Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Fermandarê me yê leheng Şiyar Efrîn şehîd bû
Kurdistan

HPG: Fermandarê me yê leheng Şiyar Efrîn şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku yek ji milîtanên pêşeng ên PKK’ê “fermandarê kedkar Şiyar Efrîn meha Tîrmehê di êrîşa dijmin de” şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Îlon 2024 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, “Yek ji milîtanên pêşeng ên partiya me PKK’ê, fermandarê me yê kedkar hevrê Şiyar Efrîn di meha Tîrmeha sala 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşa dijmin de şehîd bû.”

Di dewama daxuyaniyê de, ev tişt jî hatin gotin: “Hevrêyê me Şiyar perwerdeya xwe ya destpêkê ji Rêber Apo girt û dest bi meşa xwe ya şoreşê kir. Ji çiyayên Zagrosê heta çiyayên Botanê li gelek herêm û eyaletên Kurdistanê gerîlatî kir. Bi tecrubeya xwe ya bi salan, di fermandariyê de kûr bû û berpirsyarî girt ser xwe. Dilnizmiya xwe ya zêde û meziyetên milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe de pêk anî û di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrê Şiyar ku şoreşgerê demên ku şert û mercên wê zehmet, derfetên wê kêm û berpirsyariyên wê giran e, her wezîfeya xwe ya di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bi eşq, xwestek û biryardariyeke mezin bi cih anî. Milîtaniya fedayî ya Apoyî esas girt û ji şervantî heta endamê fermandariya herêm, eyalet û qadê di her astê de wezîfe meşand. Fermandariya Berxwedana Rêveberiya Xweser kir ku yek ji lûtkeyên têkoşîna xweparastinê ya gelê me ye. Ji destpêk heta dawiyê di her safhaya vê berxwedana dîrokî de cih girt û bû sembola wêrektiya xurt a milîtaniya fedayî ya Apoyî. Hevrêyê me Şiyar di meşa xwe ya şoreşê ya 30 salan de şoreşgeriyeke xurt, sekneke bêteredut, baweriyeke bilind û serketinên mezin raber kir û ji wêrektiya xwe ti carî tawîz neda û şehîd bû. Meşa destanî ya 30 salan a fermandarê fedayî hevrê Şiyar wê her tim ji aliyê ciwanên Kurd ên esil û hevrêyên wî ve mînak bê girtin û wê teqez meşa me ya Rêbertiya Azad Kurdistana Azad bigihînin serketinê. Ku fermandar Şiyar ji bo vê meşê hemû jiyana xwe û canê xwe feda kir.

Em ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Şiyar Efrîn, gelê me yê Efrînê yê cefakar û hemû Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Agahiyên derbarê fermandar Şiyar Efrîn, bi vî rengî ne:

Nasnav: Şiyar Efrîn
Nav û Paşnav: Lokman Îsmaîl
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik – Bav: Emîne – Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Tîrmeha 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Daxuyanî wiha dewam kir: “Bajarê serî yê Rojavayê Kurdistanê, erdnîgariya mîna buhiştê û bajarê dîrokî Efrîn, qasî bedewiya xwe xwedî çiyayên bi heybete. Ev bajarê bedew ê ku pişta xwe dayî Amanosan, bajarekî Kurdan ê esil e ku gelek baweriyan di nava xwe de dihewîne û nasnameya xwe diparêze. Ev bajarê me yê ku dil daye gelek berxwedan û rêxistinên Kurd, her tim çand û welatparêziya xwe parastiye û tevkariyên girîng li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kiriye. Xelkê Efrînê destpêkê mîna Apoyiyan, piştre jî weke PKK têkoşîna me ji nêz ve nas kir û bû şahidê wê û têkoşîna me jî bi heman hestên esil pêşwazî kiriye. Xelkê me yê Efrînê ji rêxistinên sexte yên Kurd ên oportunîst û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbî bi kar tînin, aciz bûye. Di salên 1980’î de Apoyiyên dewrêşane yên ku şoreşgerên heqîqî ne, nas kir û şahidî ji esiltî û wêrektiya wan re kir û hezkirina wan li hemberî tevgera Apoyî çêbû.

Berxwedana Apoyiyan a zindana Amedê, sekna wan a derwêşane, pêngava 15’ê Tebaxê ya ku li çiyayên Botanê wek volkanêkê teqiya, dilê gelê Efrînê fetih kiriye. Van berxwedanên dîrokî li mejiyan neqişkiriye û hiştiye ku bi tevgera Apoyî re girêdaneke xurt çêbibe. Xelkê me yê Efrînê, keç û xortên wê yên ciwan wek lêhiyekî tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûne û bûne milîtan. Zarokên Efrînê yên esil, li çar parçeyên Kurdistanê belav bûne, bi hestên netewî ji bo azadiya gelê me bi fedaiyane û bê hesap şer kirine. Li çar aliyê Kurdistanê, di her bajar, her navçeyê bajaran û her çiyayan de teqez egîdekî/ê Efrînê şer kiriye û şehîd bûye. Dibe ku Efrîn wek erdnîgarî bajarek biçûk be, lê fedakariya xelkê Efrînê gelek feyde li têkoşîna azadiya gelê me kiriye. Xelkê me yê Efrînê vê fedakarî û sekna xwe îro jî li hemberî dewleta Tirk a faşîst, qirker û namerd bêteredût berdewam dike, qet û qet serî lê natewîne, di jiyana azad de israr dike û bi berxwedana xwe dijminên me qehir dike.

Hevrêyê me Şiyar Efrîn jî ewladê ewladê me yê Efrînê ye. Efrînê ew ji nava dilê xwe derketiye û bi paqijî û cewhera xwe ve mezin kiriye. Hevrê Şiyar ku li Efrînê hatiye dinê, ji ber zextên rejîma BAAS’ê neçar maye tevî malbata xwe koçî Helebê bike û li wir mezin bibe. Hevrê Şiyar ê ku zîrek û jêhatî ye, dibistana amadeyî qedand û çû zanîngehê. Dema di nav ciwanên xwendewan de bû, Apoyiyan ji nêz ve nas dike û sala 1994’an tevlî kar û xebatên siyasî bû. Hevrê Şiyar şoreşgerekî bi zane bû û dibistana rejîmê û hemû derfetên madî yê jiyana pergalê da aliyekî û bû neferekî têkoşîna azadiyê. Bi qasî salekî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz meşand û şûnve di sala 1995’an de biryara bûyîna şoreşgerek pispor da û tevlî PKK’ê bû.

Hevrêyê me Şiyar ku ciwanekî Kurd ê gelekî bi şens e, perwerdeya xwe ya ewil li qada Rêbertî û ji Rêber Apo wergirt. Rastiya Rêber Apo û PKK’ê di şexsê Rêber Apo bi xwe de dît û nas kir û dersên herî bingehîn girt ku sûdê bide jiyana wî ya şoreşgerî ya bi dehan salan. Hevrêyê me Şiyar bi hişmendiya ku Rêber Apo ne şexs û rêberekî ji rêzê ye, berovajî kesayetekî mezin ê dîrokî ye şêwe, tempo û uslubê Rêbertî lêkolîn kir. Hewl da tiştên ku ji Rêber Apo hîn bûye, di dil, mejî û karaktera xwe de bide rûniştandin û bibe endamekî Apo’yî. Ev pêngavên ku hevrêya me Şiyar di jiyana xwe ya şoreşgerî de zemîneke herî xurt û bi rengekî herî rast avêt, di heman demê de rêveçûna têkoşîna xwe ya bi dehan salan dewam kir, diyar kir. Hevrêyê me Şiyar ku perwerdeya xwe ya li qada Rêbertî bi rengekî serketî qedand, di sala 1996’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî şerê bêeman ê azadiyê bû. Hevrêyê me Şiyar ku li çiyayên Zagrosan dest bi pratîka gerîlatiyê kir, di destpêka têkoşîna me de bû gerîlayekî serketî yê Azadiya Kurdistanê û bi berpirsyariyên xwe rabû. Ji sala 1996’an heta 2004’an li çiyayên Zagrosê bê rawestan, bênefes û bê teredût bi felsefeya yek parî û yek xirqe têkoşiya. Hevrêyê me Şiyar, xwe bi temamî fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kir û her cure fedekarî ji bo wê kir. Hevrêyê me hemû berpirsyariyên hildaye ser milên xwe bi awayekî serketî bi cih aniye û li ser vê bingehê bûye fermandarekî mînak ê gerîla. Di salên herî zor û zehmet ên serdema ARGK (Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê) de bi îrade, bawerî û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe dewam kir. Di sala 2004’an de hevrêyê me Şiyar derbasî Zapê bû û li Akademiya Hekî Karer perwerde dît. Piştî perwerdeyê tevlî xebatên Biryargeha Navendî ya HPG’ê bû. Xebatên li vir bi dîsîplîn û hesasiyetek mezin pêk anî û bawerî, hezkirin û hurmeta hevrêyên xwe bi dest xist.

Hevrêyê me Şiyar yê ku her tim berê wî li Bakurê Kurdistanê bû û dixwest li wir têkoşîn bike, ji bo derbasî Bakur bibe bi israr pêşniyar kir. Bi taybetî di sala 2006’an de dema ku hewl hat dayîn Rêbertiya me li Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê bê jehrî kirin, weke fedaîyek Apoyî ku dema mijar dibe Rêber Apo, ji bo parastina Rêbertiya me xwe bi hêz kir û bi biryardariyek mezin weke fedaî xwe amade kir. Li ser bingeha vê biryardarî û lêhûrbûnê di sala 2006’an de derbasî Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû û li wir tevlî perwerdeyê bû. Hevrêyê me li vir pratîka 11 salan a têkoşînê ku di nava şerek dijwar de derbas kir lêpirsîn kir, erkên şoreşgeriyê ya serdema nû ji kûr ve hîs kir û li ser vê esasê hewl da li ser taktîkên gerîla yên serdema nû xwe kûrtir bike. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi dawî kir, di sala 2007’an de berê xwe da Qada Botanê ku weke qibleya gerîla tê zanîn. Hevrê Şiyar meşa xwe ya şoreşê ya serketî li vir jî bi heman rengî dewam kir. Hevrêyê me di pêvajoyeke ku dijminê qirker bi dijwarî êrîş dikir û hevrêyên me yên pêşeng ên mîna Adil Bilîkî, Gulbahar, Nûda, Ferhat, Kûrtay Feraşîn û Halîl Dag li Botanê gihîştin şehadetê de, hemû berpirsyariya ku dikeve ser milê wî bi xwestekek mezin û bi awayekî layîqî şehîdan bibe, bi cih anî. Hevrêyê me Şiyar bi hezkirineke mezin, bêyî ku ferq bike nava erkên mezin û biçûk, her cure peywirên şoreşgerî pêk anî. Ji kûryeyê heta xebatên binesaziya lojîstîkê, ji têkiliyên giştî heta Şerê Gel ê Şoreşgerî her şêwe wezîfeyan bi serketineke mezin bi cih anî. Hevrêyê me Şiyar bi hevrêtî, sekn, tevlîbûn û lehengiya xwe ya ji dil, bûye fermandarekî pêşeng ku di dilê hemû hevrêyên xwe de cihek ava kiriye. Li vir gav bi gav têkoşîna xwe mezin kir û bû endamê Fermandariya Têkiliyên Gel a Qada Botanê.

Hevrêyê me Şiyar ku bi sekna xwe ya fedaî ya Apoyî dilê gelê Botanê feth kir, tevahî gelê Botanê rêz jê re digirt û hez dikir. Hevrêyê me xwe li hemberî tevahiya pirsgirêkên gelê me berpirsyar didît. Dewleta Tirk a mêtinger qirker sala 2015’an di çarçoveya Plana Hilweşînê de li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê me êrîşên qirkirinê yên derveyî mirovahiyê bi pêş xist. Gelê me li dijî vê ragihand ku ew ê van êrîşên dijmin qebûl nekin û gotin ku ew ê di xwerêveberiyê de israr bikin. Li dijî ragihandina xwerêveberiya gelê me, dijminê faşîst bi awayekî hovane êrîş kir û li hember wê ciwanên hêja û bi rûmet ên gelê Kurd bi pêşengiya YDGH (Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz) li ber xwe dan. Dewleta Tirk a ku destpêkê bi polîsan re êrîşî vê berxwedana ciwanên Kurd kir, piştre ji bo êrîşên qirkirinê bi encam bike, li dijî berxwedanên xwerêveberiyê artêşa Tirk a dagirker seferber kir. Artêşa Tirk 14’ê Kanûna 2015’an li dijî berxwedana xwerêveberiyê ket nava tevgerê, berê artêşê da bajaran, û hemû teknîka di destê xwe de ku tank û balafirên şer jî di nav de hene bikar anî. Dijmin, bi zanabûna ku gelê me ti carî serî li ber wan natewîne û ji welatparêziya xwe tawîzan nade nêz bû û li hemberî Şirnexê êrîşên gelekî berfireh pêş xistin. Qetilkirina ciwanên Kurd ên bêguneh di şexsê Hevrê Şehîd Siyabend (Hacî Lokman Bîrlîk) û kaşkirina cenazeyê wî li pişta wesayîta leşkerî li kolanên Şirnexê, hêrsa gelê me zêdetir kir. Bi van êrîşên namerdî yên dijmin û destwerdana artêşa Tirk re Gerîlayê Azadiya Kurdistanê biryareke dîrokî wergirt û tevlî berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê bû. Hevrêyê me Şiyar ku bi salan bi pirsgirêkên gelê Botanê re eleqedar bû, ji bo azadiya wan têkoşiya û şoreşgerekî fedayî bû, tevlî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me yê Şirnexê bû.

Hevrêyê me Şiyar bi tecrûbeya xwe ya zêde ya 20 salan berpirsiyariya têkoşîna rêveberiya xweser a Şirnexê girt ser milên xwe. Hevrêyê me Şiyar bû fermandarekî fedaî yê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ku YPS di vê pêvajoyê de weke rêxistina têkoşîna sivîl a gelê me, xwe bi awayekî şênber nîşan da. Hevrêyê me Şiyar li bajarê Şirnexê li hemberî hemû êrîşên leşker, polîs, notirvan, kontra, xayîn, hevkar, tang, top û balafirên şer ên dewleta Tirk, li gel ciwanên Şirnexî yên serhildêr û têkoşer bi hin çekên ferdî û hin teqemeniyên gel  têkoşîneke bêhempa meşand. Hevrêyê me di vê pêvajoya têkoşînê de ku derfet, şert û merc gelekî kêm û dijwar bûn, destaneke têkoşînê ya bêhempa nivîsand. Çend ciwanên Kurd di nava şeş mehan de artêşa Tirk a faşîst li bajarekî asê kirin û derbên giran lêxistin. Ciwanên Kurd bi vê têkoşîna xwe ya dîrokî artêşa Tirk bi sendromên giran ên ku tucarî ji bîr neke re rû bi rû hişt. Her çend piştre rewşa heyî bi awayekî nerast hatibe berovajîkirin jî ku dihate gotin, Tevgera me xwe ji bo şerê bajaran amade dike û bajar bi bombeyan tije kirine, îro hatiye îspatkirin ku di têkoşîna rêveberiya xweser de derewên hatine kirin û rastiya pêvajoyê gelekî ji hev cuda ne. Hevrêyê me Şiyar ew şoreşger bû ku têkoşîneke dîrokî ya vî rengî bi rê ve bir, Fermandariya Berxwedana Rêveberiya Xweser a Şirnexê kir û ji ciwanên Şirnexî re bû hêvî û rênîşander. Hevrêyê me Şiyar yek ji mîmar û kedkarê mezin ê têkoşîna Şirnexê ya dîrokî bû.

Hevrêyê me Şiyar deh salan li Qada Botanê her cure berpirsyariyên xwe bi awayekî fedaiyane bi cih anîn û di sala 2016’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Weke fermandarekî YPS’ê ji bo mihasebekirina vê pêvajoya dîrokî, dersên hewce bigire û bi van tecrûbeyên zêde bingeha destkeftiyên mezintir ava bike xebatên xwe domandin. Girêdayî vê yekê beşdarî xebatên akademîk dibe û ji nêz ve bi gelê me re eleqedar bû û perwerde da têkoşerên ku li gel wî ji têkoşîna rêveberiya xweser derketin û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûne. Hevrêyê me Şiyar ku di têkoşîna gelê me ya azadiyê de li hemû wext û deveran, hemû erkên xwe bêyî dudil û bi hişmendiyeke mezin bi cih anîn. Li Herêmên Parastinê yên Medayayê berpirsiyariyên cuda girtin ser milên xwe û ev berpirsiyarî bi awayekî serkeftî bi cih anîn.

Hevrêyê me Şiyar bi têkoşîna xwe ya azadiyê ku di sala 1994’an de da destpêkirin û 30 salan bê navber da meşandin, gelek tişt bi gelê me û tevgera me da qezenckirin û bû wesîleya serkeftinên mezin. Hevrêyê me ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelek dihat hezkirin, bi têkoşîna xwe ya bêhempa ya ji çiyayên Zagros heya çiyayên Botan û Herêmên Parastinê yên Medayayê li her derê, navê xwe di dil, bîr û têkoşîna birûmet a gelê me de bi tîpên zêrîn da nivîsandin. Hevrêyê me Şiyar dema ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me erka xwe bi cih dianî û bi awayekî fedaiyane dixebitî, di Tîrmeha 2024’an de di encama êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MAK’ê li Licê çalakî kir
Nûçeya Pişt re Li Myanmarê bagera Yagî: Hejmara qurbaniyan bû 293 kes
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kerkûkê provokasyon: Êrişî wêneyê Ziyad Heleb kirin

Wêneyê şehîd Ziyad Heleb ku roja Pêncşemê ji aliyê komek ji ciwanên welatparêz ên Kerkûkî…

Ji aliyê Stêrk TV

Tecrîd li Tirkiyeyê dibe sedema krîzê

Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Ercan Yilmaz, anî ziman ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji yekîneyên YPS jin çalakiyên bersivdanê

Yekîneyên bersivdanê yên YPS Jin bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê li Amedê çalakî kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê cenazeyên 7 şehîdan hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?