Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gel jî azad nabe’
Rojane

‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gel jî azad nabe’

Di çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li gelek bajaran hatine destpêkirin de peyam, “Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe gel jî azad nabe’ hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li gelek bajaran didomin.  

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê didome. Rêxistina DEM Partiyê ya Konakê nobeta ku li taxa Çîmenê didome dewr girt. Rêxistina navçeya Odemîşê ya DEM Partiyê, gelek rêveberên DBP’ê û welatî hatin serdana nobetê. Xizmên girtiyan di nobetê de gotin ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi dawî dibin dê çalakiya xwe bidomînin. Di nobetê de nameya girtiyên ketine greva birçîbûnê şandibûn hate xwendin. Di kêliyên name hatiye xwendin de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 

Ji xizmên girtiyan Şukriye Tûnç di Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Heya ku Abdullah Ocalan azad nebe, gelê Kurd jî azad nabe. Tecrîd tenê li ser Abdullah Ocalan nayê ferzkirin, gelê Kurd jî tê tecrîdkirin. Heke tecrîda ser Abdullah Ocalan rabe dê aştî were Tirkiyeyê. Heke tecrîd dom bike, dê şer jî berdewam bike. Ji ber tecrîdê tevahiya welat di bin zextê de ye, ji ber şer zarokên me dimirin. Em naxwazin ev tişt werin jiyîn. Divê kurd hebûna xwe, doza xwe ji bîr nekin, xwedî li greva birçîbûnê ya girtîgehan û Nobetên Edaletê derbikevin.”

Nobet bi gotina stranan û berzkirina dirûşman dom kir. 

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 33’yan de berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li bajar hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Di çalakiyê de gelek caran stran berxwedanê hatin gotin.

AMED

Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê hatiye destpêkirin di roja 91’an de berdewam kir. Kesên tev li nobetê bûne pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin. Hin kesên ji navçeya Bismilê hatibûn serdana nobetê kirin. Ji kesên hatine serdanê Abdulsamet Bîçîm destnîşan kir ku têkoşîna wan ji bo “maf, hiqûq û edaletê ye” û ev tişt anî ziman: “Ev pergal bi birêz Ocalan re hevdîtinan nake. Nobeta dayikan a ji bo rakirina tecrîdê û bi dawîkirina zextan daye destpêkirin pîroz e. Ev gel bi wan re ye.”

STENBOL 

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 84’an de berdewam kir. Li salona çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Tevî rêxistinên DEM Partiyê yên Sancaktepe û Uskudarê, gelek kes hatin serdana çalakiya îro. 

Ji rêveberê DEM Partiyê yê Stenbolê Fîkret Karayel di nobetê de axivî. Karayel destnîşan kir ku gelê Kurd ji pêvajoyeke dirêj a têkoşînê re derbas dibe û anî ziman ku tevî hemû zextan xwedî li Abdullah Ocalan derdikeve û wiha domand: “Ez pêşengên Nobeta Edaletê yên di girtîgehê de ku ev 99 roj in greva birçîbûnê didomînin, silav dikim. Tecrîd ne tenê ser Rêberê gelê Kurd tê meşandin, ser hemû derdoran û gelan tê domandin. Gelê kurd duh jî xwedî li Rêberê xwe derket, îro jî xwedîderketina xwe didomîne. Em vê yekê di kampanya û çalakiyên tên kirin de dibînin. Divê hemû gelên li Tirkiyeyê û saziyên sivîl piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan a rewa û mafdar.” 

Nobeta Edaletê bi klamên dengbêjan berdewam kir.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê ji hêla xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve hatiye destpêkirin berdewam kir. Dayika Aştiyê Remziye Bahçecî bal kişand ser girîngiya çalakiyê û da zanîn ku heta Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakiya xwe bidomînin. Bahçecî, destnîşan kir ku divê gelê Kurd piştgiriyê bide çalakiyê û wiha domand: “Piştevaniya bi çalakiyê re dê bi xwe re azadiya Ocalan bîne. Azadiya Ocalan jî dê bi xwe re azadiya hemû girtiyan bîne.” 

Di çalakiyê de hevpeyvîna bi parêzerê Nelson Mandela re hatiye kirin û di Rojnameya Yenî Yaşamê de hatiye weşandin hat xwendin û nîqaş li ser hatin meşandin. Di çalakiyê de her wiha perwerdeya zimanê Kurdî dom kir. Di çalakiyê de bi tilîliyan û dirûşma “Bijî berxwedana zindana” hate berzkirin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hesekê 16 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Nûçeya Pişt re Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êrîş pêk hat
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiyên 8’ê Adarê: Azadî wê bi pêşengiya jinê pêk were

Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gelek bajaran jin li…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bombe li Tişrînê û navendeke avê barand

Dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê û gundekî li rojhilatê Eyn Îsayê bombe kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Di sala 2026’an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

Ji destpêka salê û vir ve li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê 2 kolber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?