Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, li 4 bajaran çalakî
Rojane

Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, li 4 bajaran çalakî

Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiya xwe ya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” vê hefteyê jî domandin.

AMED

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 832’yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû kom bûn û çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHDê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê li aqûbeta windayan pirsîn, xwestin faîl bên darizandin û cezakirin û vê hefteyê bal kişandin ser rojnamevanê Ermen Hrant Dînk ê ku di 19’ê Çileya 2007’an de li Stenbolê hat kuştin.

Serokê ÎHD’a Amedê parêzer Ercan Yilmaz ewilî di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku bi salane têkoşîna wan berdewam dike û got: “Dadgeha Eskîşehîrê doza Nezîr Tekçî yê ku bi destê dewletê sala 1995’an li Colemergê hat windakirin de biryara beraatê da. Em dizanin yên ku ev kuştin kirine tên parastin. Heya ku hemû faîl bên darizandin û cezakirin dê têkoşîna me berdewam bike.”

Piştre rêveberê ÎHD’ê Amedê Alî Îhsan Demîrtaş metna serpêhatiya kuştina rojnemevan Hrant Dînk xwend. Alî Îhsan Demîrtaş bal kişand ser biyografiya Hrant Dînk û bi bîr xist ku ew di sala 1954’an de li Meletiyê ji dayik bûye. Alî Îhsan Demîrtaş bi bîr xist ku Hrant Dînk di 19’ê Çileya 2007’an de li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê ji nêzîk ve bi 3 guleyan hat kuştin û wiha got: “Ogun Samast ê ku cînayet pêk anî dema ji Stenbolê diçû Trabzonê li ser îxbara bavê xwe li Otogara Samsunê hat binçavkirin. Her wiha çeka ku di kuştinê de bikar aniye jî li ser wî hebû. Samast di îfadeya xwe ya li emniyetê de diyar kir ku li Trabzonê ev demeke bi 10 ciwanan re tetbîqata hedefê kirin e û li xwe mikûr hatibû ku ji ber ew di şixûlandina çekê de zane bûye jê re gotiye tu yê Hrant Dînk bikujî. Ogum Samast her wiha gotibû ku Yasîn Hayal çeka ku di kuştinê de bikar aniye daye wî. Teşwîqkar Yasîn Hayal li xwe mikûr hat ku wî bi efserê îstîxbaratê yê wê demê Erhan Tuncel re plana kuştinê kiriye.”

Piştî daxuyaniyê ji bo Hrant Dînk û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê, ÎHD û xizmên windayan di hefteya 668’an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Êlihê û rêveberên şaxên Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Li Dewrêşa Şaristaniyan re (MEBYA-DER) beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de, li kiryarên Hrant Dînk ê ku di 19’ê Çileya 2007’an de li Stenbolê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin, hatin pirsîn. Çîroka qetilkirina Dînk ji aliyê Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Melek Atalayê ve hat xwendin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 158’an de li Kolana Sanat a navçeya Geverê ya Colemêrgê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Gelek kes û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de li kiryarên Abdullah Canan ê di 17’ê Çileya 1996’an de li Geverê hat binçavkirin û windakirin, pirsîn. Çîroka Canan ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê ve hat xwendin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” ku du hefte carekê li dar dixe, li ber Sûmerbanka Kevin a navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de pankartên “Winda wijdan in, li wan xwedî derkevin” û “Kiryar diyar in, winda li ku ne?” hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç ên ku di 10’ê Çileya 1996’an de li navçeya Basa a Şirnexê hatin binçavkirin û windakirin, hat pirsin.  

Zîlan Gumuş destnîşan kir ku wekî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parazvanên mafên mirovan, divê dewlet bi sûcên ku hatine kirin re hevrû bibe û li aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin bên eşkerekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li hemberî derbeya qeyûm berxwedanê ciwanan didome
Nûçeya Pişt re Rewşa girtiyên nexweş Kose û Elçîçek giran e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên kantona Firatê tevlî seferberiyê bûn

Jinên kantona Firatê û Kongra Star li ser banga seferberiyê, tevlî seferberiyê bûn. Jinan diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qendîlê bi hezaran kes ji bo Newrozê li hev civiyan

Pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê îsal bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Heta ku êrîş dewam bikin, em ê di nobetê de bin’

Nobedarên li ser sînorê Pirsûs-Kobanê diyar kirin ku heta êrîşên dagirkeriyê dewam bikin ew ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?