Çarşem, 26 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Geverê taziyeya ji bo şehîdan di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Wanê bi bîranînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li kesekî birî, 3 kes jî girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ev 11 sal in bê diran dijî: Dibe ku nexweşiyên wî veguherin penceşêrê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo divê bi entegrasyona demokratîk û ewlehiyên hiqûqî were xurtkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Altan Erkeklî: Divê Kurd û Tirk mil bidin hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên Amed, Serhed û Botanê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdan wê li Nisêbînê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziye: Bi dirûşmeyan hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdan tirs veguherand berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja 2’an a taziyeya li Wanê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên şehîdan: Têkoşîna wan hêz û hêvî da me

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > HTŞ’ê di nava salekê de zêdeyî 2 hezar Elewî qetil kir
Rojava

HTŞ’ê di nava salekê de zêdeyî 2 hezar Elewî qetil kir

Di nava salekê de ku HTŞ'ê Şam bi dest xist, di êrişên li ser Elewiyan de zêdeyî du hezar kes hatin kuştin; revandina jin û zarokan, destavêtin û zewicandina bi zorê zêde bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Beriya bi salekê HTŞ a bi serkêşiya Ahmed Şara Şam bi dest xist. Di nava salekê de HTŞ û çeteyên ser bi wê ve li seranserê welêt gelek êriş bir ser gel. Êrişa herî giran jî li hemberî Elewiyan hate kirin.

Elewiyên li Sûriyeyê di 27’ê Kanûnê de roja Şemiyê bi daxwaza rêveberiyeke nenavendî û federasyonê çalakî kirin. Lê belê hêzên HTŞ’ê êriş birin ser çalakgeran. Di êrişan de herî kêm 10 Elewî hatin kuştin, bi dehan çalakger jî birîndar bûn.

HTŞ’ê piştî ku Şam bi dest xist, yek ji cihên ku destpêkê êrişî wan kir herêmên peravê bûn ku Elewî lê ne. Elewiyên li herêmên Lazqiye û Tartûsê ku ji sedî deh ê nifûsa Sûriyeyê ye, êrişên li dijî wan ji dema DAÎŞ’ê û vir ve dewam dikin. Elewî ji bilî van herdu herêman li Hums, Hama û hin herêmên Şamê xwedî nifûseke zêde ne.

Piştî ku DAÎŞ bi destê QSD’ê hate têkbirin, êriş jî kêm bûn. Lê belê piştî ku HTŞ a bi rêveberiya Ahmed Şara Şam bi dest xist, êrişan ji nû ve dewam kirin. Ji ber ku herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de ne, QSD nekarî yekser dest lê werde. Lewma êrişên li ser herêmên Elewiyan li gel nerazîbûnan jî dewam dikin.

Yek ji xalên esasî yên lihevkirina HTŞ û QSD’ê ku di nava raya giştî de weke Peymana 10’ê Adarê jî tê naskirin, kêmkirina êrişên li ser Elewiyan û gelên din e. Lê belê HTŞ bi israr ev xal bi cih neanî. Bi bidawîbûna salê re êrişên qirkirinê yên HTŞ’ê yên li ser Elewiyan dewam dikin.

DIJMINATIYA HTŞ’Ê YA LI ELEWIYAN

HTŞ demeke kurt piştî ku 8’ê Kanûna 2024’an Şam bi dest xist, di meha Adarê de bi hinceta “Leşkerên rejîma Esas lê ne” êrişek bir ser Lazqiyeyê. Lê belê êriş bi esasî ne li hemberî hêzên ser bi Esad, lê belê li hemberî gelê Elewî yê li herêmê hate kirin. Li gorî daxuyaniyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di van êrişan de zêdeyî 500 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Demeke kurt piştî daxuyaniya SOHR’ê, di 23’ê Adara 2025’an de ji aliyê Komîteya Şopandina Mirovî û Mafên Mirovan ve raporek hate weşandin û hate nîşandan ku asta êrişan hîn mezintir e. Komîteyê diyar kir ku di navbera 6-9’ê Adarê de li hemberî Elewiyan 25 êrişên di asta komkujiyê de hatin kirin û di encamê de 2 hezar û 246 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî vê daxuyaniyê SOHR’ê di 25’ê Adarê de raporeke din weşand û diyar kir ku li Lazqiye, Tartûs, Hama û Humsê li hemberî Elewiyan 62 caran komkujî hatin kirin û di encama êrişan de hezar û 659 kes hatin qetilkirin.

Di demekê de ku êriş gihîştin asta komkujiyê QSD’ê diyar kir ku wê dest li rewşê werde û di demeke bi vî rengî de di navbera HTŞ û QSD’ê de Peymana 10’ê Adarê hate îmzekirin.

Êrişên komkujiyê yên ku 6’ê Adarê destpê kirin li gel ku ji bo demeke kurt sekinîn jî rêveberiya HTŞ’ê û çeteyên wê destdirêjiya li Elewiyan dewam kirin. Ev destdirêjî piştî demekê careke din veguherîn êrişê. Di êirşên HTŞ’ê û çeteyên cîhadîst de yên li ser Elewiyan bi hezaran Elewiyên din hatin kuştin.

BERPIRSYARÊN KOMKUJIYAN NEHATIN DARIZANDIN, PÊŞÎ LI KOMKUJIYÊN NÛ HATE VEKIRIN

Di meha Tîrmehê de ku heta nihî ti ji berpirsyarên komkujiyên Elewiyan nehatin darizandin lê hatin parastin, li pêşiya herêmên ku Elewî lê ne ji çekdarên HTŞ’ê bendên kontrolê hatin danîn. Li van nuqteyên kontrolê revandin û înfazkirina Elewiyan rû dan.

Meha Mijdarê li Humsê hêzên Hikumeta Veguhêz a Şamê li dijî Elewiyan dest bi êrişeke din kirin. Di van êrişan de malên Elewiyan hatin şewitandin; çeteyên ku derketin kolanan Elewiyên ku zevt dikirin yekser qetil dikirin. Piştî van êrişan bi taybetî Elewiyên li Humsê bi armanca şermezarkirinê derketin qadan. Li ser vê yekê hêzên HTŞ’ê êriş birin ser girseyê. Di van êrişan de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan.

Piştî çalakiyên şermezarkirinê yên Elewiyan hêzên rejîmê û çeteyên wê li Hums û Hamayê bi rengekî çekdarî daketin qadan û ji bo komkujiyên nû bang kirin.

LI GEL KOMKUJIYAN REVANDIN Û ÊRIŞÊN LI SER NIRXÊN OLÎ

HTŞ û çeteyên ser bi wê ve li hemberî Elewiyan ne tenê komkujiyên mezin kirin. Bi taybetî li herêmên Lazqiye û Tartûsê Elewî hatin revandin û qetilkirin an jî jin û zarokên Elewî hatin revandin û weke kole hatin bikaranîn.

Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî ku meha Tîrmehê hate weşandin, gelek jin û zarokên ji 3 heta 40 salî bi taybetî nava rojê li naverastê hatin revandin. Di raporê de hate ragihandin ku gef li malbatên jin û zarokên hatin revandin hate xwarin. Hate gotin, rêveberiya HTŞ’ê ti lêpirsîneke fermî neda destpêkirin.

Di rapora Neteweyên Yekbûyî de her wiha hate gotin, jin û zarokên hatin revandin destdirêjî li wan hate kirin û bi zorê hatin zewicandin. Her wiha hate destnîşankirin ku êrişên li dijî jinên Elewî bi rêk û pêk têne kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di rapora xwe de ya ku meha Tîrmehê weşand, eşkere kir ku di navbera Sibat-Hezîrana 2025’an de herî kêm 36 jin û zarokên Elewî hatin revandin.

Êrişên HTŞ’ê û çeteyên wê yên li ser îbadetxaneyên Elewiyan jî dewam kirin. Heta meha Adara 2025’an bi dehan tirbên Elewî ya hatin hilweşandin yan jî bi temamî hatin tinekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xwepêşandarên Hema û Misyafê hatin binçavkirin 
Nûçeya Pişt re ROJEVA 30’Ê KANÛNA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Necla Yildiz serbest hate berdan

Necla Yildiz a ku di sala 2016’an de bi hinceta “endama rêxistinê ye” 9 sal…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişlo, Şehba û Çilaxayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Li Qamişlo, Şehba û Çilaxayê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên curbecur hate pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên Giştî yên DBP’ê serdana Veysî Aktaş kirin

Hevserokên DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir serdana Veysî Aktaş kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîdên Amed, Serhed û Botanê li Mexmûrê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li kesekî birî, 3 kes jî girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Cizîrê taziye: Bi dirûşmeyan hatin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Pakistanê şewata nexweşxaneyê: 14 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?