Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî, îro dê biçin paytexta Sûriye Şamê û dê bi rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtinê bikin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ev serdan di çarçoveya gotûbêjkirina çend mijarên girêdayî pêvajoya entegrasyonê de pêk tê.

