Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji çend rojan ve li Efrînê ye.
Di çarçoveya serdana li Efrînê de Îlham Ehmed hevdîtinên xwe bi xelkê herêmê re didomîne.
Îro jî, Îlham Ehmed serdana Pakrewangeha Şehîd Refîq a li navçeya Şera û Pakrewangeha Şehîd Seydo ya li navçeya Cindirêsê kir.
Di serdanê de Îlham Ehmed kulîlk danîn ser gorên şehîdan.

