Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gulcan Kaçmaz: Cewhera pêvajoyê yekîtiya gel e
Rojane

Gulcan Kaçmaz: Cewhera pêvajoyê yekîtiya gel e

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê nêzîkatiyek ku rastiya gelê Kurd û rêxistinbûna wê ya civakî bipejirîne, pêş bikeve.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di demek ku li Rojhilata Navîn guhertinên siyasî yên girîng çêdibin û pirsgirêka Kurd careke din di rojeva herêmî û navneteweyî de ye, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk hate damezrandin. Hevberdevka Înîsiyatîfê û Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de ji ANF’ê re nirxandin kir.

Gulcan Kaçmaz, li ser helwesta civakê ya li Kurdistanê, gotûbêjên çareseriyê yên li Meclîsê û nêzîkatiya yekîtiya neteweyî di vê pêvajoyê de axivî.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, dibêje ku krîza kapîtalîst li seranserê cîhanê kûrtir dibe û li Rojhilata Navîn aloziyeke siyasî ya mezin rû dide. Gulcan Kaçmaz, destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo gelên bê statû xetereyên cidî çêdike û got ku ji ber vê yekê Kurd di her alî de xwe ji nû ve birêxistin dikin. Gulcan Kaçmaz, da zanîn ku Kurd êdî qebûl nakin ku bên paşguhkirin û ji ber vê yekê bi rengekî xurt xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk derdikevin. Gulcan Kaçmaz, anî ziman ku bingeha çareseriyê di civakeke rêxistinkirî, yekîtiya neteweyî û muzakereyên demokratîk de ye û got ku Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk platformek sivîl e ku îradeya hevpar a gel rêxistin dike.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, anî ziman ku dewletên herêmî bi salan e pirsgirêka Kurd paşguh kirine û bi taybetî polîtîkayên ewlehiyê yên Tirkiyeyê pirsgirêkê girantir kirine. Her wiha diyar kir ku gelê Kurd bêyî ku dev ji xeta xwe ya ji bo aştiyê berde, berxwedanek xurt nîşan daye. Gulcan Kaçmaz, destnîşan kir ku Rêber Apo bi salan e banga çareseriyek demokratîk dike, lê ji ber tecrîd û manîpulasyonê ev fikir negihiştiye gel. Gulcan Kaçmaz, da xuyakirin “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de hatiye kirin, bandorek xurt di qada navneteweyî û herêmî de kiriye û got ku bi taybetî jî di nav Kurdan de tevgerek xurt a ber bi rêxistinbûn û yekîtiya neteweyî ve daye destpêkirin. Gulcan Kaçmaz, diyar dike ku îro civaka Kurd ne di pozîsyonek çavdêriyê de, berevajî di pozîsyonek pêşengiya pêvajoyê de ne.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, da zanîn ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek piraliye ku zêdetirî sedsalekê dewam dike û got ku bi nêzîkatiyên seranser çareser nabe. Ew dibêje ku xeletiya herî mezin a dewletê ji demên berê heta niha ew e ku bi cidî nêzî vê pirsgirêkê nebûye. Gulcan Kaçmaz, diyar kir ku her çend di Meclîsê de lihevkirinek qismî hebe jî, nêzîkatiyek teng ku mafên neteweyî, siyasî û civakî yên Kurdan paşguh dike hîn jî serdest e. Ew destnîşan dike ku gelê Kurd piştgiriyê dide pêvajoyê, lê bêbawerî berdewam dike û got ku ji ber vê xebatên rêxistinbûnê û yekîtiya neteweyî bêhtir bûne. Gulcan Kaçmaz, destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê zîhniyeta ku pirsgirêkan afirandiye, bê derbaskirin.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku têkiliyên di navbera Kurdan de ji ber parçebûnên dîrokî, destwerdanên emperyal û polîtîkayên dewletê qels bûne û got ku tevî vê yekê, Kurdan qet dev ji fikra yekîtiya neteweyî bernedane. Gulcan Kaçmaz, destnîşan kir ku îro ji tecrûbeyên berê ders hatine derxistin û bingehek xurt ji bo yekîtiyê hatiye avakirin. Gulcan Kaçmaz, anî ziman ku armanca Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bêyî ku mîrata dîrokî ya heyî paşguh bike, teqezkirina yekîtiya neteweyî ye. Gulcan Kaçmaz, di dawiyê de dibêje ku êdî yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan ne mijareke ya taloqkirinê ye, bûye armancek stratejîk.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Başûrê Kurdistanê atolyeya seramîkê a 3 hezar salî hate peydakirin
Nûçeya Pişt re ‘Li Helebê komên çeteyan dixwazin gel bidin koçkirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Hefteya Windahiyan de ji bo edaletê bang hate kirin

Di Hefteya Windahiyan de li Stenbol, Colemêrg û Dersimê daxuyanî hate dayin, ji bo eşkerekirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji QSD’ê li Kampa Holê operasyona li dijî şaneyên DAÎŞ’ê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Kampa Holê ya li başûrê Hesekê li hemberî şaneyên DAÎŞ'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên Windayan banga edalet û hevrûbûnê kirin

Xizmên Windayan û ÎHD’ê di çalakiyên xwe yên Amed, Êlih, Riha û Colemêrgê de aqûbeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?