Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji DEM Partî û DBP’ê daxuyaniya têkildarî hevdîtina li Îmraliyê
Rojane

Ji DEM Partî û DBP’ê daxuyaniya têkildarî hevdîtina li Îmraliyê

DEM Partî û DBP'ê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê ya bi Rêber Apo re daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hate gotin, "Perspektîfa çareseriyê ya ku Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye dîrokî ye. Dem dema nîşandana wêrekî û feraseta ji bo aştiya bi rûmet e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Têkildarî hevdîtina heyeta Partiya Demokrasî û Wekehviyê ya Gelan (DEM Partî) ya bi Rêber Abdullah Ocalan re, ji derdorên siyasî daxuyanî li pey hev tên.

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

DBP’ê, bal kişand ser daxuyaniya îro têkildarî hevdîtinê hatiye kirin û wiha got: “Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de em di demeke dîrokî re derbas dibin. Perspektîfa çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan a di vê serdemê de dîrokî ye. Weke ku wî jî aniye ziman, pêdivî bi veguherîneke demokratîk heye.”

Bi domdarî DBP’ê destnîşan kir ku veguherîneke demokratîk bi çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd pêkan e û wiha got: “Çareseriya vê pirsgirêkê ne tenê bi destê siyasetê, bi tevlibûn û alîkariya hemû dînamîkên civakî pêkan e. Di vê çarçoveyê de hewceye xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan pêşkeş dike, gavên ku dê vê îradeyê xurt bikin û hemû gavên dê bi xwe re çareseriyê bînin were derketin. Ev sedsal; xwedî wê potansiyelê ye ku ji bo gelên Tirkiye, Kurdisan û Rojhilata Navîn azadî û demokrasiyê bîne. Ji bo pêşerojeke demokratîk û azad hewceye her kes bi awayekî herî xurt xwedî li van derfetan û îradeya çareseriyê derkeve. Ev, peywira me tevan a sereke ye.” 

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, têkildarî daxuyaniya têkildarî hevdîtinê, li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal peyam dan.

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku nirxandinên Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê bangawaziyeke dîrokî ye ku dikare qedera Tirkiye û herêmê biguherînin û wiha got: “Xurtkirina tifaqa Tirk-Kurdan û destpêkirina pêvajoyeke demokratîk û aştiyane, êdî berpirsyartiyeke û nabe ku were taloqkirin. Di vê pêvajoya krîtîk de, divê hemû derdorên siyasî ji bo çareseriyê çêker nêz bibin û gavên dilwêrek biavêjin. TBMM, zemîna herî girîng a vê pêvajoyê ye. Rêya ber bi aştî, demokrasî û biratiyê ve diçe; girêdayî gavên bi hev re û bi dilwêrekî tên avêtin e. Di vê çarçoveyê de DEM Partî çi bikeve ser milê wê dê bike û bila gumana kesekî nebe ku em ê pêşniyarên çareseriyê yên erênî mezin bikin. Em di qonaxa firseneke dîrokî de ne û em dikarin bi hev re pêşerojê ronî bikin.”

Tuncer Bakirhan jî li ser hesaba xwe ya X’ê wiha got: “Nirxandinên birêz Ocalan ên li Îmraliyê di çarçoveya çareserî û aştiyê de, balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî. Derbaskirina têkiliyên Tirk-Kurdan a li ser zemînekî demokratîk û aştiya birûmet a Tirkiyeyê. Ev bang, ne tenê pêşniyareke çareseriyê ye, di heman demê de ji bo avakirina pêşerojeke hevpar jî firsenekî dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê hemû derdorên siyasî û TBMM’ê. Geşedanên li Xeze û Sûriyeyê, nîşan dide ku êdî tehemûla ji bo taloqkirina çareseriyê nema ye. Em bi hev re bersivê bidin bangawaziya ji bo aştî, demokrasî û biratiyê. Ji bo Tirkiye û herêmê em di erefeya veguherîna demokratîk de ne. Dem dema aştiyeke birûmet, cisaret û ferasetê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê Şehîd Mihemed Ziyad El Xenam li Dêrazorê hat veşartin
Nûçeya Pişt re ‘Ji bo Mafê Hêviyê divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bang hate kirin ku 21’ê Adarê agirê Newrozê li Amedê bê geşkirin

Seroka Komîteya Amadekar Pinar Sakik li ser amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ya 21'ê Adarê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

MOP’ê têkildarî salvegera Seyfo daxuyanî da

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) bi wesîleya salvegera Seyfo/Qirkirinê ya sala 1915'an qurbaniyên qirkirinê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê nivîskar Îbrahîm Sungur hat veşartin

Cenazeyê siyasetmedar û nivîskarê Kurd Îbrahîm Sungur li Goristana Akkopruyê hat veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?