Pêncşem, 5 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nîlufer Koç: Divê Konseya Ewropayê mercên pêvajoya nû li ber çavan bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    2’yemîn salvegera qeyûman li gelek bajaran hat protestokirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî serdana Fîgen Yuksekdag banga ‘Ji girtiyan re azadî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sincanê bang hate kirin: Astengiyên li pêşiya aştiyê rakin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pîranşarê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Serokatiyê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna destpêkê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî û got, "Em ê ala têkoşînê ya şehîdên xwe hilgirin û li ser vê bingehê sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe yên nemir û gelê xwe yê Rojhilat ê welatparêz re dixwazin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 79 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Lehengên Rojhilatê Kurdistanê hevrêyên me Artêş, Sila, Zana, Welat, Fedakar, Rêbûwar, Bêkes, Bahoz û Nebes têkoşîneke bê eman û bê navber dan û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bê kêmasî bi cih anîn. Bi tevlîbûna xwe ya bêteredut, bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta Apoyî û bi şerê xwe yê bi ruhê fedaî tevlî karwanê nemiran bûn.

Hevrêyên me ku ji bo bicihanîna xeta Apoyî têkoşiyan û li pêşberî dîlgirtina Rêberê me xwe deyndar dîtin, di nava mercên herî giran de bi mîsyona dîrokî rabûn. Bi şehadeta xwe ji bo me şopdarê wan bûn mînakên şênber ku divê milîtanekî Apoyî çawa be.

Em dibêjin; em ê ala têkoşînê ya ku şehîdên me radestî me kirine bigihînin serketinê û li ser vê bingehê em ji gelê xwe yê welatparêz ê Rojhilat û malbatên şehîdên xwe yên tevlî karwanê nemiran bûne sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Artêş Çîçek
Nav paşnav: Mûhammed Fevzî
Cihê jidayikbûnê: Bokan
Dayik-Bav: Kubra Sûltan – Marûf
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2014 / Rojava

Nasnav: Silav Destan
Nav paşnav: Zehra Îsmaîlî
Cihê jidayikbûnê: Selmas
Dayik-Bav: Hatîce-Zubeyd
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Kanûna 2017 / Avaşîn

Nasnav: Zana Adar
Nav paşnav: Saman Mansûrî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Zehra-Şerîf
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Îlona 2026 / Zagros

Nasnav: Welat Bêrîtan
Nav paşnav: Ariş Mûhammedî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Ferîde Tenhayî – Yedûllah
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Nîsana 2018 / Avaşîn

Nasnav: Fedakar Ronahî
Nav paşnav: Serkeft Kadîrî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Gulane Zendî – Kerîm Kadîrî
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2022 / Qendîl

Nasnav: Rêbûwar Amed
Nav paşnav: Xebat Yûsûfî
Cihê jidayikbûnê: Kamyaran
Dayik-Bav: Nesrîn – Xulam Alî
Dem û cihê şehadetê: 31’ê Gulana 2017 / Qendîl

Nasnav: Bêkes Bêrîvan
Nav paşnav: Armîn Saît Rad
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Sûsan – Marûf
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Sibata 2022 / Metîna

Nasnav: Bahoz Nîştîman
Nav paşnav: Edîp Peşrev Şîrînî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Xorşît – AbdûlbakÎ
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Adara 2020 / Zap

Nasnav: Nebes Evîndar
Nav paşnav: Maşallah Recebî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav. Fatma – Mûhammedî
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Nîsana 2019 / Garê

ARTÊŞ ÇÎÇEK

Bajarê Bokanê di her serdemê de taybetiya xwe ya yek ji niştecihên kevnar ên Rojhilatê Kurdistanê parastiye. Gelê Bokanê, bi çanda berxwedanê ya ku bi sedsalan domandiye, xwedîderketina li nasname, ziman û çanda Kurdî kiriye mijareke namûsê. Vî bajarê kevnar, tevî hemû polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên rejîma dagirker a Îranê, girêdana xwe ya bi nirxên xwe yên resen re parastiye û di her serdema têkoşîna me ya azadiyê de ji şandina zarokên xwe yên herî bi qîmet bo nava refên têkoşînê paş ve nemaye. Her zarokê ku di erdnîgariya çiyayî ya Bokanê de mezin bûye, hem nirxên dewlemend ên civakî yên gelê xwe hem jî kevneşopiya berxwedanê ya ku li dijî dijmin pêş ketiye di xwe de cih kirine û mezin bûye. Çanda welatparêziyê ya ku li van axan reh daye, bi veguhastina ji nifşekî bo nifşekî din di mezinbûna têkoşîna me de kedeke girîng daye.

Hevalê me Artêş Çîçek li Bokanê, bajarê kevnar ê Rojhilatê Kurdistanê, di malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vekirin. Hevalê me ku di vê derdora welatparêz de mezin bû, nirxên dewlemend ên civakî û çanda berxwedanê ya civaka Kurd di xwe de cih kirin û bi girêdana bi cewherê xwe ve mezin bû. Hevalê me Artêş ku di malbateke cotkar de mezin bû, ji ber taybetiya welatparêziyê ya malbata xwe ji temenê biçûk ve sempatiya xwe ya ji bo lêgerîna gelê xwe ya azadiyê di dilê xwe de hilgirt. Hevalê me ku ev hesreta wî bi demê re veguherî baweriyeke bi reh, daxwaza tevlîbûna têkoşînê bi kûrahî di xwe de cih kir.

Hevalê me Artêş ku li dibistanên asîmîlasyonê yên rejîma Îranê heta dibistana navîn xwend, di vê pêvajoyê de ket ber polîtîkayên sîstemê yên qutkirina gelê Kurd ji cewherê wî. Hevalê me ku têgihişt feraseta yekreng a bi farisî û polîtîkayên ku ew neçar dikirin nasnameya xwe înkar bike, yên ku li dibistanê dihatin ferzkirin, wateya xerîbbûna ji cewherê xwe vedigirin, li hember vê yekê hestiyariya li ser zimanê xwe yê dayîkê wekî erkekê zanî. Hevalê me ku li gel zimanê xwe yê dayîkê Kurdî, Farisî û Îngilîzî jî baş dizanîn, bi vê daneheva xwe bû xwediyê taybetiya çêkirina piran di navbera gelên cuda de û beşdariya di çanda jiyana hevpar de. Hevalê me ku tevî çerxa asîmîlasyonê ya sîstemê li nirxên xwe yên resen xwedî derket, bi vê helwesta xwe di nava derdora xwe de bû kesekî ku dihat hezkirin û rêzgirtin.

Ji bo ku ji aliyê aborî ve alîkariya malbata xwe bike, di temenê biçûk de jiyana kedkariyê naskir. Hevalê me ku di vê pêvajoyê de bû xwediyê kesayetiyeke kedkar û fedakar, bi zanîna qîmeta ked û xwêdana eniyê kesayetiyeke gihîştî bi dest xist. Hevalê me ku ji bo alîkariya debara malbata xwe wênegirî dikir, bi nêrîna estetîk û têkiliyên mirovî yên ku ev pîşe pêwîst dikirin jî daneheveke dewlemend bi dest xist. Bi van taybetiyên xwe karî bibe kesekî ku ji aliyê malbat û derdora xwe ve dihat hezkirin û guhdarî li gotinên wî dihat kirin. Tevlîbûna endamên malbata wî ya refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû sedema ku hevalê me Artêş lêgerînên xwe kûrtir bike û ji gerîla re sempatiyeke mezin hîs bike. Tevlîbûna xizmên wî ya têkoşînê û jiyanên wan ên fedakar, di hevalê me de heyranî û girêdaneke mezin a bi gerîla re çêkirin. Hevalê me ku hay ji berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê xwe hebû, difikirî ku xebatên ku dimeşand ji bo mezin kirina têkoşînê ne bes in. Li ser vê bingehê, di sala 2005an de bi rêya Başûrê Kurdistanê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevalê me Artêş ku piştî tevlîbûna refên gerîla perwerdeya xwe ya destpêkê li herêma Qendîlê dît, di demeke kurt de xwe li jiyana çiyê û têkiliyên hevaltiyê yên gerîla re kir yek. Hevalê me ku di pêvajoya perwerdeyê de derfeta naskirin û têgihiştina baştir a partiya me dît, hewl da ku felsefeya Apoyî bipejirîne û prensîbên azadiyê di jiyana xwe de temsîl bike. Hevalê me ku bi kûrahî li ser mijaran hûr bû, bi xebata li ser parêzname û dahurandinên Rêbertiyê kûrahiya xwe ya îdeolojîk zêde kir. Hevalê me ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, hewl da ku her cure jêhatîbûna ku têkoşîn pêwîst dike bi dest bixe. Hevalê me Artêş ku di sala 2006an de di nava Hêzên Taybet de tevlî xebatan bû, di xeta hêzên taybet de xwe ji aliyê leşkerî ve kûr kir. Hevalê me ku li herêmên Behdînan û Zagrosê bi awayekî çalak pratîk meşand, li van herêmên ku şer lê herî zêde gur bû pratîkeke serkeftî ya gerîlatî nîşan da. Hevalê me Artêş ku bi sûdwergirtina ji ezmûnên leşkerî yên hevalên xwe jêhatîbûna xwe ya leşkerî zêde kir, li eniyên dijwar ên têkoşînê bû xwediyê berxwedaneke mînak. Bi kesayetiya xwe ya wêrek, bi dîsîplîn û çavnetirs bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevalê me ku bi perwerdeyên ku dîtin û pratîka ku meşand taktîkên gerîla yên serdema nû di xwe de cih kirin, di çalakiyên li dijî hêzên dagirker ên dijmin de bi awayekî çalak cih girt.

Hevalê me Artêş ku di destpêka pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbasî herêma Rojava bû, li vir di gelek pêngav û xebatan de cih girt. Hevalê me ku tevî êrişên giran ên çeteyên DAIŞê ji berxwedanê gavek jî paş ve neavêt, li gorî pêdiviyên baweriya xwe ya bi serkeftinê jiya û şer kir. Hevalê me ku ji bo pêşîgirtina li êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me amade bû canê xwe feda bike, bû yek ji milîtanên ku di têkbirina çeteyan de ked dan. Hevalê me Artêş ku bi helwesta xwe ya di jiyanê de bawerî da hevalên xwe û gihîşt asta girtina berpirsiyariyan, bi kesayetiya xwe ya gihîştî û dilnizm rêza hemû hevalên xwe bi dest xist.

Hevalê me Artêş Çîçek Tebaxa di sala 2014’an de li Rojava bi tevlî karwanê şehîdan bû, têkoşîna xwe li lûtkeyê bi dawî kir. Hevalê me ku ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir û biryardariya meşîna li ser riya ku şehîdan vekiriye hilgirt, bû yek ji milîtanên ku ji hemû cîhanê re îspat kir ku îradeya Apoyî nayê têkbirin. Şehadeta wî di hevalan de hişmendiyeke kûr a tolhildanê û vîna hîn zêdetir mezin kirina têkoşînê çêkirin. Têkoşîna wî di dilê hemû gerîlayên ku li çiyayên me li ber xwe didin de jiyana xwe didomîne. Em di serî de ji malbata wî ya hêja re, ji hemû gelê me yê Bokanê û ji gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

SILA DESTAN

Gelê Kurd ê ku ji aliyê mêtîngeran ve li çar parçeyan hatiye dabeşkirin û bûye hedefa êrişên asîmîlasyon, înkar û tunekirinê, tevî hemû van êrişan kariye hebûna xwe biparêze û bigihîne heta îro. Gelê me ku li her parçeyekî bi zilmeke cuda re rû bi rû maye, bi hêza ku ji çiyayên kevnar ên Kurdistanê yên ku pişta xwe daye wan girtiye, berxwedanên dîrokî pêş xistine û tevî sînorên çêkirî yên ku mêtîngeran afirandine, meşandina têkoşîneke li ser xeta yekîtiya neteweyî bingeh girtiye. Berxwedana ku Qazî Mihemed bi pêşengiya xwe li Mahabadê pêş xist her tim di bîra gelê me de zindî maye û meşa wî ya serbilind û bi rûmet a li Çarçirayê ji aliyê neviyên wî ve tu carî nehatiye jibîrkirin. Partiya me PKK ya ku di pêşengiya Rêber Apo de pêş ket, bûye navê xwedîderketina li mîrateya her berxwedanê û her serhildana li dijî zilmê li Kurdistanê, di serî de Berxwedana Mahabadê, li ser bingeheke rast. Kevneşopiya berxwedanê ya li Kurdistanê di PKKê de şênber bûye û bûye bersiva hesreta azadiyê ya gelê me. Li hember Komploya Navneteweyî ya ku di sala 1999an de di şexsê Rêber Apo de li dijî hemû gelê me hat meşandin, bi sedan ciwanên Rojhilatê rûyê xwe ber bi çiyayên Kurdistanê ve zivirandin û tevlî refên gerîla bûn û li her bajarê Rojhilatê serhildan pêş ketin; vê yekê asta hişmendiya neteweyî ya gelê me bi awayekî berbiçav derxist holê. Gelê me yê Rojhilatê bi şandina zarokên xwe yên herî mêrxas bo refên têkoşînê bersiva herî bi bandor da mêtîngeran. Her ciwanê ku di nava vê çanda kevnar a berxwedanê de mezin bûye, hem nirxên dewlemend ên civakî yên gelê xwe hem jî kevneşopiya berxwedanê ya ku li dijî dijmin pêş ketiye di xwe de cih kirine û mezin bûye. Çanda berxwedanê ya ku li van axan reh daye, bi veguhastina ji nifşekî bo nifşekî din di mezinbûna têkoşîna me de kedeke girîng daye.

Hevala me Sıla ku li Selmasê, navenda kevnar a berxwedanê ya Rojhilatê Kurdistanê ya ku hestên welatparêziyê her tim lê di rêza pêş de bûn û girêdana bi nirxên civakî yên Kurdistanî re bingeh bû, hat dinyayê, di nava vê kevneşopiya xurt de hat dinyayê û mezin bû. Mezinbûna di derdoreke ku welatparêzî tê de di rêza pêş de bû hişt ku hevala me ji temenê biçûk ve têkoşîna me nas bike. Mîna her zarokê Kurd, nikarîna perwerdebûna bi zimanê xwe û nikarîna jiyîna çanda xwe ya resen li dibistanên sîstemê, bi xwe re pirsiyarkirina hevala me ya li ser sîstema ku tê de dijiya anî. Hem di bin dagirkeriyê de bûna welatê wê û înkarkirina nasnameya Kurdî, hem jî wekî jinekê înkarkirina hebûna wê, bûn sedemên kûrbûna lêgerînên hevala me Sıla.

Li hember jiyana bi statuya koletiyê ya ku sîstemê ferz dikir, jiyana azad a li çiyayên Kurdistanê û rastiya jina ku pêşengiya vê jiyanê dikir, hişt ku hevala me Sıla bixwaze têkoşîna me hîn ji nêztir ve nas bike. Hevala me ku ji bo têgihiştina ramanên Rêber Apo, yê ku têkoşîna me ya pêşketî û ji sînorên Kurdistanê derbas bûyî û bûyî hêviya azadiyê ya hemû bindestan afirandiye, derfetên ku dîtin bi kar anîn, têgihişt ku jiyana azad a ku lê digeriya di ramanên Rêber Apo û li çiyayên Kurdistanê ye. Tevlîbûna kesên ji derdora wê ya nêz a têkoşînê asta biryardariya hevala me Sıla zêde kir. Li ser vê bingehê hevala me Sıla rûyê xwe ber bi çiyayên Kurdistanê ve zivirand û di sala 2009an de tevlî refên têkoşînê bû.

Tevlîbûna jiyana gerîla ya ku her tim çîrokên wê dibihîstin ji bo hevala me Sıla bû çavkaniya bextewariyeke nayê vegotin û wê ev yek di her derfetê de anî ziman. Hevala me ku bi coş û kelecan tevlî jiyanê bû, bi tevlîbûna perwerdeyên bingehîn ên gerîlatiyê perwerdeyên xwe yên îdeolojîk û leşkerî bi serkeftî qedandin. Li hember nasnameya jinê ya ku di nava sîstemê de hebûna wê dihat înkarkirin, dihat metakirin û ji cewherê xwe dihat xerîbkirin, ji rastiya jina ku bi felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikir û ji nû ve diafirand bandoreke mezin girt. Bi awayekî nayê hejandin, xwe bi têkoşîna me ya ku Bêrîtan û Zîlan afirandine ve girêda.

Hevala me Sıla ku bi kesayetiya xwe ya kedkar û durust di refên têkoşînê de bi lez pêş ket û xwe ji taybetiyên neyînî yên kesayetiyê yên ku sîstemê afirandibûn paqij kir, nasnameya xwe ya resen ji nû ve dît. Bi cihgirtina di gelek xebatên cuda de bû xwediya ezmûna rêxistinî û veguherî gerîlayeke jêhatî. Ji bo ku meşa wê li gorî mîsyona pêşengiyê ya ku wekî jinekê dikete ser milê wê be, hewldaneke mezin da. Hevala me ku eleqeyeke mezin bi qada leşkerî re hebû, bû yek ji hevalên me yên ku taktîkên gerîlatiyê bi serkeftî di pratîkê de pêk anîn.

Hevala me ku ji bo tevlîbûna pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî gelek caran daxwaz kir, derbasî Zagrosan bû û di berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeran de cihê xwe girt. Hevala me ku mîna di jiyanê de, di şer de jî mîsyona pêşengiyê bi layiqî pêk anî, bû xwediya pratîkeke serkeftî ya şer. Hevala me ku di Pêngava Şemzînanê de di rêza herî pêş de cihê xwe girt, di lêdana derbên bi bandor ên li mêtîngeran de ked da. Di sala 2012an de şehîdketina xizma wê, hevala me Destan Bêrîtan – Semira Caferî, bû sedema xurtbûna vîna têkoşînê û biryardariya hevala me Sıla.

Hevala me ku ji bo tolhildana hemû şehîdên me di şexsê Şehîd Destan de û ji bo ku xewnên şehîdên me yên nîvco mayî bigihîne serkeftinê bê rawestan û bê bêhnvedan ked da, bi kesayetiya xwe ya ku xwe daye ser serkeftinê û tevlîbûna xwe ya bi coş a jiyanê li her herêma ku lê bû hezkirin û rêza hemû hevalên xwe bi dest xistin. Hevala me Sıla her tim di lêgerîna bersiva pirsa “Ez çawa dikarim zêdetir xizmeta gelê me bikim?” de bû û li ser vê bingehê her ku diçû bilindkirina tevlîbûna xwe bingeh girt. Bi wêrekiya xwe, fedakariya xwe û şêwaza xwe ya şer ê fedayî ji aliyê hemû hevalên xwe ve wekî mînak hat girtin.

Hevala me ku paşê derbasî herêma Avaşînê bû, bi bûyîna fermandarekê têkoşîna xwe gavek din pêş ve bir. Di berxwedana dîrokî ya ku li hember êrişên tunekirinê yên ku dewleta Tirk a mêtînger di sala 2015an de dest pê kirin pêş ket de cih girt û li eniya herî pêş bû yek ji hevalên me yên ku bersiva destpêkê da dagirkeran. Hem di jiyanê hem di şer de bû nûnereke xurt a xeta milîtanên Apoyî û milîtaneke jinxas a xeta PKK-PAJKê. Hevala me ku ji bo bersivdana pêvajoya şer a giran bê rawestan û bê bêhnvedan ked da, di taktîkên gerîlatiyê de kûr bû. Hevala me Sıla ku tiştên ku fêr bûbû bi hevalên xwe re parve kirin û ji bo pêşketina hevalên xwe yên nû hewldaneke mezin da, karî bibe milîtaneke mînak a xeta Apoyî.

Hevala me Sıla ku di refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi ked û hewldaneke mezin xwe ji nû ve afirand û her kêliya jiyana xwe bê dudilî ji bo pêşeroja azad a gelê me terxan kir, di encama êrişa dewleta Tirk a mêtînger de di 26ê Kanûna Pêşîn a 2017an de li Avaşînê tevlî karwanê şehîdan bû. Bîranîna hevala me Sıla ya ku meşa têkoşînê ya fedayî ya Bêrîtan û Zîlanan ji xwe re bingeh girt û li dû xwe mîrateke têkoşînê ya nayê jêbirin hişt, dê her tim riya me ronî bike. Têkoşîna wê di dilê hemû hevalên wê yên ku li çiyayên me li ber xwe didin de jiyana xwe didomîne. Em di serî de ji malbata wê ya hêja re, ji hemû gelê me yê Selmasê û ji gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

ZANA ADAR

Bajarê Sineyê di her serdemê de taybetiya xwe ya yek ji niştecihên kevnar ên Rojhilatê Kurdistanê parastiye. Gelê me yê Sineyê, bi çanda berxwedanê ya ku bi sedsalan domandiye, xwedîderketina li nasname, ziman û çanda Kurdî kiriye mijareke namûsê. Vî bajarê kevnar, tevî hemû polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên rejîma dagirker a Îranê, girêdana xwe ya bi nirxên xwe yên resen re parastiye û di her serdema têkoşîna me ya azadiyê de ji şandina zarokên xwe yên herî bi qîmet bo nava refên têkoşînê paş ve nemaye. Her zarokê ku di erdnîgariya çiyayî ya Sineyê de mezin bûye, hem nirxên dewlemend ên civakî yên gelê xwe hem jî kevneşopiya berxwedanê ya ku li dijî dijmin pêş ketiye di xwe de cih kirine û mezin bûye. Eşîra Dehgulan a ku li van axan reh daye jî bûye yek ji hilgirên herî bi reh ên vê çanda berxwedanê.

Hevalê me Zana Adar li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekir. Hevalê me ku di malbateke welatparêz û girêdayî nirxên Kurdî ya ji eşîra kevnar a Dehgulan de mezin bû, di vê derdora welatparêz de nirxên dewlemend ên civakî û çanda berxwedanê ya civaka Kurd di xwe de cih kirin û bi girêdana bi cewherê xwe ve mezin bû. Bi bandora malbata xwe û derdora ku lê dijiya, sempatiya wî ya ji bo lêgerîna gelê xwe ya azadiyê bi demê re veguherî baweriyeke bi reh. Hevalê me Zana ku ji kevneşopiya berxwedanê ya eşîra xwe hêz girt, ji temenê biçûk ve daxwaza tevlîbûna têkoşîneke bi wate ji bo azadiya gelê xwe di dilê xwe de hilgirt. Hevalê me Zana ku li dibistanên asîmîlasyonê yên rejîma Îranê heta lîseyê xwend, di vê pêvajoyê de ji nêz ve nas kir ku sîstem dixwaze gelê Kurd di çerxa înkar û asîmîlasyonê re derbas bike. Hevalê me ku sê ziman dizanîn, bi vê daneheva xwe bû xwediyê taybetiya çêkirina piran di navbera gelên cuda de û beşdariya di çanda jiyana hevpar de. Hevalê me ku li hember polîtîkayên tecrîd û zextê yên ku di şexsê Rêbertiya me de li gelê Kurd dihatin ferzkirin pirsiyarkirinên kûr kirin, bi hûrbûna li ser van nakokiyan lêgerînên xwe kûrtir kirin. Hevalê me Zana ku têgihişt polîtîkayên sîstemê yên neçarkirina wî bi înkarkirina nasnameya xwe wateya xerîbbûna ji cewherê xwe vedigirin, li hember vê yekê zêdetir xwedîderketina li nirxên xwe yên resen wekî erkekê zanî.

Hevalê me Zana ku di pêvajoya dîlgirtina Rêbertiya me bi komployeke navneteweyî de şahidê berteka gelê Rojhilatê Kurdistanê bû, di vê pêvajoyê de ket nava lêgerînên têkoşînê. Hêrs û berxwedana ku gelê wî li hember komploya li dijî rêberê xwe yê azadiyê nîşan dan, di hişê hevalê me de bi kûrahî hatin neqşkirin. Hevalê me ku hay ji wê hebû ku bersiva herî baş a rewşên ku li hember hem tasfiyeya hundirîn hem jî ya derve dihatin jiyîn di tevlîbûna refên gerîla re derbas dibe, biryardariya tevlîbûna têkoşînê bi kûrahî di xwe de cih kir. Li ser vê bingehê, di sala 2003an de li axa ku lê hatibû dinyayê rûyê xwe ber bi refên gerîla ve zivirand û tevlî têkoşînê bû.

Hevalê me Zana ku piştî tevlîbûna refên gerîla perwerdeya xwe ya gerîlatî ya destpêkê li herêma Qendîlê dît, di demeke kurt de xwe li jiyana çiyê û têkiliyên hevaltiyê yên gerîla re kir yek. Hevalê me ku di pêvajoya perwerdeyê de derfeta naskirin û têgihiştina baştir a Partiya me dît, hewl da ku felsefeya Apoyî bipejirîne û prensîbên azadiyê di jiyana xwe de temsîl bike. Hevalê me ku bi saya meraq û dilxwaziya xwe ya ji bo dersên leşkerî di demeke kurt de pêş ket, hewl da ku her cure jêhatîbûna ku têkoşîn pêwîst dike bi dest bixe. Hevalê me Zana ku di xweguncandina li şêwaza jiyana Apoyî de bi tu zehmetiyê re rû bi rû nema, jiyana komînê û çanda hevaltiyê ya gerîla di xwe de hundurîn kir.

Hevalê me ku piştî qedandina bi serkeftî ya perwerdeya xwe derbasî herêma Zapê bû, li hember çiyayên bi heybet, avên mîna qeşayê sar û geliyên li nêzî hev ên Zagrosan heyran ma. Hevalê me Zana ku gelek caran di çîrokan de bihîstibû ku çiyayên rê nadin derbasbûnê tenê ji gerîla re hembêza xwe vedikin û ji bo dagirkeran dibin gor, çanda berxwedanê ya van axan di dilê xwe de hîs kir. Hevalê me ku tevî şert û mercên dijwar ên Zagrosan têkoşîna xwe bi biryardarî domand, hêz û vîna berxwedanê yên ku çiya didin gerîla di kesayetiya xwe de temsîl kirin.

Hevalê me Zana ku her ku diçû vîna xwe ya têkoşînê mezin dikir û bi ya heyî têr nedibû, di pêvajoya Pêngava 1ê Hezîranê de armanc kir ku xwe ji aliyê leşkerî ve amade bike. Li her derê di nava çalakiyan de bûna gerîla bû sedema ku hevalê me xwe bi kûrahî pirsiyar bike. Hevalê me ku li ser vê bingehê têkoşîna xwe li ser amadekariya ji bo taktîkên gerîla yên serdema nû meşand, hewl da ku jêhatîbûna xwe ya leşkerî zêde bike. Hevalê me ku li Zagrosan gerîlatî dikir û her kêliya xwe baş bi kar dianî, bi kesayetiya xwe ya aram hat naskirin. Bi kesayetiya xwe ya  durust, samîmî, xwînsar û bi dîsîplîn rêza hemû hevalên xwe bi dest xist. Bi helwesta xwe ya wêrek û fedakar bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevalê me Zana Adar di 3ê Îlona 2006an de li herêma Zagrosê tevlî karwanê şehîdan bû. Hevalê me ku ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir û biryardariya meşîna li ser riya ku şehîdan vekiriye hilgirt, karî meşa xwe ya azadiyê li lûtkeyê bi dawî bike. Şehadeta wî di hevalan de hişmendiyeke kûr a tolhildanê û vîna hîn zêdetir mezin kirina têkoşînê çêkirin. Têkoşîna wî di dilê hemû gerîlayên ku li çiyayên me li ber xwe didin de jiyana xwe didomîne. Em di serî de ji malbata wî ya hêja re, ji hemû gelê me yê Sineyê û ji gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

WELAT BÊRÎTAN

Bajarê Sineyê di her serdemê de taybetiya xwe ya yek ji niştecihên kevnar ên Rojhilatê Kurdistanê parastiye. Gelê me yê Sineyê, bi çanda berxwedanê ya ku bi sedsalan domandiye, xwedîderketina li nasname, ziman û çanda Kurdî kiriye mijareke namûsê. Vî bajarê kevnar, tevî hemû polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên rejîma dagirker a Îranê, girêdana xwe ya bi nirxên xwe yên resen re parastiye û di her serdema têkoşîna me ya azadiyê de ji şandina zarokên xwe yên herî bi qîmet bo nava refên têkoşînê paş ve nemaye. Her zarokê ku di erdnîgariya çiyayî ya Sineyê de mezin bûye, hem nirxên dewlemend ên civakî yên gelê me hem jî kevneşopiya berxwedanê ya ku li dijî dijmin pêş ketiye di xwe de cih kirine û mezin bûye. Çanda berxwedanê ya ku li van axan reh daye, li ser xeteke ku ji mîrateya Qazî Mihemed heta meşa azadiyê ya Rêber Apo dirêj dibe, ji nifşekî heta nifşekî din hatiye veguhastin.

Hevalê me Welat Bêrîtan li Sineyê, bajarê kevnar ê Rojhilatê Kurdistanê, di malbateke welatparêz û girêdayî nirxên xwe yên resen de hat dinyayê. Hevalê me ku di vê derdora welatparêz de mezin bû, nirxên dewlemend ên civakî û çanda berxwedanê ya civaka Kurd di xwe de cih kirin û bi girêdana bi cewherê xwe ve mezin bû. Taybetiya welatparêziyê ya malbata wî û girêdana wê ya bi nirxên Kurdistanî re ji bo bidestxistina kesayetiyeke xurt a hevalê me Welat bingeh çêkir. Sempatiya wî ya ji bo lêgerîna gelê me ya azadiyê ya ji temenê biçûk ve, bi demê re veguherî baweriyeke bi reh. Hevalê me Welat ku şazdeh salan li dibistanên asîmîlasyonê yên rejîma Îranê xwend, di vê pêvajoyê de ji nêz ve nas kir ku sîstem dixwaze gelê Kurd di çerxa înkar û asîmîlasyonê re derbas bike. Hevalê me ku têgihişt feraseta yekreng a bi Farisî û polîtîkayên ku ew neçar dikirin nasnameya xwe înkar bike, yên ku li dibistanê dihatin ferzkirin, wateya xerîbbûna ji cewherê xwe vedigirin, her ku ji sîstemê têgihişt sempatiya xwe ya ji bo Tevgera me zêde kir. Hevalê me ku têgihişt jiyana sîstemê li ser kedxwariyê hatiye avakirin, bi pirsiyarkirinên kûr ên li ser van nakokiyan lêgerînên xwe kûrtir kirin. Hevalê me ku di salên dibistanê de ji bo alîkariya debara malbata xwe di gelek karan de xebitî, bû xwediyê kesayetiyeke kedkar û fedakar. Hevalê me Welat ku li bersivên nakokiyên ku pê re rû bi rû dibû digeriya û her ku zilmê rejîmê yê li gelê me didît ji bo tevlîbûna refên gerîla diket nava lêgerînan, di sala 2010an de Tevgera me nas kir. Hevalê me ku wekî ciwanekî Kurd ê bi rûmet her tim li hember şehîdên me yên ku ji bo azadiya gelê me xwe feda kirine xwe deyndar hîs dikir, biryardariya tevlîbûna têkoşînê bi kûrahî di xwe de cih kir. Bi taybetî îdamkirina xizmê wî Ali Haydariyan ji aliyê rejîma Îranê ve ji bo hevalê me Welat bû xaleke veguherînê. Vê windakirina bi êş di hevalê me de hêrseke kûr a li dijî dijmin û vîneke têkoşînê çêkirin. Hevalê me ku têgihişt dikare tenê bi tevlîbûna refên têkoşînê bibe bersiva hemû zilmên ku hatibûn jiyîn, di sala 2015an de ji Hewramanê tevlî refên têkoşînê bû û rûyê xwe ber bi çiyayên Kurdistanê ve zivirand.

Hevalê me Welat ku piştî tevlîbûna refên gerîla ji sohbetên samîmî û germ ên koma gerîla ya destpêkê ku ew naskirin bi kûrahî bandor bû, têkiliyên hevaltiyê yên gerîla û jiyana komînê di xwe hundurîn kir. Hevalê me ku di fêrbûna li şert û mercên dijwar ên çiyê de bi tu pirsgirêkê re rû bi rû nema, di demeke kurt de xwe li jiyana çiyê guncand. Hevalê me ku tevlî xebatên perwerdeya bingehîn ên ku gerîla nikare bê wan be bû, bi saya tevlîbûna xwe ya bi coş û dilxwaz perwerdeya xwe bi serkeftî qedand. Hevalê me ku bi taybetî li ser dahurandinên Rêbertiya me yên kesayetiyê hûr bû, hewl da ku felsefeya Apoyî bipejirîne û prensîbên azadiyê di jiyana xwe de temsîl bike. Hevalê me ku tevî ku şervanekî nû bû dixwest di her xebatê de cih bigire, fedakarî û wêrekiya ku têkoşîn pêwîst dike di kesayetiya xwe de temsîl kirin.

Hevalê me Welat ku di sala 2016an de li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî perwerde dît, xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû û hunera şer de kûr kir. Hevalê me ku ji aliyê leşkerî ve jêhatîbûn bi dest xist, hewl da ku her cure jêhatîbûna ku têkoşîn pêwîst dike bi dest bixe. Hevalê me ku bi tevlîbûna xwe ya dilxwaz û bi dîsîplîn a di pêvajoya perwerdeyê de rêza hemû hevalên xwe bi dest xist, di demeke kurt de karî bibe gerîlayekî Apoyî yê jêhatî. Hevalê me ku bi perwerdeyên îdeolojîk ên ku dîtin felsefeya Rêber Apo û kevneşopiya têkoşînê ya PKKê hîn zêdetir di xwe de cih kirin, her ku diçû îdiaya xwe mezin kir.

Hevalê me Welat ku piştî qedandina perwerdeya xwe derbasî Eyaleta Avaşînê bû, hema bêje ket bin efsûna xwezaya bi heybet a Avaşînê. Hevalê me Welat ku tevî şert û mercên dijwar ên Zagrosan her erka ku girt ser xwe bi hûrbînî û hestiyariyeke mezin pêk anî, li van herêmên ku têkoşîn lê herî zêde xurt bû, bû xwediyê berxwedaneke mînak. Hevalê me ku bi helwesta xwe ya di jiyanê de, îdiaya xwe ya têkoşînê û hevaltiya xwe ya xurt heskirina hevalên xwe bi dest xist, bi kesayetiya xwe ya durust, samîmî û fedakar rêza hemû hevalên xwe bi dest xist. Hevalê me ku di çalakiyên li dijî hêzên dagirker ên dijmin de bi awayekî çalak cih girt, bi wêrekiya xwe û fedakariya xwe derket pêş.

Hevalê me Welat Bêrîtan di 24ê Nîsana 2018an de di êrişeke dijmin a li herêma Dola Bizinan a Eyaleta Avaşînê de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevalê me ku ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir û biryardariya meşîna li ser riya ku şehîdan vekiriye hilgirt, karî meşa xwe ya azadiyê li lûtkeyê bi dawî bike. Şehadeta wî di hevalên wî de hişmendiyeke kûr a tolhildanê û vîna hîn zêdetir mezin kirina têkoşînê çêkirin. Têkoşîna wî di dilê hemû gerîlayên ku li çiyayên me li ber xwe didin de jiyana xwe didomîne. Em di serî de ji malbata wî ya hêja re, ji hemû gelê me yê Sineyê û ji gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

FEDAKAR RONAHÎ

Bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê bûye yek ji niştecihên kevnar ên ku hişmendiya Kurdî her tim lê bi kûrahî hatiye jiyîn û zindîbûna xwe parastiye. Gelê me yê Sîneyê, bi sedsalan tevî hemû polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên rejîma dagirker a Îranê, xwedîderketina li nasname, ziman û çanda Kurdî kiriye mijareke rûmetê. Li vî bajarê kevnar çanda welatparêziyê di her qadeke jiyana rojane de cih girtiye û her zarok bi vê hişmendiyê mezin bûye. Erdnîgariya çiyayî û gelê berxwedêr ê Sineyê di her serdema Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê de ji şandina zarokên xwe yên herî bi qîmet bo nava refên têkoşînê paş ve nemaye. Her ciwanê ku li van axan mezin bûye, di temenê biçûk de derfeta pirsiyarkirina zilmê dewletan li Kurdistanê û tunekirina ku dixwestin pêk bînin dîtiye.

Hevalê me Fedakar li bajarê Sineyê yê Kurdistanê, ku welatparêzî lê bi awayekî xurt tê jiyîn, hat dinyayê. Hevalê me ku ji ber welatparêziya malbata xwe ya hêja û derdora ku lê dijiya bi çanda welatparêziyê mezin bû, bû xwediyê kesayetiyeke xurt ku hişmendî û çanda kurdî di wê de cih girtibûn. Di salên dibistanê de nekarîna wî ya perwerdebûna bi zimanê dayîkê û înkarkirina nasnameya wî, di hevalê me de nakokiyên kûr çêkirin. Hevalê me Fedakar ku di temenê biçûk de li ser zilma dewletan li Kurdistanê û tunekirina ku dixwestin pêk bînin pirsiyar kir, têgihişt ku çavkaniya van nakokiyan mêtîngerî ye. Meraqa wî ya li ser jiyana gerîla û lêkolîna wî ya li ser Tevgera me, di hevalê me de sempatiyeke kûr û heyranî ji bo têkoşîna me çêkir.

Hevalê me Fedakar ku di salên xwendekariya xwe de ji bo piştgiriya malbata xwe şofêrî dikir û di avahîsaziyê de dixebitî, bi zanîna qîmeta ked û xwêdana eniyê bû xwediyê kesayetiyeke gihîştî. Bi van taybetiyên xwe, karî bibe kesekî ku ji aliyê malbat û derdora xwe ve dihat hezkirin û guhdarî li gotinên wî dihat kirin. Hevalê me ku wekî ciwanekî kedkar mezin bû, hem wekî Kurdekî dîlbûna gelê xwe hem jî wekî kedkarekî negirtina berdêla keda xwe wekî nakokiyeke bingehîn jiya. Hevalê me ku ji destana berxwedanê ya ku gerîla di sala 2008an de li Zapê nivîsand bi kûrahî bandor bû, piştî têkçûna artêşa tirk û berxwedana destanî ya li Zapê dest bi lêkolîna li ser Tevgera me û heyranbûna ji têkoşîna me re kir.

Hevalê me Fedakar ku li hember hovîtiya çeteyên DAIŞê li Rojava û Şengalê bêhest nema, li ser tevlîbûna gerîla ket nava pirsiyarkirinên kûr. Hevalê me ku difikirî dema tevlîbûna gerîlayên ku wekî mertalekê li pêşiya vê hovîtiyê disekinîn û çete têk dibirin hatiye, dema li Fakulteya Veterîneriyê ya Zanîngeha Kirmanşanê dixwend, bi tevlîbûna refên gerîla li hember sîstemê helwesteke zelal nîşan da. Hevalê me ku di sala 2014an de ji bo tevlîbûnê rûyê xwe ber bi cihên gerîla ve zivirand, di rê de di encama bêbextiyekê de ket destê dewleta Îranê. Hevalê me Fedakar ku li hember dijmin tu carî ji helwesta xwe ya rêxistinî tawîz neda, bi derketina xwe ya ji binçavkirinê re di demeke kurt de gihîşt herêmên gerîla û biryara xwe ya têkoşînê îspat kir.

Hevalê me Fedakar ku di sala 2014an de perwerdeya şervanên nû dît, ji têkiliyên hevaltiyê yên di gerîla de û jiyana komînal bi kûrahî bandor girt. Hevalê me ku ji bo paqijkirina xwe ji her tiştê ku sîstemê di kesayetiya wî de çêkiribû hewldanên mezin da, serbilindiya gerîlabûnê jiya. Hevalê me ku ji bo derbasbûna herêmên ku li hember zilmê li gelê me şer lê dihat kirin daxwaz kir, dixwest têkoşîna xwe bibe qada pratîkê. Birîndarbûna hevalê me li ser sînor di heman salê de bû sedema mezinbûna biryara wî ya têkoşînê. Hevalê me Fedakar ku piştî temamkirina dermankirina xwe di demeke kurt de li herêma Qendîlê tevlî xebatan bû, têkoşîna xwe li vir domand.

Êrişa çeteyên DAIŞê ya li Maxmûrê û di bin gefeke mezin de bûna gelê me, bû sedema ku hevalê me Fedakar li Maxmûrê di refa herî pêş de şer bike. Hevalê me ku dizanibû gerîla di her êrişa li dijî gelê me û Tevgera me de, di her şert û mercî de artêşeke fedayî ye, li hêzên xwe xwedî derket. Hevalê me ku piştî pêkanîna bi layiqî ya erkên xwe yên şoreşgerî vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo pêşxistina jêhatîbûna xwe ya leşkerî daxwaza perwerdeya branşê kir. Li her herêma ku lê cih girt, bi tevlîbûna xwe ya bi cewher, bi moral û bi coş bû milîtanekî mînak. Şehadeta hevalê me Karo Sine – Osman Tal, kurê meta wî yê ku di sala 2014an de di berxwedana Kobanê de gihîşt şehadetê, têkoşîna hevalê me Fedakar hîn mezintir kir.

Hevalê me Fedakar ku hay ji wê hebû ku bê encam hiştina êrişên dijmin tenê bi taktîkên gerîla yên serdema nû dikare pêk were, di sala 2017an de di branşa sabotajê de perwerde dît. Hevalê me ku armanc dikir hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve bibe gerîlayekî profesyonel ê xwedî serhevî, bi cidiyet û hestiyariyeke mezin nêzî perwerdeyan bû. Hevalê me ku di perwerdeyan de bi kûrahî li ser mijaran hûr bû, her tim di lêgerîna derblêdana li dijmin û pêkanîna berpirsiyariyên xwe li gorî ruhê serdema nû de bû. Hevalê me ku her ku diçû hêrsa xwe ya li dijî dijmin tûjtir dikir, wekî gerîlayekî pispor ji akademiyê mezûn bû.

Hevalê me Fedakar ku daxwaza çûna Bakurê Kurdistanê hebû, di sala 2019an de di grûba Botanê de cih girt. Hevalê me ku li Botanê gerîlatî kir, di demeke kurt de ezmûn bi dest xist. Hevalê me ku ji xwezaya Botanê û welatparêziya kûr a gelê wê bandor bû, li hember konsepta ji holê rakirinê ya ku li Rêbertiya me û gelê me dihate ferzkirin, li herêma ku lê bû di gelek xebatan de cih girt. Hevalê me ku dîsa vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hem ezmûna xwe ya jiyanê hem jî serheviya xwe ya leşkerî veguhastin hevalên xwe. Li herêma Qendîlê ya ku herî dawî lê cih girt, wekî gerîlayekî ji her aliyî ve jêhatî, ji bo ku têkoşîna şehîdên xwe bigihîne serkeftinê, bi hemû hebûna xwe xwe da xebatan.

Hevalê me yê hêja Fedakar ku ji Qendîlê heta Maxmûrê, ji Garê heta Botanê bê navber têkoşîn kir, bi girêdana xwe ya kûr a bi Rêbertiya me û şehîdan re ji bo hemû hevalên xwe bû mînak. Hevalê me Fedakar di roja 10ê Tîrmeha 2022an de di êrişa dijmin a li herêma Qendîlê de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevalê me ku dê her tim bi kesayetiya xwe ya ku xwe daye ser serkeftinê û hêrsa xwe ya li dijî dijmin were bîranîn, di riya azadiya gelê xwe de her tiştê xwe feda kir. Şehadeta wî di hevalên wî de hişmendiyeke kûr a tolhildanê û biryara hîn zêdetir mezin kirina têkoşînê çêkir. Em soza xwe ya ku em ê têkoşîna şehîdên me bigihînin serkeftinê dubare dikin. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja re di serî de, ji hemû gelê me yê Sineyê û ji gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

RÊBÛWAR AMED

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de bi berxwedanên xwe yên li dijî hêzên mêtînger û girêdana xwe ya bi xeta jiyana azad re hatiye naskirin. Gelê me yê Rojhilatê ku her tim çand û kevneşopiya Kurdî zindî hiştine û bi lehengên ku afirandine hêz daye berxwedanan, kevneşopiya berxwedanê ya Qazî Mihemed heta roja me aniye. Her zarokê ku li van axên kevnar mezin bûye, hem nirxên dewlemend ên civakî yên gelê xwe hem jî kevneşopiya berxwedanê ya ku li dijî dijmin pêş ketiye di xwe de cih kirine û mezin bûye. Erdnîgariya çiyayî û gelê berxwedêr ê Rojhilatê Kurdistanê di her serdema têkoşîna me ya azadiyê de ji şandina zarokên xwe yên herî bi qîmet bo nava refên têkoşînê paş ve nemane. Gelê me yê Rojhilatê ku damezrandina partiya me PKKê bi coşeke mezin pêşwazî kir û zarokên xwe yên herî mêrxas şandin refên têkoşînê, bê dudilî tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bûye. Her hevalê me yê ku li ser vê bingehê tevlî refên têkoşînê bûye, hem ji bo pêkanîna siberojên azad ên ku gelê wî hesreta wan dikişîne kedeke mezin daye hem jî biryardariya meşîna li ser riya ku şehîdan vekiriye hilgirtiye.

Hevalê me Rêbûwar li bajarê Kamyaranê yê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke girêdayî nirxên welatparêziyê de hat dinyayê. Hişmendiya welatparêziyê ya malbata wî û girêdana wê ya bi nirxên Kurdistanî re hişt ku hevalê me çanda xwe di xwe de cih bike û bi girêdana bi cewherê xwe ve mezin bibe. Hevalê me Rêbûwar ku di vê derdora welatparêz de mezin bû, bi cihkirina nirxên dewlemend ên civakî û çanda berxwedanê ya civaka Kurd di xwe de kesayetiyeke xurt bi dest xist. Bi bandora malbata xwe û derdora ku lê dijiya, sempatiya wî ya ji bo lêgerîna gelê xwe ya azadiyê bi demê re veguherî baweriyeke bi reh.

Hevalê me ku tevî temenê xwe yê biçûk li dibistanên rejîmê yên ku lê dixwend şahidê înkarkirina nasnameya Kurdî bû, bi pirsiyarkirinên kûr ên li ser van nakokiyan ket nava lêgerîna têkoşînê. Hevalê me Rêbûwar ku têgihişt feraseta yekreng a bi Farisî û polîtîkayên ku ew neçar dikirin nasnameya xwe înkar bike, yên ku li dibistanê dihatin ferzkirin, wateya xerîbbûna ji cewherê xwe vedigirin, li hember vê yekê zêdetir xwedîderketina li nirxên xwe yên resen wekî erkekê zanî. Hevalê me ku partiya me PKK zû nas kir, têkoşîna me û berxwedana gerîla ya ku bûye efsane ji nêz ve şopandin. Hevalê me ku bi xebata di karên cuda de piştgirî da malbata xwe ya ku di nava zehmetiyên maddî de bû, ji temenê biçûk ve taybetiyên kedkariyê bi dest xistin û bû xwediyê kesayetiyeke gihîştî.

Hevalê me Rêbûwar ku bi bandora derdora welatparêz a ku lê dijiya ket nava lêgerîna hîn zêdetir têgihiştina felsefeya Rêbertiyê, her ku asta hişyarbûna wî zêde bû biryardariya xwe jî zêde kir. Hevalê me ku li ser vê bingehê tevlî xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz bû, hem civaka ku tê de dijiya hem jî sîstema mêtînger analîz kirin û rastiya wan ji nêz ve nas kir. Hevalê me ku li hember êrişên qirkirinê yên çeteyên DAIŞê li dijî gelê me li Rojava û Şengalê hêrseke mezin hîs kir, têgihişt rastiya ku gelê me bê xweparastineke xurt nikare hebûna xwe biparêze û bigihîje pêşerojeke azad. Hevalê me Rêbûwar ku demekê di zindanên mêtîngeran de ma, di vê pêvajoyê de derfeta naskirina hîn ji nêztir ve ya rastiya dijmin dît û her ku diçû biryardariya xwe ya têkoşînê hinekî zêdetir kir. Hevalê me ku bawer dikir divê li mîrata têkoşînê ya şehîdên me xwedî were derketin û bêguman were gihandin serkeftinê, di sala 2017an de rûyê xwe ber bi çiyayên Kurdistanê ve zivirand û tevlî refên têkoşînê bû.

Hevalê me ku li herêma Qendîlê tevlî perwerdeyên bingehîn ên gerîlatiyê bû, bi saya tevlîbûna xwe ya dilxwaz û bi coş di demeke kurt de xwe li jiyana çiyê û gerîla re kir yek. Hevalê me Rêbûwar ku ji têkiliyên hevaltiyê yên gerîla û jiyana komînê bi kûrahî bandor bû, bi saya helwesta xwe ya zelal a di biryardariya têkoşînê de hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû ma derbas kirin û di demeke kurt de bû gerîlayekî jêhatî. Bi perwerdeyên ku dîtin derfeta naskirin û têgihiştina ji nêz ve ya dîroka gelê me, partiya me PKK û felsefeya Rêber Apo bi dest xist. Hevalê me ku hewl dida felsefeya Apoyî bipejirîne û rêgezên azadiyê di jiyana xwe de temsîl bike, her ku diçû kûrahiya xwe ya îdeolojîk zêde kir.

Hevalê me ku dixwest bibe bersiva pêvajoya şer a giran a ku li dijî mêtîngeran dihat meşandin, xwe bi taybetî ji aliyê leşkerî ve pêş xist. Hevalê me Rêbûwar ku taktîkên gerîla yên serdema nû û hunera şer di xwe de cih kirin, hewl da ku her cure jêhatîbûna ku têkoşîn pêwîst dike bi dest bixe. Hevalê me ku bi kesayetiya xwe ya bi moral û taybetiyên xwe yên kedkariyê bandor li her kesê ku pêwendî pê re danî kir, bi xebatên ku meşandin gelek ciwanên Kurd bi felsefeya Apoyî dan nasîn û tevlî refên têkoşînê kirin. Hevalê me ku tevlî xebatên pratîk bû, bi gihîştîbûna xwe û hêza xwe ya çareserkirina pirsgirêkan her erka ku girt ser xwe bi layiqî pêk anî.

Hevalê me ku her ku diçû vîna xwe ya têkoşînê mezin dikir, jiyana têkoşînê ya nemirên me ji xwe re kir rêber. Hevalê me Rêbûwar ku her tim hûrbûna xwe ya li ser mijaran kûrtir dikir, di jiyanê de pêşeng bû û her tim li tevlîbûneke xurttir geriya. Hevalê me ku hêrsa xwe ya li dijî mêtîngeran veguherand sedema bilindkirina têkoşîna xwe, bi ruhê yekîtiya neteweyî bersivdana êrişên dagirkeran ên li dijî her bihosta axa Kurdistanê bingeh girt. Hevalê me Rêbûwar ku bi ruhê xebata kolektîf tevlî her xebatê dibû û bi tevlîkirina her hevalê xwe ya xebatê ji bo pêşketina wan hewldaneke mezin dida, bi taybetiyên xwe yên milîtan pesindana hemû hevalên xwe bi dest xist.

Hevalê me Rêbûwar ku ji bo kûrbûna di felsefeya Rêber Apo de her derfet bi kar anî û bi parvekirina tiştên ku fêr bûbû bi hevalên xwe re ew dewlemendtir kirin, di refên têkoşînê yên ku di temenê ciwan de tevlî bû de di demeke kurt de pêşketineke mezin nîşan da. Bi kesayetiya xwe ya durust, samîmî, kedkar û fedakar bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevalê me ku biryardariya meşîna li ser riya ku şehîdan vekiriye hilgirt, li eniyên dijwar ên têkoşînê bû xwediyê berxwedaneke pêşeng. Têkoşîna wî di dilê hemû gerîlayên ku li çiyayên me li ber xwe didin de jiyana xwe didomîne.

Hevalê me Rêbûwar di 31ê Gulana 2017an de di encama êrişa ku dewleta Tirk a mêtînger pêk anî de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevalê me ku ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir û biryardariya meşîna li ser riya ku şehîdan vekiriye hilgirt, ji hevalên xwe yên mayî re mîrateke mezin a têkoşînê hişt. Şehadeta wî di hevalên wî de hişmendiyeke kûr a tolhildanê û vîna hîn zêdetir mezinkirina têkoşînê çêkirin. Em soz didin ku em ê têkoşîna hevalê me Rêbûwar bêguman bigihînin serkeftinê. Em di serî de ji malbata wî ya hêja re, ji hemû gelê me yê Kamyaranê û ji gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

BÊKES BÊRÎVAN

Gelê kurd di her serdemê de taybetiya xwe ya hêza pêşeng a her berxwedana ku li axa Kurdistanê pêş ket parastiye. Di her serdema dîroka me de lêgerîna xwe ya azadiyê di dilê xwe de hilgirtiye û ji bo vê yekê dayîna bedelan daye ber çavê xwe. Ev çanda berxwedanê ji nifşekî bo nifşekî din, bi taybetî jî bi çîrokên lehengiyê yên ku dayîkan ji zarokên xwe re vedigotin, hatiye veguhastin. Van çîrokên ku li ser zimanê dayîkan digeriyan, daxwaza azadiyê û berxwedana li dijî dijmin di hişê her zarokî de neqş kirine. Li bajarê kevnar ê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ev çand bi awayê herî zindî hatiye jiyandin, bîranîna şehîdan û mîrateya berxwedanê bi nifşan li ser ziman û di dilê jinan de hatiye hilgirtin. Her ciwanê ku li van axan mezin bûye, bi çîrokên berxwedanê yên ku ji dayîka xwe bihîstine mezin bûye û xwe ji bo lêgerîna gelê xwe ya azadiyê terxan kiriye.

Hevalê me Bêkes Bêrîvan li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke welatparêz a xwedî kevneşopiya berxwedanê de hat dinyayê. Hevalê me ku ji temenê biçûk ve bi çîrokên lehengiyê yên ku dayîka wê vedigotin mezin bû, bi rêya van çîrokan çanda berxwedanê û lêgerîna gelê xwe ya azadiyê di xwe de cih kirin. Bîranînên şehîdan û jiyanên fedakar ên gerîla yên ku li ser zimanê dayîka wê digeriyan, di hişê hevalê me Bêkes de bi kûrahî hatin neqşkirin. Ji ber vê yekê, ji salên ciwaniya xwe ve daxwaza tevlîbûna têkoşîneke bi wate ji bo azadiya gelê xwe di dilê xwe de hilgirt. Taybetiya welatparêziyê ya malbata wî û vegotinên dayîka wî yên ku çanda berxwedanê vediguhastin, di kesayetiya hevalê me de baweriyeke bi reh a azadiyê çêkir.

Hevalê me Bêkes ku diwanzdeh salan li dibistanên asîmîlasyonê yên rejîma Îranê xwend, di vê pêvajoyê de ji nêz ve nas kir ku rejîm dixwaze gelê Kurd di çerxa înkar û asîmîlasyonê re derbas bike. Hevalê me ku têgihişt feraseta yekreng a bi farisî û polîtîkayên ku ew neçar dikirin nasnameya xwe înkar bike, yên ku li dibistanê dihatin ferzkirin, wateya xerîbbûna ji eslê xwe vedigirin, li hember vê yekê zêdetir li nirxên xwe yên resen xwedî derket. Hevalê me ku di salên dibistanê de ji bo alîkariya debara malbata xwe dixebitî, bû xwediya kesayetiyeke kedkar û fedakar. Hevalê me Bêkes ku wekî ciwanekî ku tu carî rol û sînorên ku sîstemê ferz dikirin qebûl nekir, bi ramana ku divê azadiya rastîn civakî be, vê lêgerîna xwe kûrtir kir.

Êrişên hovane yên çeteyên DAIŞê yên li dijî Şengal û Kobanê di sala 2014an de, di hevalê me Bêkes de pirsiyarkirinên kûr çêkirin. Êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me yê Êzidî û hovîtiya çeteyên bi piştgiriya dijmin li dijî axa Kurdistanê, di hevalê me de hêrseke kûr û hişmendiyeke berpirsiyariyê çêkir. Hevalê me ku hay ji berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê xwe hebû, ji bo tevlîbûna refên gerîla hewl da. Lê ji ber hin astengiyên ku pê re rû bi rû ma, ev hewldana wî encam neda û wî nekarî tevlî bibe. Ev rewş biryara wî ya têkoşînê paşde neşikand û berevajî vê yekê daxwaza wî ya tevlîbûnê hîn bi rehtir kir. Hevalê me ku bi sebir li bendê ma û li derfetê geriya, dawiyê sala 2015an de li herêma Qendîlê tevlî refên gerîla bû. 

Hevalê me Bêkes ku piştî tevlîbûna refên gerîla bi kûrahî ji şêwaza jiyana komînal bandor bû, têkiliyên hevaltiyê yên gerîla û çanda jiyana azad di xwe de cih kirin. Bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî yên ku dîtin, di kesayetiya xwe de guhertineke girîng çêkir û ket nava hewldana pejirandina felsefeya Apoyî. Hevalê me ku piştî qedandina bi serkeftî ya perwerdeya xwe tevlî xebatên Komalê Ciwan bû, li Akademiya Şehîd Ali Çiçek perwerde dît. Hevalê me ku sê salan di van xebatan de cih girt, di nava xebatên ciwanan de xwe ji aliyê îdeolojîk ve kûr kir û xeta milîtantiya Apoyî pejirand. Di vê pêvajoyê de ji bo hişyarbûn û tevlîbûna gelek ciwanan a têkoşînê ked da.

Hevalê me Bêkes ku paşê li herêma Garê tevlî xebatên pratîk bû, armanc kir ku hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe jêhatî bike. Hevalê me ku di sala 2020an de li Akademiya Şehîd Îbrahîm perwerde dît, di pêvajoya şer de bi tevlîbûna perwerdeyên leşkerî armanc kir ku bibe gerîlayekî pispor. Hevalê me ku li hember hêzên dagirker ên ku êrişî gelê me û gerîla dikirin, di pêkanîna taktîkên serdema nû de bi israr bû, hewl da ku her cure jêhatîbûna ku têkoşîn pêwîst dike bi dest bixe. Bi tevlîbûna xwe ya dilxwaz û bi dîsîplîn a di pêvajoya perwerdeyê de rêza hemû hevalên xwe bi dest xist.

Hevalê me Bêkes ku di sala 2021ê de li Akademiya Şehîd Mahir perwerdeya pisporiyê qedand, derbasî herêma Metînayê bû. Li vê herêma ku şer lê herî zêde gur bû, di berxwedana li dijî hêzên dagirker ên dijmin de bi awayekî çalak cih girt. Hevalê me ku ji berxwedana destanî ya Zendurayê bi kûrahî bandor bû, dixwest tola hevalên xwe yên ku tevlî karwanê şehîdan bûbûn hilde û bibe bersiva êrişên dijmin. Hevalê me ku li ser vê bingehê têkoşîna xwe bi ruhê fedayî domand, bi cihgirtina di gelek çalakiyan de di şikandina êrişên dagirkeriyê yên dijmin de roleke girîng lîst. Bi saya şêwaza xwe ya jiyanê ya sade û hevaltiya xwe ya dilsoz û samîmî, karî di dilê hemû hevalên xwe de cih bigire. Bi kesayetiya xwe ya wêrek, durust û fedakar bû gerîlayekî Apoyî yê mînak.

Hevalê me Bêkes Bêrîvan di 26ê Sibata 2022an de li Tepê Ortê yê herêma Metînayê tevlî karwanê şehîdan bû. Hevalê me ku ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir û biryardariya meşîna li ser riya ku şehîdan vekiriye hilgirt, ji tevlîbûna xwe heta kêliya ku gihîşt şehadetê karî bibe milîtanekî Apoyî ya mînak. Şehadeta wî di hevalên wî de hişmendiyeke kûr a tolhildanê û biryara hîn zêdetir mezin kirina têkoşînê çêkir. Têkoşîna wî di dilê hemû jinên gerîla yên ku li çiyayên me li ber xwe didin de jiyana xwe didomîne. Em di serî de ji malbata wî ya hêja re, ji hemû gelê me yê Sineyê û ji gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

BAHOZ NIŞTÎMAN

Bajarê Sineyê di her serdemê de taybetiya xwe ya yek ji niştecihên kevnar ên Rojhilatê Kurdistanê parastiye. Gelê me yê Sineyê, bi çanda berxwedanê ya ku bi sedsalan domandiye, xwedîderketina li nasname, ziman û çanda Kurdî kiriye mijareke namûsê. Vî bajarê kevnar, tevî hemû polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên rejîma dagirker a Îranê, girêdana xwe ya bi nirxên xwe yên resen re parastiye û di her serdema têkoşîna me ya azadiyê de ji şandina zarokên xwe yên herî bi qîmet bo nava refên têkoşînê paş ve nemaye. Her zarokê ku di erdnîgariya çiyayî ya Sineyê de mezin bûye, hem nirxên dewlemend ên civakî yên gelê xwe hem jî kevneşopiya berxwedana li dijî dijmin di xwe de cih kirine û mezin bûye. Eşîra Erdelani ya ku li van axan reh daye jî bûye yek ji hilgirên herî bi reh ên vê çanda berxwedanê.

Hevalê me Bahoz Nîştîman li Sineyê, di malbateke welatparêz a ji eşîra Erdelani de ku ji deh xwişk û birayan pêk dihat, hat dinyayê. Hevalê me yê ku di nava vê malbata mezin de mezin bû, çanda berxwedanê ya eşîra xwe û taybetiya welatparêziyê ya malbata xwe di xwe de cih kirin û bi girêdana bi eslê xwe ve hat perwerdekirin. Hevalê me Bahoz bi hişmendiya berpirsiyariya ku endambûna malbateke bi deh xwişk û birayan bi xwe re dianî mezin bû û ji temenê biçûk ve fêrî qîmeta ked û piştgiriya hev bû. Bi bandora malbata xwe û derdora ku lê dijiya, sempatiya wî ya ji bo lêgerîna gelê xwe ya azadiyê bi demê re veguherî baweriyeke bi reh. Hevalê me Bahoz ku heşt salan li dibistanên zext û asîmîlasyonê yên rejîma Îranê xwend, di vê pêvajoyê de di demeke kurt de nas kir ku sîstem dixwaze gelê kurd di çerxa asîmîlasyon û înkarê re derbas bike. Hevalê me ku têgihişt feraseta yekreng a bi Farisî û polîtîkayên ku ew neçar dikirin nasnameya xwe înkar bike, yên ku li dibistanê dihatin ferzkirin, wateya xerîbbûna ji eslê xwe vedigirin, li hember vê yekê zêdetir xwedîderketina li nirxên xwe yên resen wekî erkekê girt dest. Hevalê me ku piştî devjêberdana dibistanê ji bo alîkariya debara malbata xwe bi esnafiyê re mijûl bû, bû xwediyê kesayetiyeke kedkar û fedakar. Wekî ciwanekî durust, xebatkar û girêdayî têkiliyên xwe yên civakî, di nava derdora xwe de bû kesekî ku dihat hezkirin û rêzgirtin. Di serdemeke ku êrişên hovane yên çeteyên DAIŞê yên li dijî Şengal û Kobanê zêde bûbûn de, hevalê me Bahoz derfeta naskirina ji nêz ve ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dît. Êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me yê Êzidî û hovîtiya çeteyên bi piştgiriya dijmin li dijî axa Kurdistanê, di hevalê me de hêrseke kûr û hişmendiyeke berpirsiyariyê çêkir. Hevalê me ku hay ji berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê xwe hebû, jiyana xwe ya heyî bi kûrahî pirsiyar dikir, dixwest têkoşîna azadiyê hîn ji nêztir ve nas bike û bibe parçeyek ji wê. Li ser vê bingehê, di sala 2014an de ji Hewramanê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevalê me Bahoz ku piştî tevlîbûna refên gerîla perwerdeya xwe ya destpêkê li Qendîlê dît, di demeke kurt de xwe li jiyana çiyê û têkiliyên hevaltiyê yên gerîla kir yek. Bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî yên ku dîtin, di kesayetiya xwe de guhertineke girîng çêkir û ket nava hewldana pejirandina felsefeya Apoyî. Hevalê me ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, biryara bûyîna milîtanekî Apoyî yê amade ji bo rûbirûbûna bi her cure zehmetiyên ku têkoşîn pêwîst dike di xwe de hilgirt. Hevalê me Bahoz ku piştî qedandina perwerdeya xwe ji bo parastina gelê me yê Êzidî li hember êrişên hovane yên çeteyên DAIŞê derbasî herêma Şengalê bû, li wir bi ruhê fedayî şer kir. Hevalê me ku ji bo pêşîgirtina li êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me amade bû ji canê xwe bibe, bû yek ji milîtanên ku di têkbirina çeteyan de ked dan. Hevalê me Bahoz ku di nava pratîka şer a giran a li Şengalê de ezmûneke girîng a leşkerî û serheviyeke têkoşînê bi dest xist, bi beşdariya xwe di ji holê rakirina çeteyên DAIŞê de erka xwe ya şoreşgerî temam kir. Hevalê me ku piştî pêkanîna vê erka xwe ya pîroz rûyê xwe ber bi çiyayan, cihên pîroz ên gerîla ve zivirand, gihîşt biryardariya domandina têkoşîna xwe li çiyayan.

Hevalê me Bahoz ku di sala 2018an de di çarçoveya Akademiyên Şehîd Mahir de tevlî perwerdeyên pisporiyê bû, xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû û hunera şer de kûr kir. Hevalê me ku bi tevlîbûna xwe ya dilxwaz û bi dîsîplîn a di pêvajoya perwerdeyê de rêza hemû hevalên xwe bi dest xist, di demeke kurt de karî bibe gerîlayekî Apoyî yê jêhatî. Hevalê me ku bi perwerdeyên îdeolojîk ên ku dîtin, felsefeya Rêber Apo û kevneşopiya têkoşînê ya PKKê hîn zêdetir di xwe de cih kirin, her ku diçû îdiaya xwe mezin kir. Hevalê me ku piştî qedandina bi serkeftî ya perwerdeya pisporiyê derbasî herêma Heftanînê bû, piştî demeke kurt a li vê herêmê derbasî herêma Zapê bû.

Hevalê me Bahoz ku li herêma Zapê tevî şert û mercên dijwar ên jiyanê yên Zagrosan di demeke kurt de xwe li wir re kir yek, bi pratîkeke serkeftî her ku diçû îdiaya xwe mezin kir. Hevalê me ku li van herêmên ku şer lê herî zêde gur bû, fedakarî û wêrekiya ku têkoşîn pêwîst dike di kesayetiya xwe de temsîl kirin, di çalakiyên li dijî hêzên dagirker ên dijmin de bi awayekî çalak cih girt. Bi kesayetiya xwe ya wêrek, bi dîsîplîn û çavnetirs bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevalê me Bahoz ku bi sûdwergirtina ji ezmûnên leşkerî yên hevalên xwe jêhatîbûna xwe ya leşkerî zêde kir, li eniyên dijwar ên têkoşînê bû xwediyê berxwedaneke mînak.

Hevalê me Bahoz Nîştîman di roja 23ê Adara 2020an de di êrişa hewayî ya dewleta tirk a dagirker li herêma Kunîşka ya Zapê de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevalê me ku ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir û biryardariya meşîna li ser riya ku şehîdan vekiriye hilgirt, karî meşa xwe ya azadiyê li lûtkeyê bi dawî bike. Şehadeta wî di hevalên wî de hişmendiyeke kûr a tolhildanê û biryara hîn zêdetir mezin kirina têkoşînê çêkir. Têkoşîna wî di dilê hemû gerîlayên ku li çiyayên me li ber xwe didin de jiyana xwe didomîne. Em di serî de sersaxiyê ji malbata wî ya hêja re, ji hemû gelê me yê Sineyê û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

NEBES EVÎNDAR

Hevalê me Nebes wekî endamekî malbateke me ya hejar ku hewl dida di nava zehmetiyên maddî de jiyana xwe bidomîne çavên xwe li dinyayê vekir. Mezinbûna di malbateke ku bi nirxên Kurdistanî ve girêdayî bû, cewherê xwe diparast û xwedî taybetiyên civakî yên xurt bû de, hişt ku hevalê me bibe xwediyê exlaqekî paqij. Hevalê me Nebes ku di vê derdora malbatî de mezin bû, nirxên dewlemend ên civakî û çanda piştgiriya hev a civaka Kurd di xwe de cih kirin û bi girêdana bi cewherê xwe ve mezin bû. Hevalê me ku ji ber taybetiya kedkariyê ya malbata xwe ji temenê biçûk ve fêrî qîmeta xebat û fedakariyê bû, bi van taybetiyên xwe karî hezkirin û rêza hemû derdora xwe bi dest bixe.

Hevalê me Nebes ku mîna her zarokê Kurd dema cara yekem gav avêt dibistanên sîstemê, li hember rastiya nekarîna axaftina bi zimanê xwe û nekarîna jiyîna bi azadî ya çanda xwe nakokiyên xwe yên destpêkê jiyan, li ser van nakokiyan pirsiyarkirinên kûr kirin. Hevalê me ku di temenê biçûk de nas kir ku sîstem dixwaze zarokên Kurd di çerxa asîmîlasyon û înkarê re derbas bike, li hember vê yekê zêdetir xwedîderketina li nirxên xwe yên resen wekî erkekê zanî. Hevalê me Nebes ku ji aliyekî ve dixwend û ji aliyekî ve dixebitî û piştgiriya maddî dida malbata xwe, bi bidestxistina taybetiyên kedkariyê bû xwediyê kesayetiyeke gihîştî. Hevalê me ku di vê pêvajoyê de eleqeya wî bi dîroka têkoşîna gelê me re çêbû, li gorî derfetên xwe bi xwendin û lêkolînê daneheva xwe mezin kir.

Hevalê me Nebes ku ji bo têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, yên ku her tim çîrokên lehengiya wan dibihîstin, heyranî û meraqeke mezin hîs dikir, her tim têkoşîna me ji nêz ve dişopand. Hevalê me ku li hember êşên gelê me yê ku ji aliyê mêtîngeran ve li çar parçeyan hatiye dabeşkirin û di bin êrişên qirkirinê yên bêrehm de can dikêşe bêhest nema, lêgerîna xwe ya têkoşînê kûrtir kir. Hevalê me ku bawer dikir divê li hember xwestina çeteyên DAIŞê ya qirkirina gelê me li Rojava, Şengal û Mexmûrê bêguman bersivekê bide, bi hemû dilê xwe bawer kir ku bi tevlîbûna berxwedana dîrokî ya ku li çiyayên Kurdistanê dihat meşandin dê pêşerojeke azad ji gelê me re dabîn bike. Li ser vê bingehê, di sala 2014an de rûyê xwe ber bi çiyayên Kurdistanê ve zivirand û tevlî refên têkoşînê bû.

Hevalê me Nebes ku ji bo ku gelê me bi ziman, çand û dîroka xwe bibe xwediyê jiyaneke azad tevlî refên têkoşînê bû, di fêrbûyîna li şert û mercên dijwar ên çiyê de zehmetî nekişand. Hevalê me ku bi îradeya xwe ya xurt astengiyên li pêşiya xwe derbas dikir, bi meraqeke mezin tevlî jiyanê dibû, bi lez fêr dibû û bi kesayetiya xwe ya kedkar di her xebatê de di rêza herî pêş de bû, bi perwerdeyên ku dîtin di demeke kurt de pêşketineke mezin pêk anî. Hevalê me ku têgihişt rastiya ku felsefeya Rêber Apo ne tenê ji Kurdan re, lê ji hemû bindestan re hêviya azadiyê ye, ji bo baş têgihiştina Parêzname û Dahurandinên Rêbertiyê û pêkanîna wan di jiyanê de hewldaneke mezin da.

Hevalê me ku piştî qedandina bi serkeftineke mezin ya perwerdeyên xwe yên îdeolojîk û leşkerî derbasî herêma Qendîlê bû, li vir dest bi pratîka xwe ya gerîlatî ya destpêkê kir. Hevalê me Nebes ku bi kesayetiya xwe ya gihîştî û dilnizm, coş û kelecanê karî li her herêma ku çû û di her xebata ku tevlî bû de bibe çavkaniya moralê, hezkirin û rêza hemû hevalên xwe bi dest xistin. Hevalê me ku ji bo kûrkirina ezmûnên ku di pratîkê de bi dest xistibûn tevlî perwerdeyên pisporiyê bû, ji bo bersivdana pêvajoya şer a giran a ku pêş dikete, hemû baldariya xwe da pêşxistina xwe û gihîştina şiyana meşandina gerîlatiyê di bin şert û mercên herî dijwar de. Ji bo yekbûna bi rastiya şehîdan a PKKê re, bû şopdarê biryardar ê xeta têkoşînê ya hevalên me yên şehîd.

Heval Nebes, bêyî cûdakirina biçûk û mezin, bi cidiyeteke mezin nêzî hemû erk û berpirsiyariyên ku girtin bû. Ji bo pêkanîna armancên Partiya me di jiyanê de bê rawestan û bê bêhnvedan ked da. Wekî milîtanekî Apoyî yê mînak, di xebatên binesazî û amadekariya şer ên ku kedeke mezin pêwîst dikir de cih girt, pêşengiya hevalên xwe kir û di bidestxistina encamên bi bandor de ked da. Hevalê me ku bi perwerdeyên ku dîtin û pratîka ku meşand taktîkên gerîla yên serdema nû di xwe de cih kirin, hewl da ku her cure jêhatîbûna ku têkoşîn pêwîst dike bi dest bixe.

Hevalê me Nebes ku paşê derbasî herêma Garê bû û têkoşîna xwe bê navber domand, wekî milîtanekî pêşeng her ku diçû gavekê pêşvebirina têkoşîna xwe bingeh girt. Bi têkiliyên hevaltiyê yên xurt ên ku ava kirin, berpirsiyariyên ku di jiyanê de diketin ser milê wî bi layiqî pêk anîn. Hevalê me ku dema xwe pêş dixist girîngiyeke mezin dida pêşketina hevalên xwe jî, zanîn û ezmûnên xwe bi hevalên xwe re parve kirin. Hevalê me Nebes ku ji perwerdeya hevalên xwe yên ciwan ên nû tevlî refên têkoşînê bûbûn û ji yekbûna wan a bi jiyanê re xwe berpirsiyar hîs dikir, bi dayîna kedeke mezin ji bo hevalên xwe beşdarî kûrbûna xeta jiyana kolektîf bû.

Hevalê me Nebes di 4ê Nîsana 2019an de di encama êrişa ku dewleta Tirk a mêtînger pêk anî de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevalê me ku ji bo azadiya gelê xwe her tiştê xwe feda kir û biryardariya meşîna li ser riya ku şehîdan vekiriye hilgirt, ji bo hevalên xwe yên mayî mîrateke têkoşînê ya ku tu carî nayê jibîrkirin hişt. Bîranîna hevalê me Nebes dê her tim di têkoşîna me de jiyana xwe bidomîne û riya me ronî bike. Têkoşîna wî di dilê hemû gerîlayên ku li çiyayên me li ber xwe didin de jiyana xwe didomîne. Em di serî de ji malbata wî ya hêja re û ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koma Şanoyê ya Amedê serdana gaziyên Kobanê kir
Nûçeya Pişt re Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kenya û Tanzanyayê kerasetên lehiyê: Herî kêm 365 kes mirin

Kenyayê, da xuyakirin ku ew amadekariya hatina bagerekê ku nêzî peravên Tanzanyayê bûye dike û…

Ji aliyê Stêrk TV

Armanca sereke azadiya Abdullah Ocalan e!

Li ser navê Meşa Azadiyê parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya axivî û got, "Armanca me…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Me îro çirayek vêxist û em hêvîdar in ku hemû Kurdistanê ronî bike’

Siyasetmedarên ku di daxuyaniya starta 'Meşa Azadiyê' ya li Wanê de axivîn, gotin, "Em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Pîranşarê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Desteya Serokatiyê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?