Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji DEM Partiyê peyama sala 103’emîn: ‘Divê komar nû bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Fermandara serdemê û mîmara vîna azad: Roza Kobanê
Rojava

Fermandara serdemê û mîmara vîna azad: Roza Kobanê

Qehreman û şêrejina Kurd Roza Kobanê bû bersiva felsefî û leşkerî ya li dijî wê feraseta paşverû ya kujerên kastîk. Wê bi wêrekiyeke mezin çeka xwe li dijî hovîtiyê bi kar anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di dîroka berxwedana gelan de şehadet ne tenê windabûneke fizîkî ye, veguherîna jiyaneke fedayî ya ber bi rûmeta herî bilind û nemiriyê ve ye. Hevrê û pêşeng Roza Kobanê, yek ji stûnên sereke û avakerên Tabûra Xweser a Şehîd Dîcle ye. Fermandar Roza Kobanê di rûpelên vê dîrokê de bû sembola vê rûmetê. Ew di nava hevalên xwe de bi bejn û bala xwe ya bilind, bi heybeta xwe ya leşkerî û bi rûyê xwe yê li ken ku tije hêviya azadiyê bû jî dihat naskirin. Di sekna wê de, çelengî û reseniyeke mîna şehbanûyan hebû ku  bi heybet û xwedî mubadere bû.

Ew her tim serbilind û ji xwe bawer bû. Li hember jiyan, şoreş û hevaltiyê her dem bi berpirsyariyeke kûr û bi dilekî bêhesab ê fedayî tevdigeriya. Hevrê û pêşeng Roza, keça wêrek a gundê Eydaniyê yê li rojhilatê Kobanê bû ku cewherê axê diparast. Heval Roza sala 2013’an pêngava xwe ya dîrokî avêt û tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû. Tevî hîna sala wê ya yekem a tevlîbûnê temam nebibû jî di aliyê akademîk û teorîk de xwedî ramaneke pir kûr û di pratîkê de xwedî pêşengtiyeke ewqas xurt bû ku di demeke kurt de erka Konseya Leşkerî ya YPJ’ê wergirt. Ev yek nîşaneya herî mezin a hişmendiya wê ya milîtantî û vîna wê ya rêxistinî bû.

Di kêliyên herî zehmet ên dîrokî ji temenê şoreşê de û di nava Tabûra Şehîd Dîcle de, wê weke jin daxwaza azadiyê kir û li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê ku hebûna jinê û nirxên mirovahiyê hildiweşand, çeper girt, şerekî bêhempa raber kir. Qehreman û şêrejina Kurd Roza Kobanê bû bersiva felsefî û leşkerî ya li dijî wê feraseta paşverû ya kujerên kastîk. Wê bi wêrekiyeke mezin çeka xwe li dijî hovîtiyê bi kar anî. Bêyî ku dudil bibe bi bîr, bawerî û ruhê serketinê ku di dilê xwe de şîn kiribû şerekî bêhempa meşand, heya serkeftinê meşiya. Di ferhenga wê ya têkoşînê de paşvekişîn tinebû. Her gavên wê, ber bi lûtkeya azadiyê ve bûn.

Ji bo her karê giran û her cihê zehmet, hevala Roza her tim bi dildarî pêşengtî dikir. Çavên wê ji ti astengiyan neditirsiyan. Berevajî vê yekê, dema ku hevala Roza radibû ser piyan, di heybeta sekna wê ya şoreşgerî de, dijmin her ku diçû biçûk dibû û dilerizî. Bi wê sekna xwe ya nimûne û fermandarî, heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe da û 8’ê Cotmeha 2014’an li bajarê Kobanê tevlî karwanê nemiran bû. Şehadeta heval Roza, wateya herî kûr a gotina Rêber Apo ya “Şer li fermandara/ê xwe digere” raber dike. Ew ne tenê fermandara şerê wê demê, di heman demê de hişmendî û ruhê mîmariya azadiya Kobanê bû.

Eger îro Kobanê li ser piyan e û bûye navenda rûmeta cîhanê, ev encama vîn, felsefe û xwîna pîroz a şehîdên mîna Roza Kobanê ye. Şehadet ji bo me ne tenê bîranînek e, pîvana herî bilind a dilsoziya bi xeta azadiyê re ye. Hevrê Roza bi şehadeta xwe, rûmeta herî mezin di dîrokê de xêz kir. Em jî wek hevrê û şervanên heval Roza Kobanê û hemû şehîdên şoreşê şopdar û şagirtên wan in. Ji bo em bibin layiqî wan em têkoşîn dikin. Em ê têkoşîna xwe teqez bi serkeftinê tacîdar bikin. Careke din em soza xwe ji wan fermandarên xwe re nû dikin û dibêjin, em ê hedef û armancên ji bo wan cane xwe dane pêk bînin. Em ê wan di hiş, mejî û her kêliya xwe de bidin jiyandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû
Nûçeya Pişt re Ji DEM Partiyê peyama sala 103’emîn: ‘Divê komar nû bibe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mexmûrê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş hate pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî Cejna Berxwedana Neteweyî bi coşek mezin hate pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Navenda Giştî ya CHP’ê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin

Avahiya Navenda Giştî ya CHP'ê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, ketin û derketina navendê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bexdayê dest li sîstema kota û hilbijartinê ya Hewlêrê werda

Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku hejmara kursiyên kota yên li Parlamenta Herêma Kurdistanê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji DEM Partiyê peyama sala 103’emîn: ‘Divê komar nû bibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên Kobanê: Wê zimanê Kurdî her tim zindî be

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Spanyayê ji ber karesata trênê sê roj şîn hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?