Taziyeya ku bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) hatibû avakirin, di roja sêyemîn de dom kir.
Bi hezaran kes çûn serdana taziyeya ku li ber avahiya rêxistina navçeyê ya DEM Partiyê hatibû danîn, bûn. Li qadê, wêneyên şehîdan û Rêber Apo di nav alayên zer-sor-kesk û gulan de li ser maseyan hatin bi cih kirin. Di taziyeyê de posterê mezin ê Rêber Apo jî hat vekirin.
Welatiyên ku tevlî taziyeyê bûn, wêneyên şehîdan bi qurdeleyên reş bi cilên xwe ve daliqandin. Welatiyên ku bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hatin qadê, ji malbatên şehîdan re sersaxî xwestin.
Di çarçoveya taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn û dua hatin xwendin.
Hat ragihandin ku piştî taziyeya ku hat diyar kirin ê heta saet 17.00’an berdewam bike, dê çalakiya bîranînê bê lidarxistin.

