Nasnameya gerîlayên ku di encama êrişên giran ên dewleta Tirk ên li ser gerîlayên azadiyê de şehîd bûn, ji ber mercên giran ên şer beriya niha nekarîbû bê ragihandin. Navê qehremanên şehîd bûn ev demeke bi raya giştî re têne parvekirin. Ragihandina şehîdan li tevahiya Kurdistanê ruhekî hevpar ava dike û gelê Kurd li dora şehîdên xwe dicive. Bi vê wesîleyê gerîlayên HPG’ê jî hest û nêrînên xwe yên têkildarî şehîdan bi ajansa me re parve kirin. Gerîlayên HPG’ê Tolhildan Avesta û Hawar Tolhildan di şexsê şehîdên Bakur de şehîdên doza azadiyê hemû bi bîr anîn û sersaxî ji gelê Kurd, hevrêyan û malbatên şehîdan re xwestin.
Tolhildan Avesta bal kişand ser mîsyon û rola şehîdan di doza azadiyê de û got, “Ew hevalên me di demên herî zehmet de bi me re bûn. Dema ku dijmin êrişên giran kir, ji bo welat û gelên xwe biparêzin bedena xwe kirin çeper. Bi vî rengî heta dawiyê şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Rêberê me dibêje, ‘Partiya me partiya şehîdan e’. Di nava rêxistina me de cihê hevalên me yên şehîdd gelekî cuda ye. Ji ber vê jî weke hevalên wan ên têkoşînê em ê bidin ser şopa wan. Jiyana wan, pratîka wan, perspektîfa ku ji me re hiştin, bingeh û xeteke ji bo em têkoşîna xwe dewam bikin.
Şehîd afirînerên jiyanê ne; şehîd rastiya vê şoreşê ne. Em jî şopdarên van hevalên xwe ne. Em heta dawiyê dilsozê hevrêyên xwe ne, wê di hişê gelê me de timî cih bigirin û di rastiya şoreşa Kurdistanê de bibin sembola azadiyê. Em ê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin û heta ku armancên wan bi ser bikeve, em ê ti carî paşve gavê neavêjin. Em ê dilsoziya xwe ya bi şehîdan re bi vî rengî nîşan bidin.”
‘EM DEYNDARÊ HEVRÊYÊN XWE YÊN ŞEHÎD IN’
Hawar Tolhildan jî destnîşan kir ku ew deyndarê şehîdan e û hestên xwe yên têkildarî şehîdên azadiyê bi vî rengî anî ziman: “Bêguman eger em îro gihîştibin pêvajoyeke bi vî rengî û li ser rêya azadiyê têdikoşin, ev yek bi saya hevalên me yên şehîd e, b saya fedakarî û qehremaniya wan e. Em deyndarê hevrêyên xwe yên şehîd in û ji ber vê yekê jî weke hevalên wan ên têkoşînê divê em têkoşîna wan bimeşînin, xeyalên wan ên ji bo afirandina civakeke bi rûmet û azad bi Rêbertiyeke azad pêk bînin. Hevalên me yên şehîd di oxira afirandina jiyaneke bi rûmet û azad de canê xwe feda kirin û gihîştin asta şehadetê. Ji ber vê yekê hevrêyên me yên şehîd ne tenê şehîdê dayikekê ne. Ew şehîdên mirovên xwedî wijdan û gelan e ku azadiyê dixwazin. Em ê her tim hêjayî nirxên wan bin ku bi ked û fedakariyê afirandin û van nirxan biparêzin. Heta ku armanca wan pêk were em ê ti carî dest ji têkoşîna azadiyê bernedin.”

