937’an de li gundê El-Awce, ku nêzî Tikrîtê ye, ji malbateke xizan a ji eşîra Albu Nasir hat dinyayê. Ew çar salên pêşîn ên jiyana xwe li cem xalê xwe Xeyrallah, ku efserê leşkerî bû, derbas kir. 

Di sala 1956’an de xalê wî teşwîq kir ku bikeve akademiyeke leşkerî, lê di azmûnên wergirtinê de bi ser nakeve. Di sala 1957’an de tevlî Partiya Baas dibe. Di salên 1968–1979’an de wek cîgirê serok kar kir û di 1979’an heta 2003’yan weke serokwezîr peywir girt. Seddam endamekî girîng ê Partiya Baas a Sosyalîst a Ereb bû. 

Di dema cîgirê serokatiyê de, Seddam bi neteweyî kirina Şîrketa Petrolê ya Iraqê aboriya welêt guherand. Ew pêşengiya şerên Iraqê li dijî Kurdan kir û serhildanên Kurd tepeser kir, heta ku Peymana Cezayîrê bi Îranê re piştgiriya ji Kurdan re qut kir. 

Piştî îstifaya Ahmed Hasan el-Bekir, Seddam desthilatdarî bi fermî girt û bû serokê Iraqê. Di dema serokatiya wî de, gelek meqamên girîng ên desthilatdariyê bi piranî ji aliyê Erebên Sunnî ve hatin dagirtin. 

Ji 1987’an û pê ve rejîma Seddam li dijî Kurdan kampanyayek qirkirinê ya sîstematîk da dest pê kirin. Di wan salan de “herêmên qedexe” li Kurdistana Iraqê hatin ragihandin. Elî Hesen Mecîd, pismamê Seddam – ku bi navê “Eliyê Kîmyewî” tê zanîn – wek berpirsiyarê herêma Kurd hate tayînkirin. Di 17’ê Cotmeha 1987’an de jî serjimêrek neteweyî hate kirin ku ev hemû amadekarî ji bo Operasyona Enfalê bûn. 

Operasyona Enfalê wek 8 qonax hate plankirin û di dîrokê de wek kampanyayek qirkirinê ya li dijî Kurdan tê zanîn. Navê Enfalê ji Sûreya Enfalê ya di Quranê de hatiye girtin. Esasê vê operasyonê li ser talankirin, şikandina civakê û tune kirina gelê Kurd bû. 

Enfal wek siyasetek tune kirin û imha kirina gelê Kurd bi awayekî xedar û bê exlaq hate meşandin. Qonaxa herî dawî ya vê kampanyayê di 16’ê Adara 1988’an de li Helebçeyê qewimî, ku leşkerên Iraqê çekên kîmyewî yên ku li cîhanê di şer de qedexe ne  li dijî sivîlan bi kar anîn. 

QONAXÊN ENFALÊ -QIRKIRIN Û WÊRANKIRIN- 

Enfal bi fermana serokê rejîma Baasê Seddam Huseyîn û di bin rêveberiya Elî Hesen Mecîd de hate meşandin. Ev operasyon bi 8 qonaxan hate kirin. Di encama wan de nêzî 182 hezar Kurd hatin qetlkirin û nêzî 4 hezar û 500 gund hatin valakirin û wêrankirin. 

QONAXA YEKEMÎN 

Qonaxa yekem di 23’yê Sibatê 1988’an de bi pêşengiya wezîrê parastinê yê wê demê Sultan Haşim li gundên Sergelu, Bergulî , Dola Cafayetî, navçeya Bingirde ya rojhilatê bendava Dukan û bajarokê Dukan, bajarê Silêmaniyê, navçeya Mawet û Çuwartaş êrîş hatin dest pê kirin. Gelek gund û navçe hatin wêrankirin. Ev qonax heya 19’ê Adara 1988’an berdewam kir. 

QONAXA DUYEMÎN 

Di 22’yê Adara 1988’an de qonaxa duyem li navçeyên Qeredax, Tekiye, Segrime, Derbendibaser, Silêmanî û Qupî Qerax dest pê kir. Di vê qonaxê de gelek gund û navendên herêmê hatin girtin û talankirin. Ev qonax heya 1’ê Nîsana 1988’an dom kir. 

QONAXA SÊYEMÎN 

Di 7’ê Nîsana 1988’an de qonaxa sêyem li navçeyên Germiyan dest pê kir. Ev qonax yek ji êrîşên herî mezin û dijwar bû. Êrîş li navçeyên Xurmatû, Qadirkerem, Kifrî, Çemçemal, Têlekû, Pêbaz, Sengaw û Tekiye hatin kirin. Di 14’ê Nîsana 1988’an de nêzî 20 hezar jin, zarok û zilam hatin girtin. Ev qonax jî heya 20’ê Nîsana 1988’an berdewam kir. 

QONAXA ÇAREMÎN 

Ev qonax di navçeyên Rêdar, Axcelar, Teqteq û Deştî Koyê û hin gundên Germiyan de pêk hat. Di vê demê de gelek gund hatin bombebaran kirin û wêrankirin. 

QONAXA PÊNC- ŞEŞ Û HEFTEMÎN 

Van qonaxan li navçeyên Rawanduz, Xelifan, Xuşnaw, Dulî Balyisan, Dulî Melekan, Dulî Wertê, Dulî Hiran û Simaqelê pêk hatin. Êrîş ji 15’ê Nîsanê heya 26’ê Tebaxa 1988’an dewam kir. 

QONAXA HEŞTEMÎN Û HERÎ DAWΠ

Qonaxa dawî li navçeyên Behdînan dest pê kir û di navçeyên Zaxo, Amêdiyê, Şêxan û Akrê de pêk hat. Ev qonax ji 25’ê Tebaxê heya 2’yê Îlona 1988’an berdewam kir. Di vê demê de gundên li çiyayê Garê bi bombeyan hatin topbarankirin û gelek cih hatin wêrankirin. 

ÎNIYA BI XWÎN 

Komkujiya Helebçeyê, an jî êrîşa bi gaza jehrî li ser Helebçeyê, beşek ji Operasyona Enfalê ya rejîma Seddam Huseyîn bû. Ev operasyon ji bo tepeserkirina serhildana Kurdan li bakurê Iraqê di navbera salên 1986 û1988’an de, di dema Şerê Îran û Iraqê de hate meşandin. Ev êrîşa bi gazên jehrî, ku wekî Îniya bi xwîn an jî Kîmyabarana Helebceyê tê zanîn, wek komkujiyek li dijî gelê Kurd tê hesibandin. 

Lêkolînên bijîşkî yên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine kirin nîşan didin ku di êrîşê de gaza xerdelê û hin gazên demarî hatine bikar anîn. Ev kîmyabaran bi fermana Seddam Huseyîn û di bin fermandariya Elî Hesen El Mecîd ku bi navê “Eliyê Kîmyewî” jî tê zanîn hate kirin. Armanca wê jî rawestandina pêşveçûna artêşa Îranê bû. 

‘DAYÊ BÊNA SÊVÊ TÊ MIN’ 

Di 16’ê Adara 1988’an de bajarê Helebce ji aliyê balafirên MiG-23 ve bi bombeyên gazên jehrî hate bombebarankirin. Li gorî texmînan, di vê êrîşê de zêdetirî 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn hatin kuştin û zêdetirî 7 hezar kes jî birîndar bûn. 

Di dema êrîşê de bêhneke giran a sêvan li herêmê belav bû. Zarok ber bi wê bêhnê ve bazdan û peyva wan a dawî pir caran ev bû: “Dayê, ez bêhna sêvan distînim.” Ji ber vê yekê ev trajedî di nav gel de bi navê “Bêhna Sêvê” jî tê zanîn. 

Ev êrîş di dîrokê de wek “Komkujiya Helebceyê” hate tomar kirin. 

Rojnamevanek ku şahîdiya vê komkujiyê kiribû wiha dibêje: 

“Tiştê ku min dît, yek ji dîmenên herî dijwar ê jiyana min bû. Li kolan û quncikên dîwaran laşê mirovan hebûn. Gava min ji nêz ve dît, min fêm kir ku gelek kes di hewldana parastina xizmên xwe de jiyana xwe ji dest dane.” 

ENCAMÊN WÊRANKARIYA ENFALÊ 

Li gorî daneyan: 

871 gund û 6 navçe hatin şewitandin. 

381 dibistan û 657 mizgef hatin wêrankirin. 

Bi sedan zeviyên çandiniyê hatin şewitandin û talankirin. 

Bi sedan çem, kanî û bîr hatin rûxandin. 

185 navend û cihên pîroz hatin rûxandin. 

1435 bax û baxçe hatin şewitandin. 

570 ton dexlûdan û 17 hezar 220 traktor û amûrên din hatin wêrankirin. 

472 hezar 770 mih û bizin û 15 hezar dewar hatin telefkirin. 

Li gorî daneyan, di giştî 8 qonaxên Enfalê de zêdetirî 182 hezar kes bûne qurbanî. Tenê di qonaxa sêyem ya li ser Germiyan de nêzî 45 hezar kes hatin qetlkirin û 777 malbat temamî winda bûn. 

Endamê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Silêmaniyê Profesor Fûat Baban, di gotarekê de diyar kir ku rêjeya kêmasiyên ji dayik bûnê li Helebçeyê 4 û 5 qatan ji ya Hiroşîma û Nagazakî zêdetir e. 

Heta îro jî bandorên kîmyabarana Helebçeyê li ser civaka herêmê didome. 

BIRYARA KU JI BO SEDDAM HATÎ GIRTIN 

Seddam Huseyîn ji ber Komkujiya Helebceyê hate darizandin. Ew bi jenosîdê li dijî Kurdan hate tawanbarkirin. Her wiha di Komkujiya Duceylê de jî bi sûcên li dijî mirovahiyê hate mehkûmkirin û bi darvekirinê hate cezakirin. 

Dadgeha Bilind ya Ceza ya Iraqê di 1’ê Adara 2010’an de Komkujiya Helebceyê bi fermî wek qirkirin nas kir. 

GEFÊN LI SER ÎMHAKIRINA KURDAN BERDEWAM E 

Her çend êşa Helebceyê hîn jî kêm nebûye, di Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê êrîşî Êzîdiyên Şengalê kir. Di encama wan êrîşan de bi hezaran jinên Êzidî yên Kurd hatin revandin, kuştin û wek cariye hatin firotin. 

DAÎŞ’ê bi êrîşên xwe yên li ser Şengal, Kerkûk û Mexmûr re hewl da komkujiyeke mezin pêk bîne. Lê bi saya berxwedana gerîlayên HPG û YJA STAR’ê pêşiya gelek komkujiyan hate girtin. 

Di sala 2015’an de Şengal ji destê DAÎŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî wê, gelê herêmê xweseriya xwe ava kir û hêzên parastinê yên YBŞ û YJŞ ava kirin da ku ax û warên xwe biparêzin û pêşiya ferman û komkujiyan bigirin. 

Îro jî di Rojhilata Navîn de projeyên nû yên siyasî têne çêkirin. Lê gelê Kurd û Kurdistan hîn jî li hember siyaseta komkujî û îmhakirina xwe rû bi rû ne. Bi rêbazên cûda wekî bîrçîbûn, valakirin û bêparastin hiştina erdnîgarî û aboriya xweciyê, hewl tê dayin ku gel ji welatê xwe were dûrxistin. 

Ev polîtîka di heman demê de rêya koçberiyê ber bi welatên Ewropayê ve vedike ku ciwanan ji welatê xwe dûr bikevin û nifûsa herêmê kêm bikin. Ev jî wek rêbazek dagirkirinê bi valakirina xakê tê dîtin. 

Statuya Kurdan û rêvebirina xwe bi awayekî demokratîk gelek caran nayê qebûl kirin. Ev yek îro jî li Rojava û li her aliyên Kurdistanê bi awayekî eşkere tê dîtin. 

Her wiha, çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin girtin û veguhestin zindanên Iraqê, hîn jî metirsiyek ji bo ferman û komkujiyên nû ne. 

Di gelek plan û hevkêşeyên siyasî de, siyasetên qirkirin û îmhakirina Kurdan hîn jî wek bingeh têne bikar anîn. Di van siyasetên qirêj de her dem jin, zarok û ciwanên gel dibin hedef. 

Di roja me ya îro de jî tê dîtin ku di projeya nû ya Rojhilata Navîn de hebûna Kurdan hîn jî bi tevahî nayê qebûl kirin. Ji ber vê yekê siyasetên qirkirin û îmhakirina Kurdan hîn jî berdewam dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji çar parên heywanên koçber parek bi xeteriyê re rû bi rû ne
Nûçeya Pişt re KCK’ê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

Dijî Terora Kurdistanê ragihand, bi rêya du dronên bombebarkirî êrişî depoyek ya dexlûdan ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Merasîma veşartina şehîdan: Berdêl çi dibe bila bibe em ê bi ser bixin

Cenazeyê şehîd Çeko Xidirbejî û şehîd Ciwan bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hat veşartin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?