Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê fermandarê şehîd Reşîd Serdar bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê fermandarê şehîd Reşîd Serdar bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê piştî şerekî tund, herêm bi dijwarî hate bombebarankirin û di encamê de fermandarê gerîla Reşîd Serdar şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, wiha got: “27’ê Gulana 2020’an li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê, şerekî tund bi dijmin re qewimî û piştre di encama êrîşên hewayî de fermandarê me yê hêja hevrê Reşîd Serdar şehîd bû.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin: “Hevrêyê me Reşîd ku lêgerînvanekê heqîqetê bû, anî ziman ku wateya jiyanê di nava PKK’ê de dît. Di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgeriyê de, ji xwe re esas girt ku bi pîvanên mîlîtaniya Apoyî bijî. Ji bo vê yekê xwe bi fikrên Rêber Apo û bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd, perwerde kir û xurt kir. Hevrêyê me Reşîd di ferqê de bû ku li welatekî dagirkirî, jiyana azad ne pêkan e. Lewma ti carî tehemûlê heyîna dewleta Tirk a li welatê me Kurdistanê nekir. Hevrêyê me ji bo ku zarokên Kurd li welatekî azad bijîn, berpirsyarî girt ser xwe û ji bo vê yekê jî xwe ji têkoşînê neda paş. Bi hişmendiya ‘wezîfeya bavitiyê ya herî pîroz eve’, tevgeriya. Li ser vê esasê hevrêyê me Reşîd bêyî rawestan û bêyî teredut, têkoşiya û ji hemû gelê me re bû milîtanekî Apoyî.

Di salvegera şehadeta wî de, em car din milîtanê Apoyî hevrêyê xwe yê hêja Reşîd Serdar bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bîranîna wî bidin jiyîn. Bi van hestan di serî de keça hevrêyê me Reşîd, Semîra û malbata wî ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd, wiha hate ragihandin:

Nasnav: Reşîd Serdar
Nav û Paşnav: Mûstafa Ertaş
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Çîçek – Şehabettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Gulana 2020’an / Wan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê jiyan û têkoşîna şehîd, ev agahî dan:

“Hevrêyê me Reşîd Serdar li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê, di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Ji ber ku di nava malbateke ji eşîra Giravî ya qedîm de ji dayik bû û mezin bû, girêdayî çand û kevneşopiyên Kurdî mezin bû. Ji ber ku zarokê kur ê mezin bû, xwe ji hemû endamên malbatê berpirsyar hîs dikir. Ji bo ku di warê ekonomîk de tevkariyê bike, hîn di temenê biçûk de dest bi kar kir. Lêgerînên hevrêyê me yên têkildarî jiyanê, di vê pêvajoyê de destpê kir. Di navbera sîstema kapîtalîst û fêrbûnên jiyana ku civakê lê ferz kirî de, ma. Hevrêyê me Reşîd tişta ku lê digere, di nava her du şêwazên jiyanê de jî nedît û lêgerînên xwe domand. Hevrêyê me demekê ji Kurdistanê dûr, li metropolên Tirkiyeyê jiyan kir. Di vê pêvajoyê de dest bi naskirina rastiya dijmin kir. Hevrêyê me hêdî hêdî siyaseta qirkirinê ya ku dijmin li hemberî gelê me dimeşîne, derxist zanebûnê û fêm kir ku şêwazê jiyana herî rast, girêdayî cewherê xwe mayîne. Fikirî ku ev yek jî li ser xaka ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, yanî li Kurdistanê pêkan e. Li ser vî bingehî hevrêyê me vegerî Kurdistanê û li ser xwesteka malbata xwe zewicî. Her çendî ku bi vê zewacê hatibe xwestin lêgerîna hevrêyê me Reşîd a ji bo azadiyê bê astengkirin jî, hevrêyê me lêgerîna xwe ya jiyana azad domand. Li ser vî bingehî hevrêyê me destpêkê di nava xebatên civakî yên legal de cih girt û rastiya me ya gel hîn nêztir fêm kir. Hevrêyê me ji sekna gelê me ya ku li hemberî hemû êrîşên dijmin dest ji berxwedanê naberde, bandor bû û bi têkoşîna xwe armanc kir ku bibe layiqê gelê me. Lewma hevrêyê me biryar da ku têkoşîna xwe mezin bike. Demeke diyar di nava xebatên milîsan de cih girt. Hevrêyê me bi fedekariya xwe ya di van xebatan de, derket pêş û di gelek xebatên li dijî dijmin dihatin meşandin de bû xwedî ked. Hevrêyê me Reşîd di pêvajoya ku tevlî xebatan bûyî de, têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin, ji nêz ve nas kir û fêm kir. Gihişt wê rastiyê ku bersiva lêgerînên wî di felsefeya Rêber Apo de ye. Lewma hevrêyê me dest bi xwendin û fêmkirina parêzname û perspektîfên Rêber Apo kir. Biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêyê me bû şahidê kesayeta hevrêyên me yên şehîd, zanî ku bêyî dudilî şehîd bûne û ket ferqa fedekariyên şehîd ên ji bo azadiya gelê me. Bi taybetî ji têkoşîna hevrê Şehîd Kûrtay Faraşîn – Abdulkerîm Ertaş bandor bû. Di heman demê de êrîşên ku dijmin bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û li her qadê li dijî destkeftiyên gelê me pêk tîne, daxwaza têkoşînê ya hevrêyê me Reşîd hîn xurttir kir. Hevrêyê me Reşîd tevî ku zewicî bû û zarokek wî hebû, xwe li hemberî gelê me berpirsyar hîs kir û diyar kir ku hemû zarokên Kurd heq dikin ku li welatekî azad bijîn. Ji bo afirandina welatekî ku mirov bikare lê bijî, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

 

Hevrêyê me Reşîd bi îdîa û biryardariyeke mezin, tevlî nava refên gerîla bû. Ji fermandarên me yên efsanewî navê Şehîd Reşîd Serdar li xwe kir û xeta xwe ya têkoşînê diyar kir. Hevrêyê me sekna hevrê Şehîd Reşîd Serdar a li hemberî dijmin, ji xwe re mînak girt. Ji bo ku li Kurdistanê siya dijmin jî nemîne, têkoşiya. Hevrêyê me Reşîd terbiye û çanda ku ji malbata xwe wergirtî, bi felsefeya Apoyî re kir yek û hîna ji roja destpêkê ve bi kesayeta xwe ya dagirtî rêzdariya hemû hevrêyên bi dest xist. Hevrêyê me Reşîd karî di demeke kurt de pêşketinên girîng di kesayeta xwe de ava bike. Di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi Şehîd Demhat Faraşîn re li qada Wanê di rêxistinbûna berxwedanê de cih girt. Bi têkoşîna xwe, xwest ji berxwedana ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û gelek cihên din tê meşadin re bibe bersiv. Hevrêyê me di nava xebatên lê cih girtî de, bi tarzê xwe yê disîplînê derket pêş. Ji bo ku gelek xebatên krîtîk bigihije serketinê, ked da. Hevrêyê me Reşîd qasî 2 salan li qada Wanê bû xwedî pratîkek serketî û piştre ji bo hin xebatan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrêyê me ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê derfet dît partiya me PKK’ê baştir nas bike, PKK weke serhildan, îsyan û vejînê pênase kir. Ji bo vê jî mîna mîlîtanek Apoyî fikirî ku divê di şexsê xwe de van taybetmendiyên PKK’ê temsîl bike. Hevrêyê me Reşîd ku li ser vê bingehê lêhûrbûnên xwe kûrtir kir, bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Hevrêyê me kir hedef ku di îdeolojiya rizgariya jinê de xwe kûr bike û li ser vê esasê bi xebatên li gel hevrêyên xwe meşandiye û bi xwendina perspektîfên Rêbertî re xwe gihandiye astek û li dijî têgihiştinên sîstemê ên mêrê serdest têkoşiya. 

Hevrêyê me Reşîd ku her tim berê wî li Bakurê Kurdistanê bû, bi wezîfeya xwe ya fermandariya herêmî re careke din derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me ku berê xwe da herêma Nordiz ê lê ji dayik bû, mezin bû. Erdnîgariya wê nas dikir, li ser esasê girêdana bi şehîdan re tevahî xebatên ku tê de cih girt mezin kir û pêş xist. Hevrêyê me Reşîd li herêma Wanê di nava gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt û ked da. Bi fedakarî û cesareta xwe bû milîtanekî Apoyî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak bê girtin.

Hevrêyê me Reşîd Serdar di 27’ê Gulana 2020’an de dema li derdora gundê Koxan ê Nordiz li ser erka xwe bû, di pevçûna bi artêşa Tirk a dagirker û êrîşa piştre de bi awayekî fedaî şer kir û gihîşt şehadetê. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyala hevrêyê xwe Reşîd a Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad teqez pêk bînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Doza Hrant Dînk: Cezayê muebbetê ji 10 wezîfedarên dewletê re hate xwestin
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser: Em xwedî li îradeya xwe derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

Ji aliyê Stêrk TV

TKŞ: Em ê axa şoreşê bi rihê berxwedanê biparêzin

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) êrîşên çeteyan ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Meşa Azadiyê de Ekîn Wan û Hakan Bûksûr hatin bibîranîn

Meşvanên azadiyê şehîd Ekîn Wan û Hakan Bûksûr bi bîr anîn û bal kişandin ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?