Ji aliyê Îlbak Holdîngê ve li herêma Suvara Xele ya li Çiyayê Kato ku 40 kîlometre dûrî Colemêrgê ye, bê destûr xebatên madenê tê kirin. Xwediyên erdan li dijî vê yekê daxuyanî dan û nerazîbûn nîşan dan û gelek şêniyên gundê beşdarî daxuyaniyê bûn. Şêniyên gund, diyar kirin ku xebat zirarê dide xweza û jîngehê û daxwaza rawestandina xebatê kirin. Selîm Duman ê ku li ser navê xwediyê erdan axivî, diyar kir ku xwediyên erdan ji hevdîtina di navbera şandeya muxtar û şîrketê nehatine agahdarkirin. Duman anî ziman ku li texma Anîtosê xebatên madenê hatiye destpêkirin û li ser navê xwediyê erdan komek ji 15 kesan pêk dihat bi rayedarên şîrketê re hevdîtin kirine.
Duman diyar kir ku wek xwediyên erd ew xebata ku tê kirin qebûl nakin û ji rayedaran xwest ku vê xebatê bidin rawestandin û ev tişt got: “Me ji rayedarên şîrketê xwest ku xebatan bidin rawestandin. Niyetek me ya lihevkirinê nîn e. Em naxwazin xweza, erd û çêregehên me bên talankirin. Xwediyê tabûya van erdan û mafên wan ên zilyedî di destê me de ye. Qada madenê ya ku wek Suvara Xele tê zanîn, dora 5 hezar kes bi şirîktî xwediyê wê wir in. Bêyî ku riza hemû xwediyan hebe, nikarin xebatên madenê bikin. Em dibînin ku li herêmê texrîbatek cidî çêbûye.”
Duman anî ziman ku wan bi daxwaza rawestandina xebatên madenê daxwazname pêşkêşî Walitiya Colemêrgê û Serdozgeriya Komarê dane û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Me nêzî 500 hezar îmzeyî kom kir. Divê xwediyê şîrketê were û vê rewşê ji xwediyên erdan re rave bike. Em qebûl nakin ku gundê me yê Marunisê ji bo rantê pêşkêşî şîrketa bê kirin. Ji bo rayedaran banga me ye; bila tavilê ev xebata madenê bê rawestandin.”

