Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gund amade ne ku agirê Newrozê vêxin: Tu caran nekarîn wî ruh û agirî vemirînin!
Kurdistan

Gund amade ne ku agirê Newrozê vêxin: Tu caran nekarîn wî ruh û agirî vemirînin!

Rahîme Maçîn a 70 salî têkildarî Newrozên berê yên li gundan dihatin pîrozkirin, axivî û got: ‘’Di destê min de gopalê min û ez bi heman ruhî li dora wî agirî govendê digerînim. Ne karîn wî agirî vemirînin ne jî karîn me ji xakên me dûr bixin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Agirên Newrozê ku wê îsal bi şîara ‘’Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li gelek navendan were pîrozkirin, li gelek cihan hate vêxistin. Li Amedê agirê yekem li ser bircan hate dadan û di heman demê de Newroza dawîn jî wê di 21’ê Adarê de were pîrozkirin. Ji bilî pîrozbahiyên li navendê welatiyên li gundan bi kelecaneke mezin li benda şeva 20’ê Adarê ne.

Gundiyên ku bi ruhê berê Newrozê pîroz dikin, her sal şeva 20’ê Adarê derdikevin serê çiyayên li gundê xwe, agirê xwe vêdixin û ji zarokan bigirin heya temenmezin li dora agirî govendê digerînin. Gundiyên ku tevî hemû zext, astengî û polîtîkayên koçberkirinê jî ne dev ji xakên xwe berdane û ne jî dev ji kevneşopiyên xwe berdane, îsal jî bi heman kelecan û hêviyê li benda dadana agirê Newrozê ne. 

AGIRÊ NEWROZÊ JI BO WÊ QET NEHATE VENEMIRÎ!

Yek ji kesên ku ji ciwaniya xwe ve ye xwediyê vê kelecanê ye Rahîme Maçîn a 70 salî ye. Rahîme Maçîn a ku  li cihê ku lê ji dayîk dibe Newrozê nas dike û tu caran dev ji li dora agirê Newrozê bernedaye, yek ji şahidên herî mezin ên pîrozbahiya Newrozê ye. Rahîme Maçîn a ku li dora agirê Newrozê dibe şahidê êşkence, windakirina bi darê zorê, şewitandina gundan û komkujiyan, tevî salên derbas bûne û pirsgirêkên tenduristiyê jî her sal heman rojê serkêşiya pîrozbahiya Newrozê dike. Rahîme Maçîn a ku bi gopalê xwe govendê digerîneû stranan distrê, got: ‘’Ez bi salan e vî agirî dişopînim, ez baş dizanim ku ev rê, rêya me ye.’’

GUND ŞEWITANDIN, SÊ KES WINDA KIRIN!

Rahîme Maçîn a ku li vî gundî ji dayik dibe, di sala 1994’an de ku pîrozbahiyên Newrozê wê salê gelekî dihatin astengkirin hem malbata xwe û hem jî gundê xwe winda dike.  Di wê serdema ku gelekî gund dihatin şewitandin de birayên wê Tahsîn Çîçek û Alî Îhsan Çîçek di Gulana 1994’an de ji aliyê leşkeran ve tên binçavkirin. Piştî ku tên binçavkirin bi tu awayî agahî ji wan nayê standin û di heman serdemê de Çayan Çîçek jî yek ji wan e.  Ev her sê kes piştî ku tên binçavkirin, tên windakirin.  Leşkerên ku hewl didin bi van binçavkirinan gundiyan bitirsînin, her sal di heman serdemê e gundî gelek caran dişewitînin û wêran dikin.  Leşker herî dawiyê zextê li gundiyan dikin ku koçber bibin. Tevî van yekan jî hinmalbat li gundî dimînin.

‘KEVNEŞOPÎ BI SALAN E BERDEWAM DIKE’

Rahîme Maçîn a ku wan rojan bi gotinên; ‘’Wan bi şevan xirab dikir me jî sibehan ava dikir’’ tîne ziman, got ku Newrozên ku di wan serdeman de dihatin pîrozkirin watedartir û biqîmettir bûn.  Rahîme Maçînê diyar kir ku ew her sal bi heman kelecan û hêviyê diçin qada Newrozê û li wir govendê digerînin, ev yek anîn ziman: ‘’Ji Newroza ku min cara ewil pîroz kir û heya ya dawîn min tu kêlî ji bîr nekirine. Me li dora çiyayî agir vêdixist û govend digerand. Heya agir vedimirî em li wir diman û piştre jî vedigeriyan malên xwe.’’

‘HEWL DAN BI AGIRÊ NEWROZÊ GUNDÊN ME BIŞEWITÎNIN’

Rahîme Maçîn di dewama axaftina xwe de anî ziman ku piştî salên derbas bûne li gel bûyerên şewitandina gundan zexteke mezin li gundên wan kirine û hewl dane heya pîrozbahiyên Newrozê jî asteng bikin û got: ‘’Ew sibehan dihatin û dişewitandin, me jî bi şevan ji du daran dubare xaniyên xwe ava dikir û em li gundê xwe diman. Gundê me ne carekê gelek caran caran şewitandin.  Wan çi qasî dixwest bibin asteng jî me darên xwe dida pişta xwe û em derdiketin ser çiyayan û me Newroza xwe pîroz dikir. Dixwestin ew agirê li çiyayan dihat dadan, vemirînin û gundên me bişewitînin. Lê belê bi ser neketin. Her sal ev agir tê dadan. Gelek sal derbas bûne lê belê ez hê jî li dora wî agirî govendê digerînim. Ez baş dizanim ku ew rê rêya me ye. Ez bi tena serê xwe jî bim ez Newrozê pîroz dikim. Di vê Newrozê de em agirê wê bi aşitiyê vêxin. Bi salan e em ji bo aşitiyê li ber xwe didin. Du birayên min hatin windakirin, gundê me gelek caran hate şewitandin û em îsal bi gotina aşitiyê biçin qadên pîrozbahiyê.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Doza ku Dozger got ‘Şîdet heye, lê êşkence tune ye’ birin Dadgeha Destûra Bingehîn
Nûçeya Pişt re KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 16 birîndar

Li ser rêya gundê Tuzsuz a Amasyayê mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir û di encamê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gelek bajaran ‘Xwendinên Azadiyê’

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê parêzname û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin.

Ji aliyê Stêrk TV

DBP’ê biryara seferberiya rêxistiniyê da

Partiya Herêma a Demokratîk di komxebata 'Rêxistinbûyîn serketin e' biryara seferberiya rêxistiniyê da.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?