Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Bêdengbûna çekan têrê nake, divê maf bêne garantîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME: Divê Can Atalay bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê 6 parêzer hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qeyûm li ser Sozcu TV hate tayînkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardanê dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir: Em ê têkoşîna jinan derxînin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a Jiyan wê li Londonê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar bixe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê banga azadiya girtiyên jin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Arjantînê di 10 mehan de zêdetirî 240 jin hatin qetilkirin
Jin

Li Arjantînê di 10 mehan de zêdetirî 240 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên rêxistinên mafên jinan ên Arjantînê, di navbera mehên Çile û Cotmeha 2026’an de di navbera 239 û 243’yan de qetlîamên jinan hatine tomarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Raporên ku ji aliyê rêxistinên mafên jinan ên Arjantînê ve hatine amadekirin, asta tundiya li ser jinan raxist ber çavan. Çavdêriya Lucía Pérez di 10 mehên pêşîn ên salê de 243, Çavdêriya Ahora Que Sí Nos Ven 242, La Casa del Encuentro 240 û MuMaLáyê jî 239 cînayetên jinan tomar kirin.

Li gorî daneyên her çar saziyan, meha Cotmehê bû meha herî kujer a salê. Çavdêriya Lucía Pérez ragihand ku tenê di meha Cotmehê de 48 cînayetên jinan hatine tomarkirin û ev hejmar tê wateya ku her 15 saetan carekê jinek tê qetilkirin.

DI POLÎTÎKAYÊN GIŞTÎ DE PAŞVEÇÛN

Hat diyarkirin ku cudahiya hejmaran a di navbera saziyan de ji ber nebûna sîstemeke tomarkirinê ya fermî û berfireh e. Rêxistin balê dikişînin ser bûyer kêm tên ragihandin û dibe ku hejmara rastîn hîn zêdetir be.

Rêxistinên mafên jinan, di serdema hikûmeta Javier Milei de ku di Kanûna 2023an de hat ser kar, girtina Wezareta Jinan û kêmkirina bûdçeyên bernameyên têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayenda civakî rexne dikin.

Li gorî daneyên La Casa del Encuentro, ji sedî 55 cînayetên jinan ji aliyê hevjîn an jî hevjînên berê yên mexdûran ve hatine kirin û ji sedî 66 cînayetan jî di malên jinan bi xwe de pêk hatine. Saziyê eşkere kir ku di encama van cînayetan de 282 zarok bê dayik mane.

MuMaLáyê jî di nava salê de 728 hewldanên qetilkirina jinan tomar kirin. Li gorî daneyên saziyê, ji sedî 61 van bûyeran kiryar ji hevjîn, hevjînên berê yan jî endamên malbatê pêk tên û ji sedî 59 bûyeran li malên mexdûran qewimîne.

Çavdêriya Ahora Que Sí Nos Ven jî di daxuyaniya xwe de hişyarî da ku hikûmeta Milei polîtîkayên giştî yên ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser bingeha zayenda civakî paşve biriye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJA deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir: Em ê têkoşîna jinan derxînin qadan
Nûçeya Pişt re ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogullari: Ya bingehîn têkoşîna civakî ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di hevdîtina “Nan û Edalet” ya li Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Ewropa û Kanadayê bo Trump peyama hevpar: ‘Em ne mecbûr in stû xwar bikin’

Di Civîna Lûtkeyê ya Civaka Siyasî ya Ewropayê de ku li Êrîvanê hat lidar xistin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbol û Enqereyê tahliyeya girtiyên nexweş hate xwestin

Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê tahliyeya Enver Yanik û Mahmut Atan xwestin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

CNN: Îran li Washingtonê êrîşa radyolojîk yan jî kîmyewî plan dike!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DMME: Divê Can Atalay bi lez bê berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?