Bi wesîleya salvegear 34’emîn a şehadeta ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Kartaş) gerîlayên HPG û YJA Starê artêşbûna jinê û wateya çalakiya şehîd Bêrîtan nirxandin.
‘HEVALA BÊRÎTAN SEMBOLA XETA JIN A AZAD E’
Gerîla Agirî Efrîn: Bi bandora hevala Bêrîtan ez beşdarî nava refên têkoşînê bûm. Îsal salvegera 34’emîn a şehadeta Bêrîtan e. Hevala Bêrîtan fermandara artêşa jinê ye û Rêber Apo piştî şehadeta wê artêşa jinê ava kir. Kesayetiya hevrê Bêrîtan ji bo me jinan ronahiyek e. Min li Akademiya Şehîd Bêrîtan perwerde dît; ev yek ji bo min şenseke mezin e. Hevala Bêrîtan weke jinekê rêya rast nîşanî me da. Hevala Bêrîtan Rêbertî rast fêhm kir, ji ber vê jî em deyndarê hevrêyên xwe yên şehîd in. Hevala Bêrîtan li dijî dagirkeran dîrokek nivîsî. Di nava demeke gelekî kurt de fikrê jin a azad di kesayetiya xwe de afirand. Em bi şênberî dibînin ku cihê jinê yê li nava civakê û yê li nava partiyê gelekî cuda ye.
Artêşa jinê ya hate avakirin ji bo hemû jinan e. Di nava artêşbûna me de ji hemû gelan jin hene. Jinên ku bi azadiyê hesiyan tevlî artêşa jinê bûn. Hevrê Bêrîtan sembola xeta jin a azad e; ev rewş di têkoşîna wê de bi şênberî tê dîtin. Em jî weke jin, bi biryar in ku xwe bigihînin xeta hevala Bêrîtan û li hemberî êrişên sîstemê hemûyan jinan biparêzin. Hevala Bêrîtan li dijî êrişên sîstema modernîteya kapîtalîst sekneke berxwedêr nîşan da. Di xeta artêşbûna jinê de bi sedan jinan çalakiyên fedaî kirin. Hevala Zîlan û Bêrîtan îro ji bo me sembola xeta azadiya jinê ye. Di şexsê Bêrîtan de xeta welatparêziyê ya rasteqîn û feraseta hezkirina ji xakê derket holê. Di şexsê şehîd Bêrîtan de careke din soza xwedîderketina li têkoşînê nû dikin, em ê têkoşîna ji bo azadiya jinan û civakê her tim bilind bikin.
‘DIVÊ HÊZÊN KURD HEMÛ BIBIN YEK’
Gerîla Mordem Amed: Beriya her tiştî şehîdên şoreşê hemûyan bi hurmet bi bîr tînim û soza ku ji bo xwedîderketina li mîrateya wan me dane, dubare dikim. Hevala Bêrîtan xwedî tecrûbeya salekê ya şervaniyê bû, şervaneke xwedî armanc bû. Bi çalakiya xwe û mîrateya berxwedanê ya piştre li pey xwe hişt, veguherî kesayeteke dîrokî. Dixwest romana Rêber Apo binivîsîne. Ev yek ji bo wê demê armanc û lêgerîneke gelekî girîng bû. Kesayetên dîrokî di demên xwe de bi çalakiyên xwe dîrokê dinivîsînin. Bi vî rengî her ku dem derbas dibe wateya rasteqîn a çalakî û sekna wan tê fêhmkirin. Şehîd Bêrîtan li dijî paşverûtiyê xwedî li xak û têkoşîna xwe derket. Ev rewş di çalakiya hevala Bêrîtan û jiyana wê de bi şênberî tê dîtin. Armanca êrişên dewleta Tirk, PDK Û DYE’yê yên ji bo tinekirina PKK’ê tê wateya tinekirina Kurdan hemûyan. Sala 1992’an ji aliyê PKK’ê ve demeke gelekî girînge ; wê salê pêşketinên gelekî mezin çêbûn.
Hevrêyên weke hevala Bêrîtan ev pêvajo rast fêhm kirin û bi çalakiyên xwe bûn bersiv. Berxwedana hate kirin têkoşîn û nirxên gelê Kurd jî mayinde kir. Weke şervanên hevala Bêrîtan fêhmkirina rast a demê û bicihanîna pêwîstiyên wê ji bo me meseleya herî girîng e. Pêvajoya heyî yek ji wan pêvajoyan e ku divê em rola xwe bi rengekî rast bilîzin. Divê hêzên Kurd hemû bibin yek; di vê mijarê de xeta PDK’ê rast nîne. Divê ev bê guhertin û yekîtiya Kurdan pêk were. Divê em xwedî li xeta yekîtiyê ya Kurdan derkevin û vê têkoşînê mayinde bikin. Hevala Bêrîtan bi şehadeta xwe bi hezaran Bêrîtan derxist holê. Bi hezaran hevrê xeta Bêrîtan kirin armanca têkoşîna xwe. Xeta Bêrîtan ji bo jinan hemûyan veguherî sembola jinê ya têkoşer û azad. Ev sekn ji bo jinan nexşerêyeke dîrokî ye. Xeta Bêrîtan ji bo hevrêyên mêr jî sekneke pêşeng e.
‘EM Ê ARMANCÊN WÊ PÊK BÎNIN’
Gerîla Arjîn Xebat: Dixwazim destpêkê vê bibêjim; hevala Bêrîtan xeta azadiyê, sembola jin a têkoşer e. Bêrîtan Hêvî kesek bi tenê bû; lê belê îro bi hezaran Bêrîtan hene û têdikoşin. Me şehîd Bêrîtan bi rengekî fîzîkî nedît, lê belê kesyetî, sekn û çalakiya wê bandoreke mezin li me hemûyan kir. Bêrîtan sembola şoreşa jinê ye, bi sekna xwe dîroka veşartî ya jinê derxist holê û şoreşa jinê da destpêkirin. Kesayetî, têkoşîn û berxwedana hevala Bêrîtan ji her alî ve hêzê dide min. Em jin, ji ber ku xwedî pêşengên weke Bêrîtan in gelekî bi şens in. Hevrê Bêrîtan beriya ku şehîd bikeve dixwest Rêbertî bibîne û romana wî binivîsîne. Lê belê îro bi hezaran hevrêyên jin hene ku dikarin vê daxwaza hevala Bêrîtan pêk bînin. Em ê xwedî li xeta Bêrîtan derkevin û armancên wê pêk bînin.

