Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê şehîdên Garê bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê şehîdên Garê bi bîr anî

HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên li Garê şehîd bûne eşkere kir û got, “Weke parêzvanên xurt ên pîvanên Partiyê, cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Gulan 2025 Dema xwendinê: 17 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me Toprak, Sorxwîn û Laşer li herêma Garê di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

Milîtanên fedayî yên Apoyî hevrêyên me Toprak, Sorxwîn û Laşer wezîfeyên xwe yên demê bi fedakariyeke mezin bi cih anîn. Hevrêyên me her tim di ferqa berpirsyariya xwe ya dîrokî de bûn. Bi tarzê jiyana Apoyî bûn ji hevrêyên xwe re bûn hevrê. Ji bo pûçkirina konsepta êrîşa ku dewleta Tirk a faşist li dijî Tevgera me dayî destpêkirin, hevrêyên me di taktîkên demê de bûn pispor. Ji bo parastina xaka Kurdistanê ya pîroz, bûn xwediyê tarzeke fedayî. Bi kesayetên xwe yên dilnizm û gihiştî li her dere ji bo parastina nasnameya PKK û PAJK’ê din ava hewldaneke zêde de bûn. Hevrêyên me weke parêzvanên xurt ên pîvanên Partiyê, cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin.

Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Toprak, Sorxwîn û Laşer em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranîna van milîtanên Apoyî yên hêja li Kurdistana azad bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Toprak Canfeda

Nav û Paşnav: Emîne Sezgîn

Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn

Navê Dayik – Bav: Asiye – Salih

Cih û Dîroka Şehadetê: 26’ê Kanûna 2022’yan / Garê

  

Nasnav: Sorxwîn Baran

Nav û Paşnav: Nûr Xelef

Cihê Jidayikbûnê: Dirbesiyê

Navê Dayik – Bav: Fevziye – Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: 26’ê Kanûna 2022’yan / Garê

 

Nasnav: Laşer Lîs

Nav û Paşnav: Zeynel Bayram

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Nefîse – Neytullah

Cih û Dîroka Şehadetê: 26’ê Kanûna 2022’yan / Garê

TOPRAK CANFEDA

Hevrêya me Toprak li Mêrsînê di nava malbateke ku bi eslê xwe Şirnexî ye ji dayik bû. Di nava malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû. Hevrêya me ku bi hişmendiyeke kûr a welatparêzî û exlaqa Kurdbûnê mezin bû, her tim xwebûna xwe parast. Ji ber welatparêzbûna malbatê û tevlîbûna ji hewirdora wê çêbûn, hevrêya me di temenek biçûk de derfet dît ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas bike. Hevrêya me ji ber malbata wê ji ber zilm û zordariya li Kurdistanê neçar mabûn koç bikin, her tim bi hesreta axa pîroz a Kurdistanê dijiya. Hevrêya me ku demekê çû dibistanên ku dewleta Tirk ji bo ciwanên Kurd veguherandin navendên asîmîlasyonê, di demeke kin de rastî rastiya sîstemê hat. Lê belê tevî hemû êrîş û zextan jî bi israr xwest bi zimanê xwe yê dayikê biaxive. Hevrêya me ji bo ku tevkarî li debara malbata xwe bike dest bi xebatê dike û di vê pêvajoyê de dibe şahidê îstîsmara kedê û piştre hê kûrtir dest bi lêpirsîna sîstemê kir. Lê belê tevî hemû zor û zehmetiyan jî hevrêya me di ferqa pîrozahiya kedê de jiya û hewl da alîkariyê bide malbata xwe. Ji ber tevlîbûna xizmên xwe yên nêz ji refên têkoşînê re û şehadetên çêbûne hevrêya me gelek bandor dibe. Hevrêya me Toprak ku ji tevlîbûna xwişka xwe ya li nava refên gerîla hêzeke mezin wergirt, hîn bêhtir tevlî nava têkoşîna me bû. Bavê hevrêya me di sala 1999’an de li zindanên dewleta Tirk a faşîst rastî êşkenceyên giran hatiye û di encamê de bi nexweşiya penceşêrê şehîd bûye. Ev rastî hêrsa hevrêya me ya li hemberî dijmin kûr kiriye. Daxwaza azadiyê û lêgerîna tolhildanê ya ji dijmin bû bingeh ku hevrêya me Toprak tevlî nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibe.

Hevrêya me ku di sala 2013’yan de li Botanê tevlî nava refên gerîla dibe, gavên xwe yên ewil a ber bi azadiyê ve avêt. Piştî ku wextekê li Bakûrê Kurdistanê ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û perwerdeya xwe ya bingehîn bi serketineke mezin qedand. Di perwerdeyên berfireh ên wergirtî de derfet dît ku xwe û Tevgera me baştir nas bike. Hevrêya me ku xwedî îdîaya bibe jineke azad, bi coşeke mezin tevlî jiyanê bû. Li ser felsefeya Rêber Apo kûrbûn kir armanca xwe ya herî esasî. Bi hevrêtî û jiyana komunal a gerîlatiyê gelek bandor bû û ji bo bibe parçeyek ji vê girêdana pîroz kedek mezin da. Hevrêya me ku dixwest di îdeolojiya rizgariya jinê de xwe kûr bike, ji bo pêdiviyên nasnameya YJA Starê li her qada jiyanê bi cih bîne, kete nava hewldanên mezin. Hevrêya me ku di operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di bin navê “Plana Hilweşînê” de daye destpêkirin de xwest berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne û li ser vî esasî pêşniyar kir ku derbasî perwerdeyên pisporiyê bibe. Hevrêya me ya ku ket ferqa dikare weke gerîlayeke profesyonel di xeta Modernîteya Demokratîk de bibe bersiv ji pêvajoyê re, bi coş tevlî perwerdeyên didît bû. Li ser esasê paraznameyên Rêbertiya me lêhûrbûnên kûr çêbûn. Hevrêya me ku di her wateyê de kûr bû û pêşengî kir, li her qada ku diçûyê ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Di xebatên ku tevlî bûyî de serkeftin esas digirtin. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, bi coş û fedekar re berpirsyariyên xwe bi temamî bi cih anî û dilê hemû hevrêyên xwe yên ew nas dikir, bi dest xist. Weke milîtaneke bê teredût a xeta PKK û PAJK’ê, ji bo bibe layiqî keda Rêbertî û şehîdên me, bêyî ferq bixe nava xebatê bi dilgermî tevlî hemû xebatan bû.

Hevrêya me Toprak ku bi kesayetiya xwe ya kedkar tê naskirin, di encama êrîşa dijmin a di 26’ê Kanûna 2022’yan li herêma Garê gihişt şehadetê. Ji bo parastin û mezinkirina nirxên me yên pîroz ên têkoşînê, ku bi dil û can pê bawer bû, her kêliya xwe ji têkoşînê re veqetand. Em soz didin ku em ê armanca “Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad” ku daxwaza hemû şehîdên me ne pêk bînin û berxwedana ku hevrêya me dewrî me kiriye mezintir bikin.

SORXWÎN BARAN

Hevrêya me Sorxwîn weke endama malbateke Ereb li Dirbesiyê ya Rojava çavên xwe li dinyayê vekir. Hevrêya me ku di şoreşa azadiyê ya Rojava de derfet dît tevgera me nas bike, di vê pêvajoya berxwedanê de hê bêhtir nêzî partiya me bû û hat girêdan. Hevrêya me ku hem di şer de hem jî di jiyanê de bû şahidê pêşengiya gerîlayên jin, têkoşîna me ji nêz ve şopand. Hevrêya me bû şahidê hewldanên qirkirinê yên DAÎŞ’ê yên li Rojava û Şengalê û berxwedana gerîla; Tevî ku xwest tevlî têkoşînê bibe jî, neçar ma vê biryarê ji bo demekê taloq bike. Pêkanîna projeya Rêbertiya me ya xwişk-biratiya gelan, li Rojava ji bo hevrêya me Sorxwîn bû destpêka pêvajoyeke nû. Hevrêya me ya ku di berxwedana Kobanê ya dîrokî de ji qehremantiya ku hatiye jiyîn hêzekî mezin girt, bawer kir ku dem hatiye ku di vî şerê ku li ser navê mirovahiyê pêş ketiye de cih bigire û tevlî refên berxwedanê bûye. Bi şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê re cihê xwe di eniya pêş de girt. Di vê pêvajoyê de Rêber Apo û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir û di sala 2015’an de bê teredût tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me ku pêngava xwe ya destpêkê li çiyayên Kurdistanê bi meraqeke mezin avêt, di adaptebûna jiyana gerîla de zehmetî nekişand. Bi piştgiriya hevrêyên xwe di demeke kurt de adapteyî jiyana çiyê bû. Hevrêya me ku beriya niha şert û mercên çiyê qet nedîtibû, gelek ji xwezaya bi heybet a Kurdistanê bandor bû.

Hevrêya me ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxilî perwerdeya şervanên nû dibe, di demeke kurt de xwe pêş dixe û bicihanîna egerên kesayeta milîtaniya YJA Starê, dike armanca xwe ya sereke. Di pêvajoya perwerdeyê de derfetê bi dest dixe ku hem xwe û hem jî pergalê bipirse. Ji bandorên ku serweriya mêran û zîhniyeta yekparêz di nava civakê û kesayeta wê de afirandine, dihese. Hevrêya me ya ku bi perwerdeyên îdeolojîk derfetê bi dest dixe ku Partiya me çêtir nas bike û tiştên ku hîn dibe bi hevrêyên xwe re parve dike, bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe temam dike. Hevrêya me ya ku derbasî herêma Garê dibe, di xebatên pratîkî de cih digire û yekem gerîlatiya xwe li vir dike. Hevrêya me ya ku ku bi xwestekeke mezin zanînên xwe hewl dide tecrûbeyên xwe di pratîkê de nîşan bide, coşa xwe li her derê nîşan da. Di hemû xebatan de bi xwesteka pêkanîna ya herî baş û ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin. Hevrêya Sorxwîn a ku di xebatên hunerî de serkeftî bû, bi tevlîbûna xwe ya bimoral bû milîtaneke mînak. Di pêkanîna rêgezên azadiya jinan de tim xwedan hewleke mezin bû û karî bibe milîtaneke serkeftî ya ku hevrêyên wê mînak bigirin. Hevrêya Sorxwîn ya ku li hemberî pirsgirêkan teqez çareseriyê peyda dike û bi terê xwe yê afirîner  pêşengiya pêkanîna taktîkan dike, bi têkoşîna xwe bû milîtaneke mînak a PKK’ê û PAJK’ê. Girêdayî xeta enternasyonal a têkoşîna me ya azadiyê karî bibe hevrêyeke layiqî şehîdên me yên nemir.

Hevrêya me Sorxwîn a ku di 26’ê Kanûna 2022’yan de li herêma Garê li gel hevrêyên me Toprak û Laşer dema li ser erka xwe di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe, bi  cesareta xwe û sekna xwe ya diyar a girêdayî xeta PKK û PAJK’ê  hemû erkên xwe serkeftî bi cih anîn. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê mîrateya têkoşîna hevrêya xwe Sorxwînê bigihînin serkeftinê.

LAŞER LÎS

Hevrêyê me Laşer li Ameda ku bi welatparêziya xwe û serhildanên xwe tê naskirin û ewladên xwe yên herî hêja dane têkoşîna azadiyê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe.  Girêdayî nirxên Kurdistanî mezin dibe û tim dilsozê van nirxên pîroz bû. Hevrêyê me yê ku demekê diçe dibistanên dagirkeran,  ji bo alikariya debara malbata xwe di karên cuda de dixebite. Jiyîna li Ameda ku li Kurdistanê navenda têkoşîna civakî ye, rê li ber avabûna kesayeta têkoşer a hevrêyê me vedike.  Hêrs û xwesteka têkoşînê ya li hemberî êrîşên îmha û qirkirina çandî ya dagirkeran a li ser gelê me û Tevgera me lêgerînên hevrêyên me kûr dikin. Hevrêyê me yê ku bi kesayeta xwe ya sade û kelecan ji aliyê hemû derdora xwe ve gelekî tê hezkirin, li gel tevlîbûna birayê xwe yê mezin a ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê xwe gihand biryardariya têkoşînkirina zêdetedir û xwedîlêderketina nirxên gelê xwe. Hevrêyê me Laşer ê ku demekê di nava xebatên Çapemeniya Azad de cih digire,  di nava generalên biçûk ên Apê Mûsa de cihê xwe digire. Ji bo layiqbûna çanda Çapemeniya Azad a ku bi kedên mezin ên şehîdên me yên nemir û bedêlên mezin hatiye afirandin, bi şev û roj dixebite û di nava xebatan de cihê xwe digire. Tevî ku gelek caran bi êrîşên binçavkirin û êşkenceyê re rû bi rû dimîne jî tu caran ji sekn û têkoşîna xwe tawîzê nade. Li hemberî hemû êrîşan bi xwestekeke têkoşînê ya mezintir xebatan hembêz dike û cihê xwe di nav de digire. Di heman pêvajoyê de li gel  şahidiya êrîşên dermirovî ên di pêvajoya Berxwedana Xwerêvebirinê de ên dewleta dagirker ên li ser gelê me hêrsa wî ya li hemberî dijmin zêdetir dibe. Weke hemû ciwanên birûmet ên Kurd ew jî vê pergalê qebûl nake û lêgerînên xwe kûrtir dike. Di pêvajoyeke ku li hemberî gelê me û Tevgera bi awayekî dijwar konsepta êrîşê tê destpêkirin de biryara tevlîbûna nava refên gerîlayan distîne û berê xwe dide çiyayên azad.

Hevrêyê me yê ku xwe digihîne Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevlî nava refên gerîlayan dibe, li hemberî pêkanîna xeyala xwe û bi dawîbûna hesreta bi salan gelekî kêfxweş dibe. Hevrêyê me yê ku li hemberî jiyana gerîlayan û ezameta çiyayên Kurdistanê efsûnî dibe, di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan dibe û dest bi perwerdeyên sereke kir.  Hem di dersên îdeolojîk û hem jî leşkerî de bi saya kûrbûn û xwesteka hinbûnê di demeke kurt de xwe pêş dixe.  Hevrêyê me yê ku piştîbi awayekî serkeftî perwerdeyên xwe temam dike û derbasî qadên pratîkê dibe, tevî ku hê nû tevlî bûye jî bi kesayeta xwe ya kamil tê naskirin. Tecrûbeyên hevrêyên xwe hembêz dike û di demeke kurt de dibe milîtanekî Apoyî yê serkeftî. Hevrêyê me Laşer ê ku tim haya wî ji dijwariya pêvajoyê heye, ji bo ku xwe di hemû waran de xurttir bike daxilî perwerdeyên pisporiyê dibe. Hevrêyê me xwe di taktîkên serdema nû de û gelek warên cuda de gelekî pêş dixe. Di şert û mercên herî dijwar de xwe ji ji erkên herî dijwar re amade dike. Ji bo ku felsefeya Rêbertî di jiyana xwe de pêk bîne û di şexsê xwe de şênber bike tim hewl da. Zanînên xwe bi parvekirina li gel hevrêyên xwe dewlemendttir kir. Ji bo ku li hemberî êrîşên tunekirinê ên dewleta dagirker di eniyên herî pêş de cihê xwe bigire tim bû xwedî israreke mezin. Di serî de Garê li hemû herêman  ji bo ku li hemberî pêdiviyên serdemê bibe bersiv  bi xwestek û moraleke mezin tevlî xebatan bû û di hemû xebatên xwe de encamgirtin û temamkirina bi awayekîserkeftî esas girt. Bi tevlîbûna xwe ya xurt û xwesteka xwe ya têkildarî xebatan karî bibe milîtanekî pêşeng.

Hevrêyê me yê ku bi kesayeta xwe ya kedkar  û milîtan, hevrêtiya xwe ya jidil û hewla xwe ya layiqbûna ji şehîdan re, di 26’ê Kanûna 2022’yan de li herêma Garê di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe. Em soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya têkoşîna hevrêyê xwe Laşer ku li hemberî dijmin hemû caran di eniyên herî pêş de cihê xwe girt, bi serkeftinê tacîdar bikin.’’

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ayşegul Dogan: Dibe ku di carekê de PKK lidarxistina ‘kongreyê’ ragihîne
Nûçeya Pişt re Pênc şoreşger di salvegera 15’emîn a darvekirinê de têne bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên Îranê êşkence li hunermendê Kurd ê ku beşdarî Newrozê bû kirin

Hunermend Hasan Kakeyî ji ber di pîrozbahiya Newrozê ya Bokanê de sirûda neteweyî xwend, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê ji bo Sorxwîn Celal konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo yek ji fermandarên YPJ'ê Sorxwîn Celal li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê 2 jin ‘ji ber reqisînê’ hatin girtin

Li Îranê du jinên ku hate gotin li qada giştî ya li Meydana Tecrîşê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?