Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Bêdengbûna çekan têrê nake, divê maf bêne garantîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME: Divê Can Atalay bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê 6 parêzer hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qeyûm li ser Sozcu TV hate tayînkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê di 10 mehan de zêdetirî 240 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir: Em ê têkoşîna jinan derxînin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a Jiyan wê li Londonê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar bixe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê banga azadiya girtiyên jin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardanê dibe’
Jin

‘Aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardanê dibe’

Yagmur Yurtsever işaret bi hevkariya dîrokî ya serweriya mêr a bi polîtîkayên şer û dewletê re kir û diyar kir ku aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a yekser li pêvajoyên biryardanê û bidawîbûna tecrîda Îmraliyê dibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Yagmur Yurtsever ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tundiya li hemberî jinê tenê bi êrişên şexsî û fîzîkî nikare bê nirxandin û işaret bi koka tundiyê kir. Yagmur Yurtsever anî ziman ku tundiya mêr û tundiya dewletê ji hev cuda nîne, herdu jî xwe ji sîstema bi serweriya mêr xwedî dike.

https://video.anf-news2.com/live/firat/8501b944_20261115133609_2026-11-16-ankara-yagmur-yurtsever-tja-aktivisti-baris-sureci-ve-25-kasim-1.mp4

Bi dewamî ragihand ku şerê heyî yê li cîhanê diqewime jî berhemek ji serweriya mêr e û bandora polîtîkayên şer ên li ser jiyana civakî û tundiya li jinê bi vî rengî vegot: “Her ku tundiya mêr mezin bû, şer jî mezin bû. Her ku şer mezin bû, tundiya mêr jî gihîşt asta şer. Çi bû? Veguherî rengê DAÎŞ’ê. Jin bi kêrê, bi fîşekan hatin kuştin, serê wan hate jêkirin. Ev hemû qewimîn. Ew tundiya mêr a weke ‘sivîl’ hate nîşandan, bi esasî veguherî şêweyekî şer ê emperyalîst û dewletê.”

Yagmur Yurtsever bi bîr xist ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye dirûşma herî mezin a jinan a li cîhanê û destnîşan kir ku jinan bi vê têkoşînê têkiliya navbera dewlet, şer, mîlîtarîzm û serweriya mêr raxistin pêş çavan.

Her wiha anî ziman ku tundî tenê bi kuştin û êrişa fîzîkî nikare bê pênasekirin û ragihand ku her cûre astengiyên li pêşiya daxwaz û îradeya jinan şêweyekî tundiyê ye, mekanîzmayên dewlet û dadgeriyê jî li şûna astengkirina tundiyê wê xwedî dike.

Lewma jî diyar kir ku têkoşîn nabe ku tenê ji jinan re bê hiştin û got, eger mêr dixwaze weke ‘bibe welatiyekî rast û li nava civakeke wekhev bijî’, divê li dijî tundiya mêr helwesteke zelal nîşan bide û derfetê pêşkêşî piştevaniya jinê bike.

Yagmur Yurtsever qala danîna çekan û nîqaşên li ser demokratîkbûnê jî kir û destnîşan kir ku demokrasî tenê mafê hilbijartinê nîne, divê sîstemeke welê bê avakirin ku jin ji qada xwecihî heta bi navendê li ser jiyana xwe û siberoja welêt karibin biryarê bidin.

Aktîvîsta TJA’yê bi bîr xist ku ji pêncî salên dawî yên Tirkiyeyê sih sal bi lêgerîna li çareseriyê derbas bû, lê belê her carê ev pêvajo xitimî û anî ziman ku sedema bingehîn a vê xitimînê tecrîdkirina Rêber Apo bû. Yagmur Yurtsever got, “Di her pêvajoyê de me dît ku li gel îradeya gelan û hêviya aştiyê jî rê û rêbaza sereke ya qedandina pêvajoyê girtina deriyên Îmraliyê ye. Divê bê destnîşankirin ku astengiya herî mezin a li pêşiya hêviya jiyana bê şer a civakê ev tecrîd e. Lewma her mirovekî ku ji baweriya bi desthilatdariyê fikaran dike, divê bi gotina ‘Wê demê bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, mercên ragihandin, karkirin û siyasetê yên Birêz Ocalan bêne afirandin’ xwe nîşan bide.”

Yagmur Yurtsever bi bîr xist ku Rêber Apo di pêvajoyên muzakereyê de azadî û wekheviya jinan weke ‘pîvana esasî’ daniye ser maseyê û ev nêzîkatî weke ‘hevrêtiyeke sosyalîst’ a gelekî xurt pênase kir. Yagmur Yurtsever got, “Em vê yekê weke meseleya hevrêtiyeke xurt û dustûra sosyalîst pênase dikin. Dibe ku neheqî be ku mirov bibêje wê lîderekî şoreşger bi tena serê xwe pirsgirêkeke gelekî mezin a civakî biqedîne. Tevgear jinê bi afirandina rêxistiniya civaka xw,e parastina xwe û rêxistiniya xwe dikare bersiva bê bibîne. Lê belê ev hevrêtî ji bo me gelekî baş e. Em qala hevrêtiyeke welê dikin ku destketiyên me îro dibe ser wê maseyê ku Komar jinûve tê nîqaşkirin. Ev jî gelekî hêja ye.

Yên ku li vî welatî dibêjin ew dewleta me ne, bi navê me siyasetê dikin, hebûna jinê qebûl nakin. Lê belê lîderê gelê Kurd vê yekê weke şertekî, weke pîvaneke esasî datîne ser maseyê. Divê bersivek ji vê piştevaniyê re bê dayin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kalkan: Ji bo çareseriya demokratîk divê dewlet êdî gavên wêrek biavêje
Nûçeya Pişt re ‘Zarokên xizan li derveyî sîstemê têne hiştin û weke hêza erzan a kar têne xebitandin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amed, Sêrt û Îzmîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Jin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Amedê hatin ba hev û şitil danîn.…

Ji aliyê Stêrk TV

Înîsiyatîfa Edalat ji bo Roboskiyê: ‘Roboskî ceribandineke jidiliyê ye’

Tevî ku bi ser Komkujiya Roboskiyê de 161 meh derbas bûne jî li hemberî bêcezahiştina…

Ji aliyê Stêrk TV

Meha 163’yan a komkujiyê: Bila kujer bên dîtin

Înîsiyatîfa Edaletê ya Roboskê di meha 163’yan a komkujiyê de daxuyanî da û xwest ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

CNN: Îran li Washingtonê êrîşa radyolojîk yan jî kîmyewî plan dike!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DMME: Divê Can Atalay bi lez bê berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?