Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê bi Berdevkê AKPê Omer Çelîk, Wekîlê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala û Serokê Koma AKPê Abdullah Guler re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de li ser merhaleya pêvajoyê ku gihiştiyê û ji niha şûn ve dê çi were kirin, dan û standin hatiye kirin.

