Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME: Divê Can Atalay bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê 6 parêzer hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qeyûm li ser Sozcu TV hate tayînkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Gava destpêkê ya divê bê avêtin vekirina deriyên Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardanê dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê di 10 mehan de zêdetirî 240 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir: Em ê têkoşîna jinan derxînin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a Jiyan wê li Londonê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar bixe 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sebahat Tuncel: Bêdengbûna çekan têrê nake, divê maf bêne garantîkirin
Rojane

Sebahat Tuncel: Bêdengbûna çekan têrê nake, divê maf bêne garantîkirin

Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel diyar kir ku dewlet bi feraseta 'aştiya negatîf' tenê dixwaze çek bêdeng bibe û got, ji bo aştiyeke mayinde divê mafên demokratîk, azadî û wekheviyê bêne misogerkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan de ku li Antalyayê tê lidarxistin, rûniştinek bi sernavê “Ji Perspektîfa Edaleta Avhewayê Têkoşîna li dijî Mîlîtarîzmê” hate lidarxistin û têkiliya mîlîtarîzmê bi krîza avhewayê û hilweşîna ekolojîk re hate nirxandin.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel li rûniştinê axivî û bal kişand ser têkiliya sîstema kapîtalîst, polîtîkayên mêtingeriyê, şer û zextê bi krîza avhewayê re. Sebahat Tuncel anî ziman ku di Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan de rê û rêbazên avakirina jiyaneke cuda ya li hemberî van polîtîkayan tê nîqaşkirin.

Aktîvîsta TJA’yê diyar kir ku şer ne tenê kuştinê bi xwe re tîne, her wiha dibe sedema hilweşîneke ekolojîk û got, bûyerên li Fîlîstîn, Kurdistan û Lubnanê diqewimin tevahiya mirovahiyê eleqedar dike.

Di dewama axaftina xwe de Sebahat Tuncel qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî kir û anî ziman ku ji bo pirsgirêka Kurd ji ser zemîna şer bê derxistin û li ser zemîneke demokratîk were çareserkirin bi salan têkoşîn hate meşandin.

Sebahat Tuncel destnîşan kir ku bêdengbûna çekan bi tena serê xwe nayê wateya aştiyê û ev tespît kir:

“Dewlet aştiya negatîf dixwaze. Dixwaze çek bêdeng bibe, lê belê mafekî nede Kurdan, mafekî nede jinan, mafekî nede sosyalîstan, dixwaze her kesî serî li ber wê bitewîne. Em jî dibêjin em ê bi mafên xwe, bi azadiya xwe aştiyê pêk bînin. Bêyî nîqaşkirina pirsgirêka Kurd gelo aştî dibe? Eger îro çek bêdeng bibe lê belê pirsgirêk neyê çareserkirin, dibe ku sibe şerekî hîn girantir rû bide. Em çi dixwazin? Em paşerojeke wekhev, azad, demokratîk, edalet û azadiyê dixwazin. Em dixwazin bibin welatiyên azad û wekhev ku dema derdikeve derve nekeve nava fikara gelo wê tiştek bê serê min, ez ê bêm girtin an na. Divê civak bi hêza xwe bawer be. Çi hebe bi me re ye, bi jinan re ye. Em hêza xwe biçûk nebînin. Çi wê bê kirin, em dikarin bikin. Ev têkoşîn tenê bi piştevaniyê nabe, lê bi têkoşîna hevpar dibe. Ji Fîlîstînê heta bi Kurdistanê, ji Latîn Emerîkayê heta bi Lubnanê eger em têkoşîneke enternayonalîst, têkoşîna wekhevî, azadî, edalet û demokrasiyê hevpar bikin, em ê bi ser bikevin. Em ê bi ser bixînin, wekî din şensê me nîne.”

Di rûniştinê de her wiha bi navê Peace Boat Karen Hallows, ji Yekîtiya Jinan a Navneteweyî ya ji bo Aştî û Azadiyê Hala Kilani, bi navê Saziya Çavdêriyê ya Hawirdorê û Şer (CEOBS) Ellie Kinney, bi navê Tipping Point Deborah Burton, bi navê Dijberên Şer ên Enternasyonal Andrew Metheven, ji Federation for Social Defense Stephan Brües û bi navê Şopandina Red a Wijdanî Merve Arkun jî pêşkêşî kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ANTALYA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DMME: Divê Can Atalay bi lez bê berdan
Nûçeya Pişt re CNN: Îran li Washingtonê êrîşa radyolojîk yan jî kîmyewî plan dike!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, jinan bi pêşengiya TJA’yê ji bo temenê 77’emîn ê Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê qetilkirina kedkarên Çapemeniya Azad şermezar kir

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a li dijî kedkarên…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Werin em Newrozê bi hev re li qûntara Qendîlê pîroz bikin’

Hunermendên Silêmaniyê ji bo Newroza îsal bangewazî li gel kirin û gotin: “Werin em Newrozê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DMME: Divê Can Atalay bi lez bê berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan di roja sêyemîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îzmîrê 6 parêzer hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?