Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê 4 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne, bi bîr anî û got, “Di şexsê hevrêyên me Kendal, Mizgîn, Xwînrêj û Bager de em soza xwe ya Kurdistana azad dubare dikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şehîdan, ev tişt diyar kir:

“Sala 2018’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyên me Kendal Dêrik, Mizgîn Umut, Xwînrêj Cûdî û Bager Farqîn şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Fermandarê me yê hêja hevrê Kendal Mêrdîn serketinên mezin di jiyana xwe ya şoreşgeriyê ya 20 salan de pêk aniye û sînorên Kurdistanê derbas kir, hewl da têkoşîna me ya azadiyê bigihîne gelên cuda. Ji roja tevlî nava refên gerîla bûyî û heta kêliya gihiştî şehadetê, bû xwediyê têkoşîneke bênavber. Bi kesayeta xwe ya kedkar û fedekar a ku bi felsefeya Rêber Apo ava kirî, her tim bû milîtanê wezîfeyên herî zehmet. Hevrêyê me ji zozanên Kelareşê heta lûtkeyên Amanos û Zagrosan li gelek qadan gerîlatî kir û li pey agirê azadiyê yê di dilê xwe de çû. Di şexsê bavê xwe yê şehîd de ku ew ti carî nedîtibû, ji bo tola hemû komkujiyên ku bi serê gelê me hatine hilîne û azadiya gelê me mîsoger bike, di nava refên gerîla de cihê xwe girt. Hevrêyê me Kendal di nava refên têkoşînê de hêrsa xwe ya li hemberî dijmin roj bi roj mezin kir û veguherî volkanekî. Weke şervan û fermandarekî, li her qadê armanc kir ku li dijî dijmin çalakî bike û ev yek kir armanca xwe ya sereke. Di gelek çalakiyên hatine lidarxistin de, bi keda xwe bû diyarker. Bi jiyana xwe ya dilnizm û dilsoziya xwe ya kûr a bi hevrêyên xwe re, di hişê hemû hevrêyên xwe de şop hişt. Em soz didin ku bîranîna hevrê Kendal di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Jina biwêrek a Rojhilatê Kurdistanê, fermandara me ya hêja hevrê Mizgîn di lêgerîna xwe ya ji bo jiyana azad de partiya me PKK û rastiya Rêber Apo nas kir. Bû yek ji hevrêyên me yên ku di vê rastiyê de dihelin. Hevrêya me Mizgîn li dijî sîstema mêr a ku koletiya jinê lê tê ferzkirin, felsefeya Rêber Apo weke ava jiyanê pênase kir û ji rojên destpêkê yên gerîlatiyê û vir ve esas girt ku xwe di vê avê de bişû. Hingî ku ji bandorên kapîtalîzmê rizgar bû, jiyana azad heta hemû hucreyên xwe hîs kir. Hevrêya me parastina jiyana Apoyî, weke armanca xwe ya herî esas diyar kir. Di ferqê de bû ku ev yek bi pisporiya îdeolojîk û leşkerî pêkan e û di her kêliyê de esas girt ku xwe pêş bixe. Hevrêya me ji bo ku bibe milîtaneke xurt a xeta azadiya jinê ya ku bi PAJK’ê re şênber bûye, bi hewldaneke mezin têkoşiya. Her roja borî di kesayeta xwe de geşedanên girîng afirand û ji bo bibe jineke azad bi gavên xurt ber bi pêş çû. Hevrêya me Mizgîn di ferqê de bû ku parastina jiyana azad, pratîkeke xurt a gerîlatiyê dixwaze û bû yek ji mînakên herî berbiçav a milîtaniya jina ku şer dike, bedew dibe.

Zarokê biwêrek ê Botanê hevrê Xwînrêj ji nava gelê Botan ê qedîm hat. Di kesayeta xwe de nûneriya welatparêzî, şervanî û dilsoziya gelê Botanê ya bi welêt re kir û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Xwînrêj hêrsa xwe ya li hemberî dijmin li bajêr, zindan û çiyayan timî di rewşa çalakiyê de nîşan da û ev hêrsa xwe her roja borî mezin kir. Bû şoreşgerekî ku ciwanên Kurd wî her tim ji xwe re mînak bigirin. Li gelek herêmên Kurdistanê têkoşiya û her tim bi gelê me re di eniyên berxwedanê de bû. Bi cesareta xwe weke heqîqeta milîtaniya Apoyî ya xurt cihê xwe yê di nava dîroka têkoşîna me de girt.

Hevrêyê me Bager ê ku bi çand û exlaqê ku ji malbata xwe wergirtî, bi felsefeya Apoyî re pijiya û bû milîtanekî egîd. Bû navê ruhê ciwanên Apoyî yê li çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Bager her kêliya xwe fedayê têkoşînê kir û bi pratîka xwe îspat kir ku azadî encex bi zanebûna heqîqeta Rêber Apo pêkan e. Ji Garzanê dest bi meşa xwe ya azadiyê kir û ev meş li lûtkeyên bilind ên Zagrosan bi wate kir. Hevrêyê me Bager heta nefesa xwe ya dawî, dilsozê nirxên azadiyê ma û ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Em ê her tim wî bi rêzdarî bi bîr bînin û teqez xeyalên wî pêk bînin.

Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên fermandarên me Kendal û Mizgîn û milîtanên Apoyî hevrêyên me Xwînrêj û Bager, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û di şexsê hevrê Kendal, Mizgîn, Xwînrêj û Bager de soza xwe ya ji bo Kurdistana azad dubare dikin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Kendal Dêrik

Nav û Paşnav: Suleyman Çelîk

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Nuriye – Husnu

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Cotmeha 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Mizgîn Umut

Nav û Paşnav: Aliye Îsazade

Cihê Jidayikbûnê: Ûrmiye

Navê Dayik – Bav: Îltîfat – Hemdîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Cotmeha 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Xwînrêj Cûdî

Nav û Paşnav: Serdar Bayar

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Behiye – Ramazan

Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Bager Farqin

Nav û Paşnav: Muhammed Abdulrezak Eser

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Medîne – Abdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Wê berfirehiya daxuyaniyê were…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk xwezaya Kurdistanê talan dike
Nûçeya Pişt re HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rewşa girtiyên nexweş Kose û Elçîçek giran e

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Alî Osman…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

Hat diyarkirin ku Cejna Newroza 2026’an wê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?