Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hevserokê Koma Çep a PE’yê bi fermandarên QSD û YPJ’ê re hevdîtin kir
Rojava

Hevserokê Koma Çep a PE’yê bi fermandarên QSD û YPJ’ê re hevdîtin kir

Hevserokê Koma Çep a PE'yê Martîn Schirdewan bi nûnerên Rêxistina Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Fermandara YPJ Rohilat Efrîn û Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê (PE) Martîn Schirdewan û şandeya pê re di roja duyemîn a serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de serdanên girîng kir. Şandeyê sibehê bi nûnerên Rêxistina Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştî nîvro jî bi Fermandara Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rohilat Efrîn û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir.

Di serdanê de Alîkarê Midûriyeta Giştî ya Navenda Rosa Luxemburg û Serokê Departmana Navneteweyî Philip Degenhardt, nûnerê saziyên Ewropayê ya DEM Partiyê Fayik Yagizay, asîstana Schirdewan Nora Friese-Wendenburg û asistana Yagizay Sarah Glynn bi Schirdewan re bûn.

Rayedarên Saziyên Şaredariyan di hevdîtinên serê sibê yên pêşkêşiyek ji şandeyê rekirin. Di pêşkêşkirinê de pirsgirêkên sereke yên ku ji aliyê rêveberiyên herêmî ve têne jiyîn hatin ravekirin. Rayedaran anîn ziman ku ji ber Tirkiye ava çem asteng dike, girtina Santrala Pompakirinê ya Ava Aloukê û bombebarankirina binesaziya herêmê di xizmetên bingehîn ên wekî av û elektrîkê de zehmetiyên cidî tên jiyîn. Hate gotin ku Tirkiye bi armanca ku avê ji Çemê Dîcleyê bîne, peymana bi UNICEFê re ya ji bo anîna avê asteng dike.

Rayedarên herêmî destnîşan kirin ku herêm bi gefa çolbûnê re rû bi rû ye û diyar kirin ku kêmasiyên xizmetguzariyên binesaziyê yên ji bo dabînkirina pêdiviyên koçberên navxweyî, hîn bêtir kûr bûne. Koçberên ji Şehba, Minbic, Serêkaniyê û Girê Spî li kampên penaberan ên Hesekê hatin bicihkirin; tevî ku 5 sal û nîv di ser re derbasbûne jî hin ji wan ji neçarî  li dibistanan dijîn. Hate destnîşankirin ku ev rewş bi giranî mafê perwerdehiyê yê zarokên li herêmê binpê dike. Rayedaran her wiha anîn ziman ku alîkariya navneteweyî ya ji bo koçberan bi awayekî berbiçav kêm bûye.

ROHILAT EFRÎN: EM Ê DESTKETIYÊN XWE BIPARÊZIN

Rawestgehek din a şandeyê Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bû. Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn diyar kir ku rêveberiya Şamê peymana pevguhertina girtiyan dereng xist û girtiyên YPJ’ê ji vê pêvajoyê derxist. Rohilat Efrîn dazanîn ku tevî vê yekê jî YPJ û QSD hêz û biryardariya xwe parastine û got, “Me amadekariyên xwe baş kirine û em ê destketiyên xwe biparêzin. Em bi biryar in ku avaniya artêşa Sûriyeyê biguherînin.”

ŞANDEYÊ BI MAZLÛM EBDÎ RE RE JÎ HEVDÎTIN KIR

Di hevdîtina bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî re danûstandinên bi Şamê re hatin nîqaşkirin. Ebdî diyar kir ku hikûmeta Şamê ji bo Rêveberiya Xweser entegreyi avaniya Şamê bike bang li wan kiriye û lê ew dixwazin vê pêvajoyê li ser bingeha “hevkariyê” pêk bînin. Ebdî anî ziman ku divê welatên rojavayî hikûmeta Şamê teşwîq bikin ku peymanê bi cih bîne û destnîşan kir ku divê zextê li Tirkiyeyê bikin ku li gor agirbestê tevbigere, ev yek jiyanî ye.

Mazlûm Ebdî behsa jinûve avakirina herêmê kir û got ku pêwîstî bi bernameyên veberhênana biyanî yên berfireh heye ku tenê bi santralên enerjiyê ve sînordar nemîne û seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bigire nav xwe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê NADA: Qirkirina li Xeze û Sûdanê divê tavilê bê rawestandin
Nûçeya Pişt re Li Amedê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi DAKAP’ê re civiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di nava rojê de du caran êrîşî Hêzên Ewlehiya Hundirin kirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di nava…

Ji aliyê Stêrk TV

‛Wê gel tevahî planên fitneyê têk bibe’

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê diyar kir ku pêwîstî bi xurtkirina rewşa hişyarî û birêxistinkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Welatên giravî yên biçûk ên li Pasîfîkê çima sefaretxaneya li Qûdsê vedikin?

Bi Nauru re ku vê mehê li Qûdsê sefaretxaneya bilind vekir, hejmara welatên giravî yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?