Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser gerîla dewam dikin
Kurdistan

HPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser gerîla dewam dikin

HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk bi çekên qedexekirî, top, obus û ji hewayê êrîş bir ser herêmên Zap, Xakurkê, Metîna û Garê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Artêşa Tirk bi top û obusan êrîşên li ser qadên gerîla yên li herêmên Zap, Xakurkê, Metîna û Garê dewam dike. Her wiha li hin deveran jî teqemeniyên qedexekirî hatin bikaranîn, li Girê Zengilê jî bi balafirên şer bombardûman hate kirin.

Êrîşên artêşa Tirk;

17’ê Gulanê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê bi teqemeniyên qedexekirî û 18’ê Gulanê jî li herêma Garê qada Girê Zengilê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di navbera 13 û 18’ê Gulanê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran; li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 3 caran ji aliyê artêşa Tirk ve bi kepçeyan bû hedefa êrişê û hewl hate dayin ku bêne hilweşandin.

Di navbera 14 û 18’ê Gulanê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Lolanê; li Herêma Garê qadên Kanî Sarkê, Girê Kun, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê Sîser, Girgaşê, Yekmalê, Girê Zengil, Girê Reşît; li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî; li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi top û obusan hatin bombekirin.

Di navbera 15 û 18’ê Gulanê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û li Herêma Metînayê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê hêzên artêşa Tirk hewl dan hêzên me tehrîk bikin û bi vê armancê bang kirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di çarçoveya mafê parastina rewa de bi teknîkê bersiv dan êrîşan.  Agahiyên berfireh ên bersiva hêzên me bi vî rengî ne;

16’ê Gulanê saet di 13:30 û 15:17’an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi teknîkê li hedefên di pozîsyona êrîşê de bûn hate xistin; wesayiteke zirxî û sîstemeke çekan a Korkût a li ser hate îmhakirin; derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate xistin.

16’ê Gulanê saet di 13:30’î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi teknîkê li wan hedefan ahte xistin ku li Qada Berxwedanê ya Sergelê di pozîsyona êrîşê de bûn û derb li çeperekê hate xistin.

18’ê Gulanê saet di 14:00 û 15:10’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi teknîkê li kepçe, obus û çekên giran hate xistin ku êrîşî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dikirin.

TAHÎR AŞRÛN DI ENCAMA QEZAYÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA

Di 29’ê Nîsana 2025’an de li derdora gundê Musê yê Makûyê welatparêzê hêja Tahîr Aşrûn ê ji Mala Huseyîn Bekî ya ji eşîra Sakî jib er qezayekê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku Tahîr Aşrûn ê hêja bi şaşitî û di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da, em gelekî êşiyan. Em êşa malbata xwe ya dilşewat ji dil hîs dikin û parve dikin. Bila gelê me, eşîra Sakî ya welatparêz û malbata me ya Aşrûn a hêja zanibe ku ti neyartiya me û Tahîr Aşrûn tine ye û bi ti awayî hedef nehatiye girtin, bûyer ji ber qezayê qewimî ye. Em careke din ji malbata Aşrûn ku ewladê xwe ji dest da û Mala Huseyîn Bekî re sersaxiyê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tulay Hatîmogûllari: Dema avakirina jiyana wekhev e
Nûçeya Pişt re Ciwanên Şengalê li ser peyama Rêber Apo civînek lidar xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPS-YPS JIN: Heta ku em şaredariya xwe werdigirin, divê em li her derê rabin!

Fermandariya YPS- YPS JIN têkildarî derbeya qeyûm daxuyanî da û got: “Heta ku em şaredariya…

Ji aliyê Stêrk TV

PYD: Hikûmeta Demkî berpirsê bûyerên li Kobanê ye!

PYD‘ê daxuyand ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsê bûyerên li Kobanê ye û xwest ku…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ: Hevrê Cemşîd dewama Egîdên Kurd bû

HPG-NRÇ'ê endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Eyaleta Erzîromê Cemşîd Elî Esker bi rêzdarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?