În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev
Kurdistan

Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev

ÎHD û xizmên windayan ji bo Îbrahîm Kartay, Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di bin çavan de hatine qetilkirin, hatin ba hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 810’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” lidar xistin. Xizmên windayan, rêveberên ÎHD’ê û Hevşaredarên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn tevlî çalakiyê bûn.

Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Sûzan Mehmetoglû ewilî axivî û diyar kir ku ew ji ber wefata parêzvanê mafê mirovan û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî gelek xemgîn in û sersaxî ji malbatê û gelê kurd re xwest.

Sekreterê ÎHD’a Amedê Omer Saman serpêhatiya Îbrahîm Kartay ê 15’ê tebaxa 1995’an li gundê Hûrê yê bi ser navçeya Hênê ya Amedê ve di binçavan de hat windakirin, xwend.  

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH  

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî bi heman armancê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê di hefteya 646’emîn de çalakî li dar xist. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn.

Vê hefteyê serpêhatiya Îbrahîm Çelîk û lawê wî Edîp Çelîk ên tebaxa 1994’an li gundê Zorava bi ser navenda Êlihê ve di binçavan de hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin, hat xwendin. Rêveberê ÎHD’ê Rêzan Baytar serpêhatiya windakirina bav û law xwend.

Bi dû daxuyaniyê re çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

COLEMÊRG

Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê ku her rojên şemiyê ji bo kesên di cînayetên “Kiryar Nediyar” de jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 136’an de berdewam kir. Çalakiya ku li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatî kirin, pankarta “bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Îslam Terkoglû yê di 23’ê mijdara 2006’an de ji hêla leşkeran ve hatibû qetilkirin, hat kirin. Xizmên windayan, Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî û rêveberên DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de ewilî Endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’ê Saît Çaglayan axivî û bal kişan ser rewşa girtiyên nexweş. Çaglayan girtina Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş û di nav cihan de bû û çend ro berê hatibû girtin, bi bîr xist û got ku divê demildest girtiyên nexweş bên berdan.

Piştre Endamê Komîsyona Windayan ya ÎHD’ê Eren Baskin metna daxuyaniyê xwend û anî ziman ku mekanîzmaya ewlehiyê ya dewletê ku di rewşên bandorê li jiyana mirovan dike, di bin navê ‘hêmanên herêmî an jî hesasiyeta herêmî’ de li ser sîstemeke neqanûnî hatiye avakirin. Baskin da zanîn ku li Colemêrgê pêkanînên hêzên ewlehiyê yên neqanûnî, bi awayekî nebaş tê manîpulekirin û bi bêcezatiyê tê bi dawî kirin. Baskin bi domdarî wiha got: “Buyera Îslam Terkoglû jî bi vî awayî bê ceza hat hiştin. Terkoglû li herêma Oremar bi hevalê xwe Reşît Soydan re êzing komkiribûn û ji bo ku bînin navçeya Geverê wesayîta wan ji hêla leşkeran ve hatibû gulebaran kirin. Di encama vê yekê de Terkoglû jiyana xwe ji dest dabû û Soydan jî bi şanseke mezin tu zirar nedîtibû. Lê mixabin her çiqas serlêdan hatibin kirin jî dosyaya Terkoglû hat girtin û hemû serlêdanên malbatê jî hatin redkirin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÎZMÎR  

Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê jî li ber Sumerbanka kevn a navçeya Konakê ji bo aqûbeta windayan were ronîkirin û faîl bên girtin çalakiya ji du hefteyan carek li dar xist.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê Fermandar Erdal bi rêzdarî bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Rehendek cuda ya şerê li Kurdistanê: Şîrketên dagirker
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Nergiz Mûhammedî peyama ji bo Werîşe Mûradî

Parêzvana mafên mirovan a li Îranê girtî Nergiz Mûhammedî ji bo Werîşe Mûradî payemeke piştevaniyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan ji bo azadiya Rêber Apo name ji Konseya Ewropayê re şandin

Rêxistinên jinan ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Rêber Apo were bicihanîn, nameyek ji Konseya Ewropayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Kurd li herêmê garantî ye, ne gef e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku piştî serdana Partiya Saadetê axivî, diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?