Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bi dilsoziya ji hevrêyên xwe re hate naskirin
Rojane

Bi dilsoziya ji hevrêyên xwe re hate naskirin

Hevrê Ekîn tevî hemû şert û mercên zehmet jî berê xwe tim da serkeftinê û tim bi dilsoziya ji hevrêyên xwe re hate naskirin û bû yek ji wan kesan ku ruhê têkoşînê di kesayeta xwe de bi awayê herî serkeftî nîşan da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Gelê Botanê her çiqas bi zilm û zextan re rû bi rû ma jî li gel xwe ruhê têkoşînê tim zindî girt.  Dagirkeran li gel hevkar û xaînan zilm li gel kir, qirkirin pêk anîn û polîtîkayên bişaftinê meşandin. Tevî van yekan jî gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe ya edalet û azadiyê berneda.  Tevî hemû zorbetiyan jî têkoşîn û hevgirtina gel bûn sedem ku bi hêvîyeke mezin li pêşerojê binêrin.  Ekîn Reşît (Halîme Erbey) jî lehengeke bi cesaret a gelekî wiha bû.  Di encama polîtîkayên dewleta Tirk yên şewitandina gundan û neçarkirina koçberiyê de sed hezaran mirov neçar man ku berê xwe bidin metrepolan û di serdemeke wiha de malbata hevrê Ekînê jî neçar ma ku koçî Mêrsînê bike. Hevrê Ekîn ku gelekî ma di bin bandora birayê xwe yê gerîla Reşît Bozan( Mesût Erbey) de û di temênê xwe yê ciwantiyê de beşdarî çalakiyên ciwantiyê bû û di sala 2001’an de berê xwe da nava refên gerîla.  

HESTÊN WÊ YÊN DILSOZÎ Û BERPIRSIYARIYÊ XURT BÛN

Hevrê Ekîn ku di nava refên gerîla de dest bi rêwîtiyeke nû kir û weke pêngava yekem a vê rêwitiyê têkiliyên hevrêtiyê û terza komunal hilbijart û karî bibe bibe hevrêyeke wêrek. Ruh û hevkariya di navbera mîlîtanên Apoyî de baş hîs kir û gelekî ma di bin bandora vê yekê de.  Bi saya vê tecrûbeyê di nava refên gerîla de karî nifteya hesta bihêz ya hevkarî û yekîtiyê bi dest bixe. Bi biryardariyeke mezin ev zanînên biqîmet derbasî  hemû kêliyên jiyana xwe kirin.  Hevrê Ekîn bû nûnera têkiliya hêvrêtiya mîlîtanên Apoyî, terza jiyana komunal û stêrkên rêwîtiya têkoşîna azadiyê. Dema fêm kir ku têkiliyên hevrêtiyê yên dinava PKK’ê de girêdayî pêşxistina hev e ji bo ruhê xwe yê hevrêtiyê kûrtir bike û ji hevrêyên xwe re bibe hevrêyeke baş bi hemû hêza kar kir û li ber xwe da.  Vê yekê kir ku di ruhê wê de pêşketinek pêk were û pîrozahiya têgeha hevrêtiyê li gel hemû detayên wê fêm bike.  Rêz û heza ji bo hevrêyên xwe kûrtir kir û her yek bi taybetiyên wan ên şexsî hembêz kir. Agirê di dilê wê de bû sedem ku hesta dilsozî û berpirsiyariyê ya ji bo hevrêyên wê xurttir bibe. Hewl û kedên wê bûn sedem ku yekîtiya di navbera hevrêyên wê de xurrtir bibe.  Bi têkiliyên wê yên hevrêtiyê karî bi berfirehî ruhê hevgirtinê ku bingeha PKK’ê  ava dike, fêm bike. Bi hez û dilsoziya xwe ya kûr a ji bo hevrêyên xwe, îspat kir ku tim li cem wan e û tim bal kişand ser girîngiya yekitiyeke xurt.

PÎROZMENDIYA HEVRÊTIYÊ JIYA 

Hevrê Ekîn bi kesayeta xwe ya dirust û jidil, hevrêtiya xwe ya bêhesab karî di dilê hemû hevrêyên xwe de bibe xwedî cihekî girîng.  Bi hez û dilsoziya zêde ya ji bo hevrêyên xwe  bandoreke mezin li derdora xwe kir û  ji aliyê hevrêyên xwe ve rêz û hezeke mezin bi dest xist.  Ruhê hevrêtiyê ji bo wê bû mezintirîn nirx û jixwebaweriyê wêdetir jî vê yekê kir ku sadebûneke asayî bi dest bixe.  Kesayeta wê ya jidil ji bo cihana hundirîn ya hevrêyên wê bû derîyek û rênîşanderiya wan kir. Bi jidilî û duristiya xwe bandoreke mezin li her kesî kir û xwerûtirîn rewşa pîrizmendiya hevrêtiyê jiya. Bi hez û dilsoziya xwe nîşan da ku têkiliyên hevrêtiyê çi qasî xurt û girîng in. 

BÛ GERÎLAYEKE RONÎKER 

Hevrê Ekîn ji bo ku xwedî li emaneta hevrêyên xwe yên şehîd derbikeve bi hemû hêza xwe xebitî û bi eleqeya xwe ya ji bo hevrêyên xwe bû gerîleyeke leheng a ronîker. Di hemû kêliyên zehmet de piştevaniya xwe ya ji bo hevrêyên xwe kêm nekir û bi dilsoziya ji hevrêyên xwe re têkoşîna xwe meşand û roj bi roj xwe pêş xist û bû sembola şervanên jin. Bi biryardariya xwedîderketina mîrasa hevrêyên xwe yên şehîd bê navber li ber xwe da û azweriya wê ya têkoşînê zindî girt. Tim xwe pêş xist û bi azwerî û biryardariya xwe ya roj bi roj mezintir dibû, di nava refên têkoşînê de cihê xwe girt. Bû gerîlayeke xwedî tecrûbe. Hevrê Ekîn tevî hemû şert û mercên zehmet jî berê xwe tim da serkeftinê û tim bi dilsoziya ji hevrêyên xwe re hate naskirin û bû yek ji wan kesan ku ruhê têkoşînê di kesayeta xwe de bi awayê herî serkeftî nîşan da. 

WATE LI HEMÛ KÊLIYÊN JIYANÊ BAR KIR

Hevrê Ekîn şoreşgereke wisa bû ku wateyên jiyanê yên veşartî ferq kirin, wate li hemû kêliyên jiyanê bar kirin û tim berê xwe da azadiyê.  Felsefeya jiyana wê fêmkirina kêliyên jiyanê, yekbûna bi îdeala azadiyê re û jîyina pîroz a hemû kêliyên jiyana wê bû. Hemû kêliyên jiyana xwe weke diyariye pîroz nirxand û ji bo ku van kêliyên bi awayên herî baş û tije derbas bike, gelekî ked nîşan da. Hemû xweşî, kêfxweşî û xemgîniyên kêliyên jiyana xwe ferq kirin û dest bi rêwitiya kûrbûna jiyanê kir û di vê rêwîtiya xwe de ji xwe re azadî  weke bingehtirîn rêgez qebûl kir. Hevrê Ekînê weke ruheke azad serî li jiyanê rakir û hemû kêliyên jiyana xwe têr û tije derbas kirin û bû sembola têkoşîna bênavber. Daxwaza bidestxistina azadiyê weke armanca xwe ya sereke hilbijart û ji bo vê yekê bi hemû wêrektî, hêz û biryardariya xwe li ber xwe da. Tu astengiyan nekarî rê li ber wê bigire û di rêya azadiyê de pêngavên xwe bi birdariyeke mezin avêtin.  Hevrê Ekîn di hemû kêliyên jiyana xwe de azadî hîs kir û jiyan weke parçeyeke azadiyê pejirand û ji bo azadiya xwe û derdora xwe hewlên mezin nîşan dan.

TEVLÎBÛNA FEDAÎ ESAS GIRT

Demekê di nava xebatên Hêzên Taybet de bi awayekî aktîf cih girt û tevlîbûna fedaî di hemû kêliyên jiyana xwe de weke prensîba xwe ya sereke qebûl kir. Ruhê wê yê tije têkoşîn li derdora îdealên azadiyê teşe girt û di hemû kêliyên xwe de bi dilsoziya van îdealan li ber xwe da.  Di nava Hêzên Taybet de ji bo ku tevlîbûne xurt pêk bîne, bi azwerî û baweriyeke mezin li ser xeta heqîqetê meşiya û tim xizmet kir û bi dilsoziya xwe ya ji têkoşînê re derket pêş.  Hevrê Ekîn bi tevlîbûna xwe ya fedaî bi ruhê têkoşînê re yekbûnek ava kir û hemû kêliyên jiyana xwe ji bo îdealên xwe yên derbas kirin. 

DI AZADIYA JINAN DE ROLEKE GIRÎNG LÎST

Têkoşîna wê ya ji bo azadiya jinan ne tenê helwesteke ku derve nîşan dida, bû her wiha îfadeya rêwîtiyeke hundirîn jî bû. Hevrê Ekîn bi baldariya xwe ya kûr û keda xwe ya fedakar, bi afirandina taybetmendiyên jina azad di ruhê xwe de reflekseke nû di kesayeta xwe de afirand. Hevrê Ekîn bi kûrbûnên xwe û bi hewlên xwe yên fedaîyane taybetmendiyên jina azad di ruhê xwe de pêk anîn û di kesayeta xwe de jî ev yek nîşan da. Hevrê Ekîn bi bingehên îdeolojîk di hemû pêngavên xwe de azadiya jinan esas girt û bi lêgerîna azadiyê têkoşîna xwe beredewam kir û ne tenê ji bo xwe ji bo hemû jinan li ber xwe da.  Hemû kûrbûnên xwe veguherandin çalakiyan û di têkoşîna azadiya jinan de roleke girîng lîst. Têkoşîna wê ya bûyîna jina azad bi hemû rengên xwe weke destanekê derdikeve li pêşiya me.  Bi pêngavên xwe yên ku di bin ronahiya Rêberê Gelê Kurd de bi awayekî serkeftî zanî bê ka jina azad çi ye û ev taybetmendî bi kesayeta xwe bi awayekî zelal nîşan da.

HÊVÎ Û TÊKOŞÎNA WÊ ZÎNDÎ GIRT

Hevrê Ekîn di sala 2014’an de derbasî Avaşînê bû û ne tenê weke fermandareke eniyê di heman demê de weke fermandareke YJA Starê jî erka xwe bi cih anî. Li geliyên asê yên Avaşînê bi piştevanî û biryardariyeke mezin tevgeriya.  Xwe û hevrêyên xwe tim li dijî talûkeyên muhtemel amade kir û bi ruhê yekîtiyê tevgeriya û bawerî û cesaret da derdora xwe.  Li hemberî gefan sekneke baş nîşan da û di kêliyên şer ên herî dijwar de jî pêşengtî û biryardarî wê hêvî têkoşîna di nava yekîtiyê de zindî girt.  Bi fedakarî û biryardariya xwe ya di erka fermandariya li Avaşînê de weke destanekê di nava rûpelên dîroka têkoşînê de cihê xwe girt.  Li erdnîgariya dijwar û tevî şert û mercên zehmet jî tim bi wêrekbûna xwe derket pêş.

WEKE FERMANDAREKE PÊŞENG NAVÊ XWE BI TÎPÊN ZÊRÎN DA NÎVÎSANDIN

Şehîd Ekîn bi êrîşên artêşa Tirk re yên di sala 2016’an de rû bi rû ma û bi cesaret û baweriya xwe destaneke nemir nîvîsand.  Ekîn a Fermandara Avaşînê li gel hevrêyên xwe di heman mewziyan de li hemberî dijmin li ber xwe da û  tevlî karwanê şehîdan bû. Ekîna pêşeng ku di qada şer de îlhameke mezin dida hevrêyên xwe, bi cesaret û têkoşîna xwe derket pêş û li dijî dijmin têkoşîneke birûmet da meşandin. Hevrê Ekîn bi ruhê serhildêr ê Botanê û bi sekna xwe ya li hemberî bêedaletî û zilmê  agirê têkoşînê tim gur kir û weke fermandareke pêşeng a YJA Starê mohra xwe li binê têkoşîna azadiyê da.  Têkoşîn û fedaîtîya Hevrê Ekînê wê tim di nava lehengên têkoşîna azadiyê de cihê xwe bigire.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter destpê kirin
Nûçeya Pişt re Li Wanê girtiyek nehate tedawîkirin, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Me hêzên xwe ji Girtîgeha Eqtanê vekişand

QSD'ê diyar kir ku veguhestina hêzên wan ên ji parastina Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Tevgerê: Divê ti kes bawerî bi notên sixte neyîne

Rêveberiya Tevgerê got, “Notên hevdîtinê yên sixte yên dikevin ser medyaya dîjîtal, ji aliyê hêzên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?