Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Bêdengbûna çekan têrê nake, divê maf bêne garantîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME: Divê Can Atalay bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê 6 parêzer hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qeyûm li ser Sozcu TV hate tayînkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardanê dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê di 10 mehan de zêdetirî 240 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir: Em ê têkoşîna jinan derxînin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a Jiyan wê li Londonê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar bixe 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî
Kurdistan

Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

Hatîce Yakişir ku hevjînê wê di binê çavan de hate windakirin, 2 kurên wî şehîd bûn û 2 kurên wê jî girtî ne, li gel êşa xwe ya bi salan daxwaza aştiyê dike. Hatîce Yakişir dibêje, "Divê ev xak êdî aştiyê bibîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Dayikên Aştiyê beriya çend rojan bi daxwaza aştiyê çûn Enqereyê û 2 rojan ketin ‘Nobeda Aştiyê’. Piştî ku bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kirin ji bajêr çûn. Dayikan daxwazên xwe yên ji bo aştiyê dubare kirin û careke din bang kirin ku girtiyên siyasî bêne berdan.

https://video.anf-news2.com/live/firat/87be818e_20261115225927_2026-11-16-amed-hatice-yakisir-baris-annesi-bu-topraklar-barisi-gormeli_1.mp4

Hatîce Yakişir a 76 salî ku du kurên wê girtî ne, li gel temenê xwe yê dirêj û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji bo daxwaza xwe ya aştiyê bîne ziman yek ji wan dayikan bû ku serdana Enqereyê kir. Hatîce Yakişir ku li gel gelek êş û windahiyên xwe têkoşîn û israra xwe ya li ser jiyanê di nava 76 salên xwe de bi cih kir, îro li çarçoveyên ji wêneyên xizmên xwe yên jidestdayî dinihêre û dema xwe derbas dike.

Hatîce Yakişir ku li gel her tiştî dibêje aştî, bi gotina “Ez dixwazim bibînim ku zarokên min ji vî derî bikevin hundir” bendewariya xwe ya ji bo serketina pêvajoyê û gihîştina zarokên xwe yên li girtîgehê tîne ziman.

PIŞTÎ KU GUNDÊ WAN HATE ŞEWITANDIN SIRGÛN BÛN

Hatîce Yakişir sala 1994’an piştî ku gundikê wan ê Xizginosê yê ser bi navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin destpêkê koçî Dara Hênê kir, piştre jî neçar ma ku bar bike navenda Amedê. Hatîce Yakişir dayika 9 zarokan bû. Hevjînê wê Mehmet Alî Yakişir dema ku xwest serdana bavê xwe yê li gundê şewitandî bike heta binçavkirin. Li dû binçavkirinê jî agahiyek jê nehate girtin.

Hatîce Yakişir piştî ku hevjînê wê hate windakirin neçar ma ku 9 zarokên xwe bi tena serê xwe mezin bike û li gel zehmetî û nebûna derfetan jî têkoşîna xwe ya jiyanê dewam kir.

DI ŞER DE GELEK XIZMÊN XWE WINDA KIR

Kurê Hatîce Yakişir Cûdî (Mehmet Yakişir) sala 1998’an tevlî nava refên gerîla bû. Sala 2018’an li herêma Derya Reş şehîd bû. Kurê wê Şervan (Yakûp Yakişir) jî heman salê li Efrînê di berxwedana li dijî dagirkeriyê de, neviyê wê Mahsûm Gurkan jî sala 2016’an li navçeya Sûr a Amedê di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn.

BERDANA KURÊ WÊ SÊ MEHAN HATE TALOQKIRIN

Hatîce Yakişir anî ziman ku kurên wê Orhan û Talîp Yakişir girtî ne, kurê wê Orhan  Yakişir ê 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn li Girtîgeha Girtî ya Sîncanê tê ragirtin û înfaza cezayê wî sê caran hate taloqkirin. Ji ber vê yekê jî nekarî bê berdan. Hatîce Yakişir ragihand ku înfaza kurê wê Talîp Yakişir ê li Alîaga ya Îzmîrê tê ragirtin wê meha Sibatê biqede. Hatîce Yakişir ji bo bidawîbûna binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bang kir.

‘EZ DIXWAZIM KU ZAROKÊN MIN JI DERÎ BIKEVIN HUNDIR’

Hatîce Yakişir bi vî rengî qala bûyerên bi serê wan ve hate, kir:

“9 zarokên min hene. Di sala 1994’an de hevjînê min bi rengekî kiryar nediyar hate qetilkirin. Gundê me hate şewitandin, piştre em neçar man ku bên Amedê. Cihekî ku em neçûn, êşeke ku me nekişand nema. Me gelekî zor û zehmetî dît. Li gel van zor û zehmetiyan jî min zarokên xwe mezin kir. Bi zekata mirovan min zarokên xwe mezin kir. Îro ti ji zarokên min li gel min nîne. Hinek ji wan di wêneyekî de ne, hinek Jî girtî ne. Ez dixwazim zarokên min li gel min, li vê malê bin. Dixwazim ku ji vî derî bikevin hundir.”

‘HER TIŞT JI BO AŞTIYÊ…’

Hatîce Yakişir diyar kir ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe û ji bo van daxwazên xwe bîne ziman çû Enqereyê, kete ‘Nobeda Aştiyê’. Hatîce Yakişir bi dewamî got, “Weke dayik em ji vir rabûn û ji bo aştiyê çûn Enqereyê. Ji bo girtîgeh bêne valakirin û êdî kes rondikan nebarîne çûm wê derê. Divê Serok azad bibe û êdî kesek jiyana xwe ji dest nede. Ev şer divê bi lez bisekine. Ne gerîla, ne leşker, bila êdî kes nemire. Bila aştî pêk were, mirov bi rengekî azad û aram li mala xwe bijîn. Em ji vir bi hezar kîlometreyî çûn û vegeriyan. Yên li wê derê em dîtin, dîtin ku em ji bo aştiyê hatine piştgirî didan me. Li her devera vî welatî mirovên aştîxwaz hene, bi milyonan mirov hene ku naxwazin êdî rondik bibarin.”

‘DIVÊ AŞTÎ BÊ VÎ WARÎ’

Hatîce Yakişir bal kişand ser êşa ku kişandiye û bi van gotinan daxwaza xwe ya ji bo aştiyê anî ziman:

“Gundê min hate şewitandin, hevjînê min di kuştinên kiryar nediyar de hate qetilkirin, min du kurên xwe ji dest dan, du jî hîn girtî ne. Weke dayikeke ku ev hemû bi serê wê ve hatiye ez dibêjim êdî bes e. Ne tenê ez, bi hezaran dayikên li vê derê heman tiştî dixwazin. Me aştî nedît, bila neviyên me, zarokên me aştiyê bibînin. Ez 76 sal î me, bi vî halê xwe rabûm û çûm Enqereyê. Divê êdî aştî bê vî warî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Zîlan Oktay: Polîtîkaya necezakirinê encamên giran ên civakî bi xwe re tîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Armanca me parastina xweza û jîngehê ye’

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arîf Balî, diyar kir ku ji bo parastina jîngeh…

Ji aliyê Stêrk TV

Muzakereyên agirbesta ji bo Xezeyê zêde bûn

Hate ragihandin ku piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de di navbera Îsraîl û…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî avakirina komîsyona Meclisê ya ‘bi rayeya tam’ pêşniyar kir

Piştî hevdîtinên şandeya DEM Partî bi DEVA û Partiya Saadetê re daxuyanî hate dayin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dostaniya gerîla û pezkoviyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Zîlan Oktay: Polîtîkaya necezakirinê encamên giran ên civakî bi xwe re tîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?