În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Ji Hozan Şemdîn albûmeke nû: Zozanên me
Çand û Hûner

Ji Hozan Şemdîn albûmeke nû: Zozanên me

Yek ji kesayetên navdar ê muzîka Kurdî Hozan Şemdîn 12 stran di albûma 'Zozanên me' de berhev kir û pêşkêşî muzîkhezan kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Hozan Şemdîn albûma xwe ya nû ‘Zozanên me’ pêşkêşî muzîkhezan kir. Albûm ji aliyê ART Recordsê ve hate weşandin û ji 12 stranan pêk tê: “Memyokê”, “Teştyano”, “Lor Loriyê”, “Serayê”, “Leylê”, “Dimdim e”, “Zozanên Me”, “Remzê”, “Mîran”, “Hespê Begzade”, “Ser Sîpanê” û “Kaniya Hêlê”.

Ji bilî strana ‘Zozanên me’ hemû stran gelêrî ne û ji aliyê Hozan Şemdîn ve hatiye berhevkirin. Mînak; klama ‘Ser Sîpanê’ ya ji herêma Colemêrgê ji Fehîma Berwarî hatiye wergirtin, ‘Hespê Begzade’ jî stranek ji herêma Colemêrgê ye, çavkaniya xwe jî Gulê Deştanî ye. Hunermend di vê albûmê de cih da berhemên dengbêjiyê yên ji herêmên Serhed, Botan, Behdînan, Çarsenceq, Rojava û Mêrdînê.

ARŞÎVA HOZAN ŞEMDÎN

Hozan Şemdîn di navbera salên 1998 û 2018’an de 20 salan bernameya dengbêjiyê amade kir û arşîveke mezin ava kir. Ev arşîv ji bo hunermendên Kurd bû çavkaniyeke girîng ku ji tecrûbe û berheman sûdê werbigirin. Hunermend vê carê ji arşîva xwe albûma ‘Zozanên me’ amade kir.

Di albûmê de gelek kesayetên girîng bi Hozan Şemdîn re xebitîn. Memo Gul aranjeya albûmê kir; Serhad Çarnewa û Tûran Yapiştiran di vokalê de ne, Dilovan stran hilbijart, Yasîn Boyraz jî bi bilûra xwe tevlî vê ahengiyê bû. Her wiha Mûrat Bakrak (Perkusyon), Mazlûm Rewşen (Tomar Mîx û Klasîk Gîtar), Kemal Ceylan (Mey-Zirne), Şervan Ayaz (Keman) û Bulent Kiliç (Grafîk) tevlî albûmê bûn.

‘ZOZANÊN ME’ KU BÛ NAVÊ ALBÛMÊ

Di albûmê de tenê strana ‘Zozanên me’ gelêrî nîne. Ev strana ku bi rengê govendê û rîtma giraniya Serhedê de ye, gotin û muzîka xwe ya Hozan Şemdîn e. Hunermend sedema lêkirina vî navî li albûmê ji ANF’ê re vegot:

“Di vê stranê de min qala zozanên li Îdir, Sînekê, Elegez û Axmxanê kir. Gelî, çem, zozan, çiyayên Kurdistanê ji bo hunermend, helbestvan û çîrokbêjan her tim bûne çavkaniya sûdwergirtinê. Di vê stranê de min qala zozanan kir ku di zarokatiyê de çûbûm wan deveran. Ji aliyê rîtm, meqam û naverokê ve bi berhemên din ên albûmê re di nava ahengiyê de ye. Ji ber vê yekê jî me biryar dan ku li albûmê bi cih bikin.”

KLÎBA DESTPÊKÊ YA ALBÛMÊ: MEYMOKÊ

Hozan Şemdîn bi wesîleya Cejna Newrozê çûbû Kurdistanê û li Çiyayê Qendîlê konserek dabû. Piştî konserê jî serdana Kampa Mexmûrê kir û li vê derê ji bo strana destpêkê ya albûmê ‘Meymokê’ klîbek amade kir. Klîb li malpera YouTube ya ART Recordsê hate weşandin. Strana ‘Meymokê’ ya herêma Botanê ye û ji aliyê Pîr Êzdîn ve hatiye berhevkirin. Di nava kişandina klîbê de li Kampa Mexmûrê 50 kesên ji Koma Meryem Xan, Stêra Zêrîn, Tevgera Ciwanên Mexmûrê û karên çand û hunerê yên Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê cih girtin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Başûrê Kurdistanê ye
Nûçeya Pişt re Ji bo rojnamevan Serdar Karakoç bang hat kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ÎHD’ê têkildarî ‘qeyûm’ name ji Wezareta Karên Hundir re şand

Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo protestokirina desteserkirina Şaredariya Şîşlî ya Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Wênesazî rastiya jiyanê derdixe holê

Şîfa Yusif diyar kir ku ew bi rêya çêkirina wêneyan, hestên xwe vedibêje û rastiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê Koma Kurdistan a Erbane û Koma Amed konserek lidar xistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?