Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mersînê 3 şaredar hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Hunergeha Welat bûye mala hemû civakê
Çand û Hûner

Hunergeha Welat bûye mala hemû civakê

Endamê Hunergeha Welat Serxwebûn Zeyno diyar kir ku gelê kurd di dîrokê de xwe her bi riya dengbêjiyê aniye ziman. Ji ber vê Hunergeha Welat bûye mala hemû civakê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Gelê Kurd di dîrokê de her rastî ferman û qirkirinan hatiye. Li hember van dîroka xwe bi berxwedan û serhiladanan nivîsandiye. Ev helwest û nivîskariya gelê Kurd nehîştiye ku destanên lehengiyê werin bîrkirin. Gelê Kurd êşa ku ji wan qirkirinan girtiyê bi hûnera xwe ya dengbêjî aniyê ziman û ji nifşên din re vegotiye. Dayîk û kalên Kurdan di wan şêvên bêdeng de li ber ronahîya finda gazê zarok û ciwanên xwe li derdora xwe civandinê û çîrokên xwe yên berxwedanê bi stranên dengbêjiyê vegotine. Ji ber vê hûnera Kurdan her girîngiya xwe parastiye û heta roja me ya îro li ser piya maye.

 

Gelê Rojavayê Kurdistanê ji ber polîtîkayên qirkirinê yên dihatin meşandin, her çendî dengbêjiya xwe di şert û mercên qirkirinê de pêşxistibe jî, bi awayek serkeftî gihandiyê roja me ya îro.

Bi Şoreşa Rojava re sazîya ku gel destpêkê avakir, saziya Çand û Hunerê bû. Di demên destpêkê de derfetên pêşxistina çand û hûnera Kurdî kêm bûn, lê bi demê re hemû beşên saziyê xwe birêxistin kirin. Yek ji wan sazî û beşên ku bi demê re hatib birêxistin kirin Hûnergeha Welat bû. Hûnergeha Welat di hemû berhemên xwe de Şoreşa Rojava vedibêje. Ji bo ev destkeftî û şoreş mayînde bibe, Hûnergeha Welat stranên Kurdî çêdike û rastiya gelê Kurd û şoreşê tînê ziman.

Ji ber ku Hûnergeha Welat bûye male gel û hemû Rojava, mirov di hemû kolan û cihan berhemên Hûnergehê dibîne. Ji zarokan bigirin heta kal û pîran di ziman û guhê herkesî de stran û awazên Hûnergeha Welat heye.

Endamê Hunergeha Welat a beşa muzîkê Serxwebûn Zeyno li ser xebatên xwe ji ajansa me ANF’ê re axivî. Zeyno da zanîn ku gelê Kurd di tevahî dîroka xwe de bi riya dengbêjiyê xwe aniye ziman û wiha axivî: “Di şer û berxwedanên Kurdan bi riya muzîk û dengbêjiyê hatine ser ziman. Lewre Kurd bi nivîskî zêdetir, bi vegotinê xwe parastiye û ji nifşên din re ragihandiyê. Di şoreşa Rojava de hewldana me ev e ku destan û lehengiyên derdikevin bikin berhem da ku şoreş mayînde bibe û ji civak û nifşên din re were parvekirin. Hûnergeha Welat ev erk daye pêşiya xwe û niha bûye mala hemû civakê. Heta niha me gelek destan û lehengiyan kir belge û pêşkesî civakê kir. Lewre bi saya wan destan û lehengiyan ev şoreş çêbûye û li ser piya ye. Hûnergeha Welat li ser xeta dîroka Kurdan dimeşe û çanda kevnar a Kurdî re hatiye hûnandin.”

Zeyno li ser rêveçûna xebatên xwe de jî agahî dan û axavtina xwe wiha domand: “Hûnergeha Welat xwe li ser du beşên bingehîn birêxistin dike. Ev dîtbarî û muzîk in. Hemû xebat û berhemên ku tên derxistin bi awayek kolektîf û komî karkirinê derdikevin. Heger bernameyek were çêkirin, hemû endamên Hûnergehê nerînên xwe parve dikin û tevlî xebatê dibin. Hemû aliyê xebatan bi awayek kolektîf û berfireh tên nîqaş kirin û ew berhem bi vî awayî derdikevin. Ji ber her kes di aliyekî de ked dide, berhemên me xizmetê civakê dikin. Ji berk u civaka me beriya şoreşê hûnera xwe nikaribû birêxistin bikira û hûnera dihat ferzkirin erebesk bûn, civak ji rastiya xwe bêpar dima. Ji ber vê em girîngiya hûnera Kurdî dibînin û hewl didin ku hemû berhemên me xizmetê civakê bike.”

Zeyno di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zarokan û ev yek anî ziman: “Em di van xebatan de girîngiyek taybet didin zarokan. Lewre em dixwazin zarokên me bi çanda xwe mezin bibin û bi hûnerek rast re fêrî jiyanê bibin. Gelek nîqaş û lêgerînên me di vê çarçoveyê de hene. Em hewl didin hûnerekî ku xitabî hemû beşên civakê bike û civak li ser esasî çanda xwe perwerde bike ava bikin. Hûnergeha Wela theta astekî ev yek pêk anî û di vê şoreşê de cihê xwe girt. Niha jî em xebatên xwe yên şoreşê bi van fikr û hestan dimeşînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê bîlançoya şer a meha Çileyê eşkere kir
Nûçeya Pişt re 2 dîlgirtiyên Îsraîlî hatin radestkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di encama êrîşa DAÎŞ’ê de 3 endamên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ragihand ku di encama…

Ji aliyê Stêrk TV

Pezeşkiyana neçaverêkirî

Mirina Raîsî bû sedem ku li Îranê hilbijartinên nû yên serokomariyê bên lidarxistin. Serokomar di…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

ROJEVA 15’Ê SIBATA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Amûdê ji bo perwerdehiya Kurdî li qadan in

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Nagîhan Akarsel hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?