În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe
Çand û Hûner

Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

Piştî 2 rojan yanî 19’ê Kanûnê wê li bajarê Hannover ê Elmanyayê konsereke mezin a bi navê ‘Resîtala Netewî’ were lidarxistin. Hunermendan bang li her kesê kir ku tevlî konserê bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di konsera bi navê ‘Resîtala Netewî’ de wê 12 hunermend, orkestrayeke mezin û koro derkeve ser dikê. Tevgera Çandê ya Kurd a Ewropayê û Art Record konserê organîze dikin.

Konser wê saet 20.00’an li Kuppelsaalê were lidarxistin, di konserê de her hunermend wê du stranan bêje. Hunermendên ku derkevin ser dikê ev in: Şehrîbana Kurdî, Yalda Abbasî, Çopî, Bermal Çem, Gulseven Medar, Xêro Abbas, Hesen Şerîf, Blind Îbrahîm, Mehmet Akbaş, Mehmet Atlı, Azad Bedran û Dodan.

Di konserê de Erdem Altinses wê şeftiya orkestrayê bike. Altinses aranjesa 26 berhemên ku wê di vê konserê de bên xwendin, jinûve kir. Tenê ji bo aranjeyan mehek û nîv ked da. Altinses ev agahî dan ANF’ê:

 

ERDEM ALTINSES: EM Ê BI ORKESTRAYEKE XURT LI SER DIKÊ BIN

“Me orkestrayeke 40 kesî ya ku ji enstrumanên cur be cur pêk tê, heye. Tenê wê 26 berhem bên xwendin. Me bi hunermendan û Kerem Çelîk re ji bo hilbijartina berheman biryar da. Min hemû ji bo vê projeyê li gorî orkestrayê eyar kir û sererast kir. Mehek û nîvê min xwar. Piştre min notayên wê derxistin û şand orkestrayê. Piştî ku wan amadekariyên xwe yên şexsî kir, me dest bi provoyan kir.

Altinses diyar kir ku ew bêyî ku cudakariya Rojhilat-Rojava bikin, muzîkan dibêjin û ev tişt got, “Her kes heye û em hewl didin harmoniyekê çêbikin. Zimanê berheman Kurdî ye. Muzikjenên di orkestrayê de jî ji welatên cuda tên. Mîna Elmanya, Çîn, Fransa, Belçîka, Îngilistan, Hollanda… Dîsa koroya me jî reng û reng e. Di koroyê de hevalên ji Amed û Stenbolê tên hene. Em ê bi orkestrayeke xurt li ser dikê bin.”

Erdem Altinses destnîşan kir ku prova pir baş derbas bûne û got, ew hêvîdar e her kes razî bibe.

ELÎ GULER: JI BO VÊ KONSERÊ 6 MEH IN KED TÊ DAYÎN

 

Koordînatorê ‘Resîtala Netewî’ Elî Guler jî ev tişt got: “Ji 4 parçeyên Kurdistanê 12 hunermend wê hem bi kurmancî, hem dimilî û hem jî soranî stranan bêjin. Tîmeke xurt derket holê. Nêzî 100 kes ji bo vê projeyê xebitîn. Di mehên Sibat-Adarê yên îsal de xebatên amadekariyê derketin pêş. Destpêkê konsept derket holê. Piştre hate xurtkirin û niha gihişte halê xwe. Projeyeke pir girîng derket holê.”

Elî Guler got, gel xwedî li vê konserê derket û destnîşan kir ku ev yek ji bo wan motîvasyoneke cidî ye. Guler bilêv kir ku konsera Hannover wê ji bo konserên nû binesaziyeke pir cidî çêbike û bibe referans.

NÛRÊ DILOVANÎ: EZ PIR KÊFXWEŞ IM KU DI VÊ PROJEYÊ DE ME

 

Kemanîst û mamosteya muzîkê Nûrê Dilovanî dê weke kemanîsta yekemîn di vê projeyê de cih bigire. Dilovanî got, “Ez pir kêfxweş im ku di vê projeyê de cih digirim. Ji erdnîgariyên pir cuda em muzîkjen hatine ba hev. Em baş xebitîn. Wê bibe konsereke balkêş.”

Nûrê Dilovanî ev bang kir: “Em ê 19’ê Kanûnê li Hannoverê bin. Kerem bikin werin. Wê konsereke pir xweş be. Ez hêvî dikim ku wê mirovên me werin, salon tejî bibe.”

SÎNAN ASYA: ME ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ ESAS GIRT

 

Yek ji kesên ku ji cara ewilî ve di organîzeya konserê de cih digire, endamê Tevgera Çandê ya Kurd a Ewropayê Sînan Asya ye. Asya got, dema konsepta konserê hate amadekirin, çar parçeyên Kurdistanê hate esasgirtin.

Sînan Asya ev tişt jî anî ziman: “Ev konser hunera şoreşgerî û yekîtiya sekna Kurdewar sembolîze dike. Rêbertî pêvajoyek da destpêkirin. Em dixwazin ji wê pêvajoyê re jî bibin bersiv. Girîng e ku civaka me bi hemû rengên xwe were ba hev. 12 hunermendên me yên cuda wê berhemên xwe bêjin.

Em armanc dikin ku li 7 bajarên cuda yên Ewropayê konserên mezin ên wiha lidar bixin. Hannover bajarekî pir zindî ye. Lewma me destpêkê xwest li wir lidar bixin. Di konsera Hannover de 12 hunermendên me dê berhemên xwe bêjin. Di konserên me yên din de hunermendên me yên cuda dê derketin ser dikê. Em armanc dikin ku bi giştî ji bo 90 hunermendên me konserên wiha lidar bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.1
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rojhilatê Kurdistanê 9 Kurd hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Li Meclîsê bi koordînatorên partiya siyasî re civîna ‘pêvajoyê’ destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kolombiyayê di encama hezazê de herî kêm 5 kes mirin

Hat diyar kirin ku li nêzî Medellîne ku duyemîn bajarê herî mezin ê Kolombiyayê ye…

Ji aliyê Stêrk TV

Aqûbeta Nurettîn Yedîgol hate pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn ku beriya 44 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?