Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Engîn Sever: Divê rast nêzî Mafê Hêviyê bibin, em ê li qadan bin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê Fermandar Delîl Temel bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê Fermandar Delîl Temel bi rêzdarî bi bîr anî

HPG-NRÇ’ê nasnameya fermandar Delîl Temel ê li Qendîlê şehîd bû eşkere kir û got, “Bi fedakarî, jiyana xwe ya dilnizm, girêdanbûna xwe ya li nirxên gel û bi wêrekiya xwe ya di şer de bû yek ji fermandarên ku di dîroka me de bû sembol.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NÇR) bi vî rengî ye:

“Fermandarê me yê milîtanê fedayî yê Apoyî û kedkar hevrê Delîl Temel roja 30’ê Tebaxa 2021’an di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Qendîlê de şehîd bû.

Hevrêyê me Delîl ku li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya û her erka xwe li gorî rêgezên milîtaniya Apoyî bê kêmanî pêk anî, tevahiya 29 salan têkoşîneke bêyî navber raber kir. Bi daneheva xwe ya îdeolojîk û rêxistinî, qabîliyetên xwe yên leşkerî û jiyana xwe ya dilnizm bû neferek mînak û fedayî ya xeta Apoyî. Bi fedakarî, jiyana xwe ya dilnizm, girêdanbûna xwe ya li nirxên gel û bi wêrekiya xwe ya di şer de bû yek ji fermandarên ku di dîroka me de bû sembol.

 

Em soz didin ku têkoşîna hevrêyê xwe Delîl ku bi danehev û tecrubeya xwe nirxên mezin li têkoşîna me ya azadiyê daye qezenckirin, mezin bikin, bîranînên wî jiyanî bikin û armancên wî bi ser bixin. Em bi vê bawerî û biryardariyê sersaxiyê ji malbata hêja yê hevrêyê me, gelê Botanê yê esîl û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnmaya hevrêyê me Delîl Temel wiha ye:

Nasnav: Delîl Temel

Nav û paşnav: Hatîp Ariturk

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik û bav: Hediye – Emîn

Dem û cihê şehadetê: 30’ê Tebaxa 2021’an/Qendîl

Herêma Sêrtê ku yekemîn guleya Pêngava 15’ê Tebaxê li wê derê hate avêtin, bi tevlîkirina bi hezaran zarokên xwe yên leheng li nava têkoşîna me xwedî li şoreşa azadiya Kurdistanê derket ku bi pêşengiya Partiya me PKK’ê pêş ket. Welatparêziya kûr a gelê Botanê bû zemîn ku eleqe û sempatiyeke mezin li hemberî Tevgera Apoyî çêbibe. Gelê me di meşa azadiyê de ti astengî nas nekir û li ber çav girtina berdêlên mezin ref bi ref tevlî refên gerîla bûn, ev bû bersiva herî watedar a li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk. Hevrêyê me Delîl li navçeya Misircê ya Sêrtê ku welatparêziyeke ewqas kûr lê tê jiyîn û çanda Kurd a qedîm lê serwer e, ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, ev bû wesîle ku di temenkî biçûk de Tevgera Apoyî nas bike. Hevrêyê me yê ku di temenê zarokatiyê de sempatiya wî li hemberî Tevgera me çêbû, bi çîrokên qehremaniyê yê fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) mezin bû. Hevrêyê me ku di demeke ku axa mirî ya li ser gelê me hat rakirin û jiyana azad zindî bû de mezin bû, têkoşîna heyî dît û lêpirsînên kûr jiyan kir. Hevrêyê me yê ku demeke çû dibîstanê ku cihên asîmîlasyonê yên pergalê ne, rastî zîhniyeta tekparêz a netew-dewletê hat. Ji ber ku hevrêyê me Delîl bi azad bi zimanê xwe yê dayike nekarî biaxive, binivsîne û ji ber ku nakokiyên kûr ên çandî jiyan kir, dev ji dibîstanên pergalê berda û ji bo tevkariyê li dabara malbata xwe bike dest bi xebatan kir. Hevrêyê me yê ku di temenekî biçûk de diyardeya kedê nas kir û ji aliyê derdora xwe ve hat hezkirin, wekî ciwanekî xwedî karekterê xurt şêwe girt. Heta wî ji pêkanînên pergala kapîtalîst û polîtîkayên qirkirina aborî ya dewleta Tikr çêbû ku ji bo gelê me neçarî xwe bike li Kurdistanê pêk tîne. Hevrêyê me ku zehmetiyên nirxên ku bi pîroziya kedê û xwêdana eniyê hatiye bidestxistin dizanîbû, di cewhera jiyanekî sosyalîst de serwer bû. Bi mezinbûna temenê xwe re xwest Tevgera me ya Apoyî ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Delîl ji tevgerên gerîlayên ku derfet dît bibîne û hinek sohbetê bike, bandor bû. Her ku gerîlayan nas kir fêm kir ku ew ê bersiva nakokî û lêgerînên xwe di refên Têkoşîna Azadiya Kurd de bibîne. Hevrêyê me yê ku di demeke ku li Kurdistanê kuştinên kiryar diyar û şewitandina gundan hebû de biryara tevlîbûnê da, berê xwe da çiyayan ku cihê qibleyê ya gelê me ye.

Hevrê Delîl di sala 1992’an de ji Bakurê Kurdistanê tevlî refên gerîlayan bû û dest bi meşa xwe ya azadiyê kir. Hevrêyê me yê ku piştî demeke li Botanê ma derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, perwerdeya xwe ya ewil li Zagrosan girt. Hevrêyê me yê ku zehmetî jiyan nekir ku fêrî jiyana gerîla û şert û mercên zehmet ên Zagrosan bibe, bi lêhûrbûnên xwe bû şervanekî mînak. Hevrêyê me yê ku bi dersên leşkerî û îdeolojîk xwe di her aliyê xwe de ji nû ve afirand,  bi bêsebrî xeyala rojên ku derbasî qadên şer bibe kir. Hevrêyê me ku tevlîbûna li nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê wekî biryara herî rast û pîroz nirxand, perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir. Tecrubeyên xwe yên ewil ên derbarê jiyana gerîla de li Zagrosan girt û bi alîkarî û morala ku ji hevrêyên xwe girt, karî ku hemû zehmetiyan derbas bike. Hevrêyê me yê ku di demeke ku pratîka şerê giran dihat jiyîn de gerîlatî kir, cihê xwe di erkên herî zehmet de girt. Bi tevlîbûna xwe ya xwezayî, sade û dirust baweriya hevrêyên xwe qezenc kir. Armanc kir ku ne tenê di xebatên pratîk de serkeftî be, di heman demê de di aliyê îdeolojîk de jî xwedî danehev be. Hevrêyê me yê ku di êrîşekî artêşa Tirk a dagirker de birîndar bû, birîndariya xwe tu car li ber domandina têkoşîna şoreşgerî nekir asteng. Piştî ku tedawiya xwe temam kir, bi ezîmekî mezin tevlî xebatan bû. Hevrêyê me yê ku hem tecrubeya şer qezenc kir û hem jî di aliyê îdeolojîk de xwe kûr kir, hat asta ku pêşengiyê bike. Ji bo ku bibe bersiva pêvajoya ku di pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me pêş ket de hat jiyîn, lêhûrbûnên kûr jiyan kir. Li ser bingeha banga Rêbertiya me di pêvajoya vekişîna gerîla li Herêmên Parastina Medyayê de bi zanebûna mîsyona xwe ya dîrokî tevgeriya. Bi zanebûna pêdîviya girêdanbûna bi bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd, lêgerîna mezinkirina têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me ku piştî pêvajoya pratîk a dijwar xwest di asta akademîk de perwerdeyê bibîne, tevlî xebatên perwerdehiya îdeolojîk bû. Hevrêyê me yê bi xwendina parêznameyên Rêbertiya me di paradîgmayê de kûr bû, di asta zîhniyetê de xwe ji nû ve ava kir û xwe ji bo pêvajoya nû amade kir. Di nirxandineke xwe de bi gotinên, “Me ji ber kêmaniyên xwe nekarî erk û berpirsyariya xwe yên avakirina konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk ku Rêbertiya me danî pêşiya me, pêk bînin. Ji ber hilweşandin û parçebûnên ku modernîteya kapîtalîst di kesayeta me de ava kiriye û fêrbûnên ku me li xwe girtiye, di ketina nava xeta partî û rastiya kadroya avaker de qelsbûn hat jiyîn. Erka avakirina pergala hîna jî li pêşiya me ye. Ti rêyekî din a ji pêkanîna vê erkê cudatir tine ye. Eger em dixwazin bigihin asta nasnameya azad û civaka azad li pêşiya me ti vebijarkek din tine ye. Avakirina pergalê wê serkeftina civakî bîne.” Bi zanebûna berpirsyariyên demê tevgeriya.

Hevrêyê me yê ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebatê meşand û di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, bi asta pîroziyê nêzî hemû erkên xwe yên Partiyê bû. Hevrêyê me yê ku ji ber xebatekî xwe 3 sal û nîv di zîndanê de ma, pêvajoiya xwe ya zindanê wekî firsnedê nirxand û xwe ji bo siberojên azad amade kir. Hevrêyê me yê ku gavek jî ji helwesta xwe ya bi rûmet û milîtaniya fedayî ya Apoyî paş de neavêt, li her derê ku lê bû pêwîstiyên xeta berxwedanê ya PKK’ê bi cih anî. Hevrêyê me yê ku piştî ku ji zindanê derket gihişt çiyayên azad, lêgerîna xwe ya azadiyê kûrtir kir. Hevrêyê me Delîl yê ku her tim ji  bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê, bi hevrêtiya xwe ya jidil û fedakariya xwe wekî hevrêyekî neyê jibîrkirin di dilê me de jiyan bike.

Mirovê bedew, hevrêyê hêja û fermandarê pêşeng hevrê Delîk ku di tevahiya 29 salan de bû xwediyê meşa şoreşgerî û serkeftinên mezin di nava emrekî de bi cih kir, 30’ê Tebaxa 2021’an 2021’an di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Qendîlê de şehîd bû. Em diyar dikin ku ala têkoşînê ku hevrêyê me Delîl yê ku meşa xwe ya azadiyê ku li Botanê da destpêkirin, li çar parçeyên Kurdistanê meşand û gihand lûtkeyê, dewrî me kiriye bi serkeftinê li ba bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hefteya Çanda Kurd a 3’yemîn li Parîsê bi konsereke bi coş bi dawî bû

Li paytexta Fransa parîsê, piştî hefteyeke têr û tijî ya ji çand û hunera Kurd,…

Ji aliyê Stêrk TV

YBŞ û YJŞ’ê şehîdên Komkujiya Şengalê bi bîr anî

YBŞ û YJŞ’ê ji bo şehîdên Komkujiya Şengalê, merasîma bîranînê lidar xist. Di merasîmê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump bi reformeke zêde kevneperest vegera xwe amade dike

Li DYE’yê namzetê serokê Partiya Komarparêz DonaldTrump bi bernameyeke zêde kevneperest vegera xwe amade dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?