Ji damezrînerên Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê parêzer Mehtap Sakîncî di salvegera 11’emîn a Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de têkoşîna aştî, edalet û jinê ji ANF’ê re nirxand.
Mehtap Sakîncî, ku di komkujiya DAÎŞ’ê ya 10’ê Cotmeha 2015’an de hevjînê wê parêzer Ûygar Coşgûn jiyana xwe ji dest da, bîranîna qurbaniyên mîtînga aştiyê û hesreta aştiyê li her platformê tîne ziman.
Mehtap Sakîncî kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûna li konferansa li ser rola jinê ya di avakirina aştiyê de anî ziman û got, “Em nîşanî hev didin ku li vî welatî di têkoşîna aştî, demokrasî û kedê de xwedî roleke çawa girîng in.”
Sakîncî bal kişand ser hêza piştevanî û berpirsyariya jinê ya di avakirina aştiyê de û destnîşan kir ku kombûna li hev a jinan wê têkoşîna aştiyê xurt bike.
Mehtap Sakîncî axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Hêja dibînim ku vê yekê destnîşan bikim: Eger aştî wê bê vî welatî, di mijara avakirina aştiyê de eger hinek wê bikeve bin bar, bêguman ev yek wê bi destê jinan bibe.
Di platformên bi vî rengî de divê em vê bînin bîra xwe: Mirov êşa mirov kêm dike, derman dike. Jin jî warê jinê ye. Jinên ku li vî welatî berdêla herî mezin dane, têkoşîna herî mezin dimeşînin û li refên herî pêş e, herî zêde pêwîstiya xwe bi jinan heye. Tenê gava ku jin li hev kom bûn, em dikarin bi dengekî hîn bilind û xurt aştiyê bilêv bikin.”
Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re Mehtap Sakîncî vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê bi bîr xist û rexne kir ku qanûnên ku jinan ji tundiyê biparêzin kêm e.
Mehtap Sakîncî destnîşan kir ku kuştina jinê polîtîk e û got, “Her roj em kuştina jinekê dihejin. Û zanin u ev kuştin jî bi têgihiştin û armanca polîtîk tê kirin.”
Di dewama axaftina xwe de Mehtap Sakîncî diyar kir ku pêşîgirtina li tundiya li dijî jinê berpirsyariya hemû saziyên dewlletê ye û ragihand ku di bicihanîna qanûnên heyî de pirsgirêkên cidî hene.
‘DI 25’Ê MIJDARÊ DE JÎ EM BI HEV RE BIN’
Sakîncî anî ziman ku mekanîzmayên weke Pêkanîna Piştevaniyê ya Jinê (KADES) girîng e, lê belê bi tena serê xwe têrê nake û destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de divê hişmendiya civakî bê afirandin û nêzîkatiyeke hevpar bê nîşandan.
Mehtap Sakîncî ragihand ku jiyana jinê timî di bin gefê de ye û got, “Di vê demê de gava mirov rojekê sax bimîne mirov xwe bi şens dibîne. Ev rêje ji bo jinan pir pir bilind e. Lewma em neçar in ku xwe weke parçeyek ji têkoşîneke topyekûn bibînin.”
Mehtap Sakîncî diyar kir ku beriya 25’ê Mijdarê divê jin bi hev re dakevin qadan, banga çalakî û rêxistinbûnê kir û got, “Em neçar in ku li hemberî tundiya li dijî jinê çalakiyên hîn mezin û bi bandor lidar bixin ku deng vede.
Pêwîstiya jinan hîn bêhtir bi kombûna li hev, bilindkirina dengê xwe û polîtîkbûyînê heye. Ji ber ku kuştina jinê polîtîk e, siyasî ye.”
‘EM NE NEÇAR IN KU HÎN BÊHTIR JINAN WINDA BIKIN’
Parêzer Mehtap Sakîncî li dijî tundiya li jinê bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û têkoşîna hevpar û bang li jinan hemûyan kir ku bi hev re tevbigerin.
Mehtap Sakîncî axaftina xwe bi van gotinan qedand:
“Divê jin bibêjin ku ji bilî me kesekî me nîne û di vî warî de ji empatiyê bêhtir hin tiştan bikin. Ji bo em zane bibin, em ne neçar in ku hîn bêhtir jinan ji dest bidin. Ez bang li jinan hemûyan dikim ku bi hev re tevbigerin, refên xwe xurt bikin û hîn bêhtir polîtîk bibin.”

