Japonya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) di serdema ku rageşiya Çîn û Tokyoyê heyî de operasyoneke leşkerî ya hevpar dan destpêkirin. Wê ji operasyona bi navê Keen Sword a ku wê heya 29’ê Cotmehê li herêmên cuda yên Japonyayê berdewam bike re ji Hêzên Xweparastinê yên Japonyayê nêzîkî 45 hezar û ji artêşa DYE’yê jî 12 hezar leşker beşdar bibin.
Tetbîqata berbehs wê bibe mezintirîn operasyona di navbera her du hevalbendan de û tê armanckirin ku di çarçoveya operasyonê de pergalên çekên menzîldirêj werin bicihkirin û kapasîteya parastina herêmî were xurtkirin.
MOŞEKÊN MENZÎLA WAN 1.000 KM YE DI DEWRÊ DE NE
Lı gorî rojnameya Nikkei ya Japonyayê û saziyên din ên çapemeniyê, moşekên ku menzîla wan 1.000 kîlometre ye di wê kapasîteyê de ne ku bigihîjin qadên behrî yên li nêzî Tayvanê.
Tê payîn ku Piyadeyên Behrî yên DYE’yê li herêma Okinawayê pergala moşekan a bêmirov NMESIS û pergala parastina hewayî ya MADIS’ê bi cih bike.
Xurtkirina kapasîteya moşekên menzîldirêj a ji aliyê Japonyayê ve û zêdebûna kiryarên leşkerî yên hevpa ên li gel DYE’yê ji aliyê hevsengiyên ewlehiya herêmê ve girîng in.

