Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hakki Boltan ji ber rexneya li Erdogan hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevdîtina DEM Partî- Saadet: Divê meclîs nexşerêyekê deyne pêşiya xwe
Rojane

Hevdîtina DEM Partî- Saadet: Divê meclîs nexşerêyekê deyne pêşiya xwe

Hevserokên DEM Partiyê ku piştî banga Rêber Apo dest bi serdana partiyên siyasî kirin, bi rayedarên Partiya Saadetê re li hev civiyan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Adar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakirhan ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi serdana partiyên siyasî kirin, di vê çarçoveyê de bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtin kirin.

Şandeya DEM Partiyê ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan, Serokê Karên Siyasî Mesût Dogan, Serokê Têkiliyên Derve Mûstafa Kaya, Seroka Şaxên Jinan Nûrgul Beytiye Ekîncî û Cîgira Serokê Koma Meclîsê Bulent Kaya ve hatin pêşwazîkirin.

 Piştî pêşwazîkirinê wêne û dîmen hatin kêşandin û piştre derbasî salona civînê bûn. Piştî hevdîtinê civîneke hevpar a çapemeniyê hate lidarxistin.

BAKIRHAN: PÊWÎSTE DEWLET NEXŞERÊYEKÊ DERXE

Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûye û di civînê de li gelek nuqteyan gihiştine encaman wiha got: “Me li ser metna peymana navbera Rêveberiya Demî ya Sûriyeyê û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin. Em li ser mijarên din ên li Tirkiyeyê axivîn. Metna bangawaziyê girîng bû û me di gelek civînên partiyên siyasî de îfade kir. Di metna bangê de rola Meclîsê hatiye destnîşankirin. Peywir û berpirsyariyên meclîsê hatine bibîrxistin. Em diyar dikin ku piştî vê saetê divê meclîs bikeve tevgerê û meclîs ji bo rêûresmên yasayî nexşerêyekê, planekê û bernameyekê deyne pêşiya xwe, ji ber ku partiyên siyasî yên di meclîsê de li ser mijara çareserî û aştiyê li hev dikin.

HIKÛMET LI BENDA ÇI YE?

Piştî bangê me hem saziyên li Tirkiyeyê û hem li cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê ziyaret kirin û bangewazî rastî eleqeyek mezin hat. Her kesî beriya niha dabû xuyakirin ku ew girîngiyê didin vê pêvajoyê û divê ev pêvajo bi aştiyê tacîdar bibe. Di vê navberê da, pirseke pir girîng heye ku li her cihê ku em diçinê ji me tê pirsîn. Erê, gelek eleqe heye. Lihevkirineke civakî heye. Baş e, hikumet li benda çi ye? Nikarin bibin alîkar lê dipirsin bê çima heta niha gav neavêtiye û li pêşiya vê yekê çi astengî heye. Em jî bi rêya we van pirsan dubare bikin.

BANGA BIRÊZ OCALAN RÊ LI BER SÛRIYEYÊ VEKIR

Ji bo ev pêvajo bi rehetî bimeşe, tişta destpêkê bê kirin ew e ku şert û mercên muzakereyê yên birêz Ocalan bên avakirin. Binêrin, banga birêz Ocalan jî rê li ber lihevkirina li Sûriyeyê vekir. Rehet bin, bangê li wê derê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya Şerayê li hev civand. Rê li ber pêşketinên girîng vekir.

 Ew pêvajoya ku em ji nêz ve dişopînin û girîngiyê didinê jî bûye mifteya vê pêvajoyê ku em dibêjin heke rast were birêvebirin zemîneke Sûriyê ya demokratîk dikare pêk were. Ji ber vê yekê, birêz Serokkomar jî di vî warî de tiştên gelekî girîng got. Yê serkeftî wê gelê Sûriyeyê be û got em bi vê re li hev dikin û em girîngiyê didinê. Yê serketî wê ne tenê gelên li Sûriyeyê, her wiha Tirkiye be û ev pêvajo wê li Tirkiyeyê bimeşe. Rojhilata Navîn wê bi ser bikeve. 

Bi vê munasebetê em dixwazin banga li hikûmetê ya li jêr bikin; niha dema wê ye ku hûn bi hikûmeta Bakurê Rojhilatê Sûriyê re têkiliyê deynin. Hûn dikarin rasterast bi hikûmeta Bakurê Rojhilatê Sûriyê re bicivin û biaxivin. Tu dikarî fam bikî ka ew çi dixwazin. Ev yek jî tevkariyê li polîtîkayên Tirkiyeyê yên li herêmê dike. Û ji ber ku em niha di pêvajoyeke diyalogê de ne. Belê, çawa ku diyaloga li Sûriyeyê bi lihevkirinekê bi encam bû; em hêvî dikin ku ev nîqaşên çareseriyê li Tirkiyeyê bi lihevkirinekê rê li ber gavên hiqûqî yên demokratîk veke. Bi minasebeta meha Remezanê ez hêvî dikim ku ev pêvajo bi xêr be.”

 Bakirhan herî dawî behsa serokê damezirîner ê Partiya Saadetê Erbakan kir û bal kişand ser hewldanên Erbakan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. 

ARIKAN : DIVÊ HIN TIŞT JI ALYÊ HIKÛMETÊ VE BI CIH WERIN ANÎN

Arikan ê ku piştî Bakirhan axivî û wiha got: “Em di demên awarte de dijîn. Dema ku em li bûyerên hem li welatê me hem jî li erdnîgariya me ya nêz dinerin; me îro careke din dît ku çiqasî girîng e partiyên siyasî li hev bicivin û muzakereyan bikin. Ez pê bawer im ku bi rêya vê hevdîtin pirsnîşanên têkildarî bûyeran ji holê hate rakirin.

Partiya Saadetê têkildarî pirsgirêka Kurd xwedî dîrokek 56 salî ye. Dixwaze careke din dubare bike ku em 56 salan li ser vê mijarê sekinînin, li ku derê Partiya Saadetê û Tevgera Fikra Neteweyî sekinîne, em îro li ser piya disekinin. Bêguman di nava 3 rojan de em dikevin sala 14’emîn a şerê navxweyî yê li Sûriyeyê. Ez dixwazim xemgîniya xwe ya ji ber komkujiya çend roj berê hat kirin, bînim ziman. Her wiha hêja ye ku çek bêdeng bibin, yekparebûna xaka Sûriyeyê were parastin û gelên li nava welêt bi rêya danûstandinan li hev bicivin.

GELEK PIRSGIRÊK BÊNÎQAŞ DIMÎNIN

Min vê sibehê di civîna komê de jî anî ziman. Eger wê li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn hebe, eger bûyerên nêzî 50 sal in li Tirkiyeyê diqewimin bi rastî jî dixwazin çareser bibin, divê hin tişt ji aliyê hikûmetê ve bi cih werin anîn. Gelek pirsgirêk bênîqaş dimînin. Bi taybetî ji ber ku desthilatdar dudil e ku pêvajoyê bi zelalî birêve bibe û raya giştî û partiyên siyasî der barê pêvajoyê de divê bên agahdarkirin û ev sekna wan me dixe nav fikaran. 

Arikan xwest ku astengiyên li hember azadiya ramanê ji holê bên rakirin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. 

‘DIVÊ SEROKKOMAR JÎ TEVLI PÊVAJOYÊ BIBE’

Bakirhan pirsa rojnamegeran a; “Birêz Erdogan daxuyaniyek da û got, eger îro daxwazeke randevûyê ji heyeta Îmraliyê were, dikarin hevdîtinê bikin. Hûn vê çawa dinirxînin?” wiha bersivand: “Bêguman heyeta me wê bi Birêz Erdogan re hevdîtinê bike. Ma çima hevdîtin neke, ew welat rêve dibe. Yek ji aliyê herî girîng ê çareseriya pirsgirêkekê ye. Dema em li vir in, heyeta me wê amadekariyên serlêdanê bike. Wê îro an jî sibê serlêdana xwe pêşkêş bike. Diviyabû berê jî biqewime. Em behsa pirsgirêkeke 50 salî ya Tirkiyeyê dikin. Em behsa pirsgirêkeke pir girîng dikin. Divê Birêz Serokkomar di mijara nîqaşkirina vê pirsgirêkê de cih bigirin. Divê partiyên din ên siyasî jî tevlî bibin. Heyeta me wê di dema herî nêz de ji bo hevdîtinê serlêdanê bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Heyeta Îmraliyê randevû ji Erdogan xwest
Nûçeya Pişt re Qurbaniyên Komkujiya Gaziyê hatin bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ukraynayê bi dronê êrîş kir: Depoyeke mezin a çekan a Rus hate îmhakirin

Hat ragihandin ku di êrîşeke bi balafira hewayî ya bêmirov a ji aliyê Ukraynayê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdevka DEM Partiyê: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ev tişt anî ziman: "Em derbasî qonaxeke nû dibin. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şengalê ji bo Şehîdên Meha Hezîran û Tîrmehê merasîma bîranînê

Li Şengalê bi pêşengiya Saziya Malbatên şehîdan û MXDŞ’ê ji bo bîranîna şehîdên mehên Hezîran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?