În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê dewlet bi taktîka siyasî nêzî pêvajoyê bibe
Rojava

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê dewlet bi taktîka siyasî nêzî pêvajoyê bibe

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bal kişand ser peyama Rêber Apo a îro û got: “Pêdivî bi qanûnên aştiyê heye da ku entegrasyona demokratîk pêk were. Lewra pirsgirêka Kurd tenê ne pirsgirêka çekan e, bi pirsgirêkên polîtik û neteweyî ve jî girêdayî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêber Apo di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” li raya giştî ya Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê kir. Vê bangê bi taybetî li Tirkiye û Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê deng veda. Rêber Apo bi boneya salvegera banga xwe ya 27ê Sibata 2025an daxuyaniyek weşand. Rêber Apo di daxuyaniya salvegera Banga 27ˊê Sibatê de çarçoveya merheleya dema pêş wekî ‘serdema entegrasyona pozîtîf’ pênase dike. Rêber Apo pîvanên welatîbûnê, çêkirina qanûnên aştî û azadiyê, qadên divê qanûn bên çêkirin û rêbazên pêşxistina pêvajoyê rave dike.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk jî têkildarî salvegera Banga 27ˊê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Înîsiyatîfê diyar kir ku bi sedan salan e ku li Rojhilata Navîn şer û pevçûn kêm nebûne û wiha got: “Daxwaza azadî û wekheviyê ya gelan hertim bi tundî hatiye çewisandin. Lewra vîna netewe û baweriyan tu car bi helwesteke demokratîk nehatiye pêşwazîkirin û sînor li gorî mejiyê netewe-dewleta yekperest hatine xêzkirin. Bêguman bandora van polîtîkayan li seranserê kurdistanê jî giran bûn û wekî pirsgirêka Kurd heta roja îro jî hertim xwe dan hîskirin. Lê êdî ji aliyê netewe-dewletan ve jî tê qebûlkirin ku heta hemû bawerî, netewe û çand azad nebin; pêşketina aborî û civakî jî ne pêkan e. Lewma Rojhilata Navîn îro di qonaxeke gelek krîtîk re derbas dibe.”

‘BANGA BIRÊZ OCALAN JI BO BIHEVREJIYÎNA GELAN PERSPEKTÎFEKE DÎROKÎ YE’

Înîsiyatîfê anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo ji bo çareseriyeke adilane û aştiyane di 27ê Sibata 2025an de hat kirin û wiha domand: “Banga birêz Ocalan ne tenê ji bo rêbaza çareseriyê ya demokratîk, di heman demê de ji bo bihevrejiyina gelan perspektîfeke dîrokî ye. Lewra perspektîfa birêz Ocalan ligel çareseriya pirsgirêkên sîyasî, ji bo jiyaneke azad û aştiyane avakirina civaka demokratîk jî esas digire. Di çarçoveya banga birêz Ocalan de PKKê jî di nava sala 2025an de gavên krîtîk avêtin. Di nava saleke de PKK hat fesihkirin, çek hatin şewitandin û pêvajoya paşvekişandinê dan destpêkirin. Her çiqas avakirina Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, xwişk – Biratî û Demokrasiyê pêşketineke erênî be jî hê jî tu gavên şênber li holê tune ne.”

‘DIVÊ DEWLET Û HIKUMET WEKÎ TAKTÎKEKE SIYASÎ NÊZÎKÎ VÊ PÊVAJOYÊ NEBIN’

Înîsiyatîfê bi lêv kir ku rapora ku ji aliyê Komisyonê ve di vê pêvajoyê de bi rayagiştî re hat parvekirin girîng e û dirêjî da axaftina xwe: “Lê divê gavên yasayî demildest bên avêtin. Divê Dewlet û Hikumeta AKPê wekî taktîkeke sîyasî nêzikî vê pêvajoyê nebe. Lewra ji bo aştiyeke mayînde; he jî pêwistiya bi demokrasî, edalet û wekhevî heye. Dem ne dema gotinê ye, dem dema gavên şênber e.

LI HEMBERÎ ALOZIYAN HELWESTEKE KURDISTANÎ DERKET HOLÊ

Banga 27ˊê Sibatê ji bo hemû gelê Kurd jî xwediyê girîngiyeke mezin e. Lewra banga 27ê Sibatê li çar parçe Kurdistanê encam da û di nava civaka Kurd de hêviya yekîtiya neteweyî jî zindî kir. Piştî banga birêz Ocalan, di navbera serok û partiyên sîyasî ên Kurd de çûn û hatin zêde bûn, li hemberî aloziyan helwesteke Kurdistanî derket holê. Banga 27ˊê Sibatê ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo hemû gelên ku li Kurdistanê dijîn, nexşerêya yekîtiya demokratîk e.”

‘DIVÊ DEWLET Û HIKUMETA AKPÊ HERÎ KÊM QASÎ BIRÊZ OCALAN CIDÎ NÊZÎKÎ PÊVAJOYÊ BIBIN’

Înîsiyatîfê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Di 1emîn salvegera banga Aştî û Civaka Demokratîk de em bang li dewlet û Hikumeta AKPê dikin ku herî kêm qasî cidîyet û hesasiyeta birêz Ocalan nêzikî pêvajoya civaka demokratîk bibin û ne bi gotine, êdî bi kirine tevbigerin. Wekî birêz Ocalan di peyama xwe ya îro de jî dîyar kir, pêdivî bi qanûnên aştiyê heye da ku entegrasyona demokratîk pêk were. Lewra pirsgirêka kurd tenê ne pirsgirêka çekan e, herwiha bi pirsgirêkên polîtik û neteweyî jî girêdayî ye.

Dîsa em bang li hemû gelê Kurd û Kurdistaniyan jî dikin ku bi sekn û baweriya xwe hêz bidin yekitiyeke demokratîk da ku siberojeke azad û aştiyane were avakirin. Lewra bihêzkirin û piştdayîna banga 27ê Sibatê mifteya yekîtiya demokratîk e û çîruska kombûna kongreya neteweyî ye.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Malbatên girtiyan bang kir: Em zarokên xwe dixwazin
Nûçeya Pişt re Li Tirbespiyê dilsoziya bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo hat dubarekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Hevrê Helmet wê di hişê gel de bijî

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi boneya 5'emîn salvegera şehadeta Helmet Gabar xwest ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê balafira bêmirov û fuzeya xwe ya nû da nasandin

Îranê di demeke ku li herêmê gengeşî zêde bûye de fuzeya nû ya balîstîk û…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîsyona NY’ê: Îsraîlê ji bo ‘îmha’yê li dijî mirovahiyê sûc kir

Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Îsraîl li Şerîda Xezeyê bi armanca 'îmha'kirinê sûcê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?