Meha Sibatê di salvegera banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de heyeteke navneteweyî ya serbixwe ya ji heft endaman, ji bo çavdêriya li pêşketina hiqûqî ya têkildarî pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê serdanek kir. Endamê The European Association of Lawyers for Democracy and World Human Rights (Yekîtiya Hiqûqnasên Ewropî ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiya li Cîhanê -ELDH) Clemens Lahner ku yek ji endamên Mîsyona Hiqûqê ya Serbixwe ya Têkildarî Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyeyê bû. li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Lahner diyar kir ku aştiyeke mayinde û bi wate tenê bi daxwaza herdu aliyan a ji bo bicihanîna berpirsyariyên xwe dikare pêk were û got, “Ji bo avêtina hin gavan pêwîstî bi guhertinên nû yên hiqûqî nîne. Mînak; eger qanûnên heyî yên li Tirkiyeyê bi nêteke baş bi cih bê anîn wê têrê bike. Rakirina qeyûman ku bi giranî li bajarên Kurd lê ne hatine wezîfedarkirin û radestkirina wezîfeyê li şaredarên bi rengekî demokratîk hatine hilbijartin.
Bi heman rengî mirovên ku tenê ji ber banga aştiyê û daxwaza lêpirsîna li binpêkirinên mafên mirovan hatine girtin, tavilê bêne berdan. Bi taybetî ji bo girtiyên nexweş, sererastkirina mercên girtîgehan li gorî mafên mirovan gelekî girîng e.
Li gel vê yekê reformên hiqûqî jî divê werin kirin. Mînak, pêwîstî li sererastkirineke efûyê heye ku bi rêya vê yekê kesên tevlî têkoşîna çekdarî bûne karibin li jiyana sivîl vegerin. Di heman demê de garantîkirina mafên wekhev ên Kurdan bi destûra bingehîn, naskirina mafê perwerdeya bi Kurdî û bikaranîna zimanê dayikê li saziyên cemaweriyê ji bo demokrasiyê û aştiyeke dewamî gavên bingehîn e.”
Di dewama axaftina xwe de Clemens Lahner diyar kir ku Rêber Apo ji aliyê gelek mirovan ve weke nûnerê rewa yê gelê Kurd tê dîtin û got, “Eger hikumet bi rastî jî dixwaze ji aliyê aştî û lihevkirina civakî ve hewldaneke cidî bike, neçar e ku vê rastiyê qebûl bike.
Abdullah Ocalan ne tenê kesek e, di heman demê de sembolek e. Eger armanca pêvajoya aştiyê ne tenê aktorên siyasî lê îqnakirina tevahiya civaka li Tirkiyeyê be, ji bo paşeroja wî ya şexsî û rewşa girtiyên Kurd ên din divê gavên sembolîk bêne avêtin.
Lewma divê meqamên Tirk çarçoveyeke hiqûqî ava bike ku li gorî biryarên ‘mafê hêviyê’ yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û pêwîstiyên pêvajoya aştiyê, cezayên bi vî rengî jinûve di ber çavan re derbas bike.”
Lahner destnîşan kir ku aştî ne tenê bidawîbûna şer e û got, “Di heman demê de tê wateya heqîqetê, hurmetê, edalet, demokrasî û pêşketinê. Bêguman divê şer bi dawî bibe. Lê belê bidawîbûna şer ne bidawîbûna pêvajoya aştiyê ye; tenê destpêka wê ye.”

