Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê şehîdek bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê şehîdek bi bîr anî

HPG'ê gerîlayê li Meletiyê di 2'ê Hezîrana 2017'an de şehîd bû bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Azad bi jiyana xwe ya sade, ji dil, hevrêtî, fedakarî û fedaîtiya xwe wê ji aliyê hevrêyên xwe ve timî weke mînak bê dîtin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Leheng û şervanê gelê Kurdistanê hevrêyê me Azad Çekdar Mahîr 2’ê Hezîrana 2017’an li Meletiyê di şerê dijî dijmin de şehîd bû. Di salvegera şehadeta milîtanê fedaî yê gelê me hevrêyê me Azad Çekdar Mahîr de wê bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Hevrêyê me Azad weke milîtanekî fedaî ji bo serxistina têkoşîna azadiyê her kêliya jiyana xwe mîna derwêşekî hemdem bi wate kir, bi exlaqê partiyê û hişmendiya kûr a welatparêziyê bû milîtanekî fedaî. Bi tevlîbûna xwe ya bêteredût û bi coş bû milîtanekî Apoyî yê mînak û li dijî polîtîkayên tasfiyeyê yên li ser Rêberê me û gelê me, hewl da wezîfeyên xwe yên şoreşgerî li dijî dewleta Tirk a qirker bi rengekî hêja bi cih bîne. Ji bo bersivê bide komkujiyên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Kerboran, Hezex û Silopiyayê ku artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya Plana Têkbirinê de li Bakurê Kurdistanê kir, ji bo hilanîna tola şehîdan pêşniyar kir, li gorî ruhê demê tevgeriya û li ser xeta fedaîtiyê tevlîbûnek pêk anî.

Hevrêyê me Azad bi jiyana xwe ya sade, ji dil, hevrêtî, fedakarî û fedaîtiya xwe wê ji aliyê hevrêyên xwe ve timî weke mînak bê dîtin. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bi ser bixînin, li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Azad em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Azad Çekdar Mahîr bi vî rengî ne:

Nasnav: Azad Çekdar Mahîr
Nav paşnav: Huseyîn Gumuş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Makbûle – Îzzet
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Hezîrana 2017’an / Meletî

Hevrêyê me Azad Çekdar Mahîr ji malbateke welatparêz a Nisêbînê li navçeya Bismil a Amedê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz bi nirxên xwe yên cewherî û hişmendiya welatparêziya kûr mezin bû. Hevrêyê me bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû û hîn di zarokatiyê de xwest bibe gerîla. Hevrêyê me di temenekî gelekî ciwan de rûyê asîmîlasyon û qirkirinê yê dewleta Tirk dît, destpêkê li dibistanê kete nava nakokiyan. Piştre jî çû metropolên Tirkiyeyê ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike û rastiya dewleta Tirk hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me fêhm kir ku dewleta Tirk ji bilî koletiyê şensê jiyanê nade gelê me, li hemberî vê sîstema mêtinger bû xwedî hêrseke mezin. Weke ferdekî gelê Kurd xwe ji azadiya gelê xwe berpirsyar dît û ji bo têkoşînê kete nava hewldanan. Hevrêyê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku li dijî zilma dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê divê hîn bêhtir bêdeng nemîne, bi vî rengî ji xwe re ki armanc ku bide ser rêya hevrêyên me yên fedaî ku jiyana wan meraq dikir. Di demekê de ku şer giran bûbû û fedaiyên Apoyî bi çalakiyên xwe dijmin tarûmar dikir, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Azad ku xwedî kûrbûneke xurt bû, zanîbû ku ji bo lêgerîna xwe ya lêxistina derbê ya li dijmin, cihê pêkanîna vê armancê refên gerîla ye. Li ser vê bingehê di sala 2016’an de li Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Azad bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî nava refên gerîla bû, bi vî rengî armanca xwe ya zarokatiyê pêk anî û di demeke kurt de bi jiyana gerîla û çiyê re bû yek. Yek ji gerîlayên ku destpêkê hevrê Çekdar Mahîr – Kamîl Çelebî ku jê bi bandor bû. Piştî ku hevrê Çekdar Mahîr il Xarpêtê çalakiya fedaî kir û şehîd bû hevrêyê me Azad navê xwe kir Azad Çekdar Mahîr. Hevrêyê me Azad ku di rojên destpêkê yên gerîlatiyê de şahidî ji şehadeteke bi vî rengî re kir, xeta xwe ya têkoşînê diyar kir. Bi biryardariya xwe ya ji roja destpêkê ve bû gerîlayekî azadiyê yê şareza. Li qada Amedê beşdarî perwerdeya şervanên nû bû, ji têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK’ê bi bandor bû. Li ser perspektîfên fedaîbûnê yên Rêbertî kûr bû, ji bo bibe gerîlayekî îdeolojîk û profesyonel xwe kûr kir. Li Amedê ji tecrûbeyên jiyanî, leşkerî û rêxistinî yên hevrê Şehîd Evîn Amed û Şehîd Azad Sîser sûd wergirt. Ji ber vê yekê tevî ku gerîlayekî nû bû timî kete nava lêgerîna çalakiyan. Hevrêyê me Azad pê zanîbû ku tenê bi vî rengî dikare hêjayî keda hevrêyan bibe û kûrbûna xwe xurt kir. Hevrêyê me Azad ku di nava kûrbûna çalakiya fedaî de bû, weke şopdarê fermandara me ya nemir hevrê Şehîd Zîlan-Zeynep Kinaci bi hevrêyên şehîd ve gelekî dilsoz bû. Di nirxandineke xwe ya têkildarî tecrîdkirina Rêberê me de gotibû, ‘Pêvajo fedaîbûnê ji me hêvî dike. Dijmin dixwaze roja me tarî bike. Jiyan bê rojê nabe. Çawa ku dar bê rojê, pitik bê dayikê, mirov bê avê nikare bijî, em jî bêyî te nabin. Ev yek rastiyeke; dijmin ji ber ku ji we ditirse di nava tecrîdê de tecrîd dike. Weke fedaiyên Apoyî em ê li dora we bibin xeleka ji agir û tecrîdê bişikînin’. Weke şervanê heqîqetê li ser xeta rastiay şehîdan û Rêbertî heta şehadetê bênavber têkoşiya. Di pratîka gerîla ya salekê de tecrûbeyên mezin bi dest xist. Bi xwendina parêznameyên Rêbertî hewl da bibe milîtanekî xurt û îdeolojîk.

Hevrêyê me Azad ku dianî ziman, ew heyranê berxwedana bi dehan salan a gelê Kurdistanê ye, her tim serbilind bû ku endamê gelekî bi vî rengî têkoşer û berxwedêr e. Ji bo vê jî her tim kete nava lêgerînê ku bibe hêjayî gelê me yê ku nêzî azadiyê bûye. Di nirxandineke xwe de diyar kir ku divê gelê me li hemberî polîtîkayên qirker, înkar û îmhayê yên dijmin hîn baldar be û têkoşîna xwe li her qadê mezin bike. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku azadiya rasteqîn tenê bi vî rengî dikare pêk were.

Di demekê de ku dewleta Tirk a mêtinger êrişên xwe yên li ser gelê me zêde kir, weke milîtanekî fedaî û leheng ê gelê me ji bo bersivê bide dijmin, xwest derbeke dîrokî li dijmin bixe. Li ser vê bingehê 2’ê Hezîrana 2017’an li Meletiyê ku warê hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci ye, di şerekî dijî dijmin de heta kêliya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Biryardariya hevrêyê me Azad a ji bo pêkanîna armanca xwe û hilanîna tolê, wê her tim rêya me ronî bike. Di şexsê hevrêyê me Azad de em soza xwe dubare dikin ku bidin ser şopa armancên şehîdên xwe û têkoşîna ku ji me re hiştine bi ser bixînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dîlokê cezakirina siyasetmedaran hate şermezarkirin
Nûçeya Pişt re Hamas: Li Xezeyê hejmara miriyan bû 35 hezar û 984
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sûdanê di êrîşa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin

Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) êrîşî gundê Um Garfa yê li eyaleta Bakurê Kordofan ê li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ), ewladên qehreman ên gelê Kurd Abbas Heftanîn, Axîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?